MÊRDÎN - 2'emîn danişîna doza 50 kesên li Navçeya Nisêbînê piştî qedexeyan hatin binçavkirin û girtin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê 5 rojan berdewam kir. Kesên derketin pêşberî dadgehê û xwestin parastina kurdî bikin, parastina wan hat redkirin. Ciwanên girtî tên darizandin, di parastinê de li dijî modernîteya kapîlatîlst, modernîteya demokratik û pergala xweseriya demokratîk vegotin. Girtiyan anîn ziman ku çareseriya li Tirkiye û Rojhilata Navîn rêveberiya xweser e.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê herî dawî di 14'ê Adara 2016'an de qedexeya derketina kolanan dest pê kir û heta 26'ê Gulana 2016'an berdewam kir. Lê piştî qedexe li ser çend taxan rabûn jî li ser 4 taxên Nisêbînê berdem kir. Dema qedexe li ser Nisêbînê rabûn 50 welatiyên Nisêbînê yên ji malên xwe derketin hatin binçavkirin û hatin girtin. 2'yemîn danişîna doza Nisêbînê ya 50 kesên di 26’ê Gulana 2016’an de piştî qedexeya derketin derve ya li Nisêbinê hatin tehliyekirin, 5 rojan berdewam kir. 2'yemîn danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê li Salona avahiya Miduriyeta Bajar a Merdînê ya Lijneya Ewlehiya Civakî (SGK) pêk hat. Ji girtîgehên cûda girtî beşdarî danişînê bûn. Hin xizmên girtiyan û rojnameger piştî kontrola GBT’ê demek şûn de derbsî salona danişînî bûn. Danişînê di 16’ê Nîsanê de dest pê kir û 5 rojan berdewam kir. Ciwanan di parastinê de êrîşên li ser Efrînê û tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û darbarê modela rêveberiyên xweser de parastin kirin. Ji 50 kesên tên darizandin 17 jê zarok in.
Malbatên ku her serê sibê hatin li ber avahiya SGK'ê kom bûn bi saetan li ber avahiyê rawestiyan da ku derbasî salona dadgehê bibin. 5 rojan leşker ji bo destûr nedin malbat zarokên xwe bibînin, di navbera zarok û malbatan de ji bedena xwe bend danîn.
Di parastina 5 rojan de Girtiyê Partiya Marksist -Leninist Komünist (MLKP) Îsmail Yilmaz, di parastinê de diyar kir ku ev parastin dê li zanîngehan wekî tez bê xwendin û fêrkirin. Yilmaz, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Bal kişand ser şert û mercên xerab ên girtîgehê. diyar kir ku li dijî Modernîteya Kapitalist û Netew Dewlet, dê modernîteya demokratîk û xweseriya demokratîk çareseriyê bîne Rojhilata Navîn û wiha got: “Mafê navneteweyî yê xwe bi xwe çarenûsa tayînkirin.” Yilmaz anî ziman ku ji bo ew çarenûsa xwe tayîn bike destek daye gelê kurd û demek dirêj e jî li ser gelê kurd zextên gelek giran hene. Elbet li Sûriyeyê û li gelek deverên cîhanê gelên bindest rêveberiyên xwe ava dikin û dê xwe bi xwe birêve bibin. DAIŞ li serê hemû gelên cîhanê bû bela. Yên ku bedala vê barbariyê herî zêde didin gelên li Tirkiyeyê ne. Gelên li Tirkiyeyê di bin zextên faşîzmê de tên girtin. Dibe ku xwerêveberî îro bi ser neketibe. Komuna Parîsê 70 roj dewam kiribû. Me ronahiya berxwedana xwerêveberiyê ji Komuna Parîsê girt. Dê ronahiya xwerêveberiyên van rojan jî bibin ronahiya siberoja me. Serokomarê vî welatî her roj radibe heqaretê li hin kesan dike. Yek tîp û faşîzmê pêk tînin. Tiştên îro diqewimin û tiştên Hîtler kirin tu cudahiya wan ji hev nîne. Divê yên ku li vir bihatana darizandin pergalbûya. Encax heke ku hûn bêjin dê dadgehek dê bidarizîne heye, n anîne. Bendewariyê tu kesî li vir ji ‘edaletê’ nîne. Yên dê wan bidarizînin gel, karker û kedkarê vî welatî ne. Dê Rojava bi ser bikeve. Dê dagirker biçin û gel bi ser bikevin. Teqez em ê vê rojê ango tavê bibînin.”
