EFRÎN - Bi lez û bez malbat û komên selefî yên ji Gutayê tehliye kirin, tînin navçeya Cîndîrêsê ya Erfînê û demografiye diguherînin.
Tirkiye ku bi komên selefî re axa Efrînê dagir kir, bi lez û bez xebatên xwe yên guhertina demografiyê bi rêve dibin. Li şûna Efrîniyên li ser ax û welatê wan sîrgûn kirin, malbat û komên selefî yên ji netewên cûda tînin li Efrînê bi cih dikin. Ev hewldan her roja derbas dibe mezintir dibe. Malbatên selefî yên berê di kompên Tirkiyeyê de hatibûn bi cih kirin, wan tinin navçeya Cîndîrêsê.
AVAKIRINA KAMPÊ BI DAWÎ BÛ
Di vê çarçoveyê de, Tirkiye navçeya Cîndîrêsa Efrînê ya dikeve Darît Îze ya Îdlîpê weke navend hilbijartiye. AFAD’ê kampek mezin li navçeyê ava kir. Berê jî di çapemeniyê de hatibû gotin ku malbat û komên selefî yên Ezaz, Kîlîs, Dîlok, Hatay, Îdlîp û Gutaya Şamê li vê kampê hatin bicih kirin.
BIYANIYÊN NAVÇEYÊ!
Hat diyar kirin ku ligel vê kampê malbat û komên selefî li navenda navçeyê jî hatin bicihkirin. Li gorî wêneyên sûka navçeya Cîndîrêsê yên gehiştin ajansa me, ambulansa Wezareta Tenduristiya Tirkiyeyê û maşineyên zirxî yên TSK’ê yên personel lê siwar bûyîn xuya dike. Ji nêrînên van kesan diyar dibin ku li navçeyê biyanîne û ev kes bi hevre li navçeyê digerin.
MA / Erdogan Altan