STENBOL - Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê, diyar kirin ku dê li dijî biryara hilbijartina zordest a îtîfaqa AKP-MHP’ê, ji bo xwedî li pêşeroja xwe derbikevin, dakevin qadan û gotin: “Emê bi hemû hêza xwe bixebitin û azadiya ciwanan em ê mezin bikin.”
Piştî biryara hilbijartinên zordest a îtîfaqa AKP-MHP’ê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) starta hilbijartinê da û dest bi xebatên hilbijartinê kir. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, diyar kirin ku dê li dijî îtîfaqa AKP-MHP’ê dakevin qadan û ji bo mafên xwe dê li ser sendiqan li ber xwe bidin.
‘JI BO AZADIYA XWE EMÊ BIXEBITIN'
Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Rahmî Uzal, diyar kir ku biryara AKP’ê ya hilbijartinên zordest ji ber krîza êdî nikare bi rêve bibe û wiha axivî: “AKP bi OHAL’ê li gorî dilê xwe welat bi rêve dibe. Dixwaze bi KHK’an gel di destê xwe de bigire, lê nekarî vê yekê bi ser bixe. Ji ber vê biryara hilbijartinê da. AKP hewl dide temenê xwe dirêj bike. AKP-MHP êdî dizanan baweriya gel bi wan nayê. Çi dibe bila bibe emê di vê hilbijartinê de qezenc bikin.
‘EM Ê XEBATÊN HERÎ BI AKTÎF BI RÊVE BIBIN’
Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Kadîr Selamet jî, anî ziman ku êrîş pir zêde bûne û wiha axivî: “Me ev di şexsê Zanîngeha Bogazîçî de pir baş dît. Êrîşên îtîfaqa AKP-MHP’ê yên li ser zanîngehan hişt ku ciwan xwedî sendîkayan derbikevin. Dawiya AKP-MHP’ê hatiye. Dixwazin div ê hilbijartinê de cardin xwe xelas bikin. Lê emê destûr nedin vê yekê. Em ê heya dawiyê xwedî li vîn û sandiqan derbikevin. Em ê xebatên herî bi aktîg bi rêve bibin.”
‘EM Ê DI QADAN DE CIHÊ XWE BIGIRIN’
Endamên Meclîs Ciwanên HDP’ê Mazlum Can, Hêlîn Yilmaz, Zelal Çagla, Azad Çîtak û Viyan Kinali jî, diyar kirin ku hemû hilbijartinên di salên dawî de pêk hatin yek ji wan jî ne demokratîk bûn û wiha gotin: “Desthilatdarî winda bike jî, encamê qebûl nake. Roja hilbijartin pêk bên, ezmûnên zanîngehê taloq kirin. Divê êdî ciwan baş zanibin, ka dê li dijî kê têbikoşin. Ciwan divê her kêlî li dijî îtîfaqa AKP-MHP’ê asta têkoşîna xwe xurtir bikin. Emê di 24’ê Hezîranê de li ser sendiqan bin û emê analîza hemû dengên xwe yek bi yek bikin. Êdî dem hatiye gelek titş ji nû de birûxin û bên avakirin. Hilbijartin dikare bibe starta vê. Ji ber vê em xwe berpirsiyar dibînin. Em weke ciwan û jinên ciwan ji bo xwedî li sandiqan derbikevin, emê xwe bi rêxistin bikin û di hilbijartinê de rol bigirin ser milên xwe.”