CIHÊ HERÎ ZÊDE TARÎ LÊ ZÊDE BE EW QAS NÊZÎ BERBANGÊ YE
Endamê MLKP’ê Suleyman Goksel Yerdut jî parastin kir û behsa darbeya leşkerî ya ji paşerojê, heya roja îro kir. Yerdut, diyar kir ku awayê darbeye hatiye guhertin û bi destê AKP’ê îro tê birêvebirin. Yerdut, anî ziman ku darbeya sivîlan a AKP’ê li dijî hemû gelan e û wiha got: “Li hemberî vê rewşê emê tu carî bêdeng nemînin û em binavê şehîdên şoreşê soz didin. Cihekê ku herî zêde lê tarîbûn hebe, cihê herî zêde nêzî berbangê ye. Ez weke ewladekê gelên Tirkiyeyê, welek helwestek mirovî û şoreşgertî van polîtîkayan şermezar dikim. " Yerdut, da zanîn ku piştî pêvahoya çareseriyê bi dawî bû, tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girantir bû û wiha bilêv kir: “Ger hûn bi tank û topan bikevin Cizîr, Sûr û Nisêbînê, bêguman dê gel xwe biparêze. Polîtîkayên li dijî Kurdan ên AKP’ê dê welat ber bi wêrankirinê ve bibe. AKP dinava tirs û fikaran deye. AKP ji ber dijminantiya gelê Kurd har û dîn bûye. AKP polîtîkayên bila AKP bijî, lê mirov bimirin bi rêve dibe. Li ser çapemeniya kurd êrîş hene. Gelên li Efrînê dinava aştiyê de dijiyan, bûn hedefa bombebarana çeteyan û hatin kuştin. Ev hemû jenosîtin. Terorîzm eve. Dibêjin ‘emê aştiyê bibin Efrînê.’ Gelo li Tirkiyeyê aştî heye? Ên ku nekarin aştiyê bînin Tirkiyeyê, dê nikaribin aştiyê bibin Efrînê jî. Em êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin. Ez hemû kesên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dayîn bibîr tînim. Di doza ez îro têde tim darizandin de wê dorîk biryarê bide. Em ê tu carî hevalên me yên di bodrumên Cizîrê de hatin şewitandin, ji bîr nekin. Li ser navê bindestan ez li vê derê têm dadgeh kirin. Serê min bi vê yekê bilinde û şanazim.”
Girtiyên xwestin parastina kurdî bikin rastî mudaxaleyê hatin. Li hemberî vê yekê li salonê niqaş û rageşî zêde bû. Girtiyan bertek nîşanî idîanameyê dan û diyar kirin ku ev de darizandinek adîlane ye û li dijî gelê kurd e. Girtiyan anîn ziman ku ji ber dadgeh ne serbixwe û ne bi edalet in tu bendewariya wan ji dadgehan tune ye. Dîsa diyar kirin ku îdîanameya hatiye amadekirin ji delîlan bê par e.
Girtiyan bal kişand ser girîngiya Xwerêveberiya Cewherî û destnîşan kirin ku Xwerêveberiya Cewherî li dijî pirsgirêkan antîjahr e û xwestin dewleta hiqûqa biratiyê ku hatiye jahrkirin ji nûve bê avakirin. Girtiyan destnîşan kir ku pirsgirêka kurd dê bi hişmendiya çareseriya demokratîk bê avakirin.
Girtiyan anîn ziman ku çraeserî Xweseriya Demokratîk, Modernîteya Demokratîk e û gelê Çiyê li çiya têkoşîna azadiyê dide."