ENQERE - Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, bi wesîleya 23'ê Nîsanê cejna zarkan, rapora der barê zarokan de parve kir. Tanrikulu, diyar kir ku di 6 salên dawî yên AKP’ê de herî kêm 3 hezar û 936 mafê jiyanê ye zarokan hatiye îhlalkirin.
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, bi minasebeta 23'ê Nîsanê cejna zarokan, rapora mafên zarokan a navbera salên 2011-2017'an aşkere kir. Tanrikulu, di raporê de diyar kir ku di 6 salên dawî yên serdema AKP'ê de herî kêm mafê jiyanê yê 3 hezar û 936 zarokan hatiye binpêkirin. Tanrikulu, ani ziman ku yek ji binpêkirina mafan jî kesên suc dike nayên cezakirin û wiha got: "Ji ber ku bersûc nayên cezakirin, heq û hiqûq jî ketiye bin piyan û êdî mafê mirovan nayê parastin. Di 6 salan de 68 zarok hatin kuştin. Di cînayetên kar de 60 zarok mirin. Di sala 2017'an de mafê jiyana 138 zarokan hat îhlalkirin. Di sala 2011’an de mafê jiyana 515 zarokan, di sala 2012’an de mafê jiyana 606, di sala 2013’an de mafê jiyana 633, di sala 2014’ank de mafê jiyana 627, di sala 2015’an de mafê jiyana 875 û di sala 2016’an de mafê jiyana 875 zarokan hat îhlalkirin.