STENBOL - Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, bi boneya “23’yê Nîsanê Roja Cejna Zarokan’ daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Ne tenê 23’yê Nîsanê, em dixwazin 365 roj bibin roja cejna zarokan.”
Komîsyona Zarokan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi boneya “23’yê Nîsanê Roja Cejna Zarokan” daxuyaniyek nivîskî weşand. Komîsyonê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Çi heyfe ku êdî mirov ne keyf xweşin. Îro 23’yê Nîsanê ye. Nifûsa Tirkiyeyê ji sedî 25 ji zarokan pêk tê. Li Tirkiyeyê zaroka rastî îstîsmar zeyendî tên, tên tacîzkirin û dibin qûrbanên cînayetên kar. Zarok ber bi sûcan ve tên dehf dan û ji mafê xwe yê perwerdê bêpar dimînin. Keda zarokan tê xarin û ji ber şer necar dimînin koç bikin. Bi bombe û guleyan tên qetilkirin û dikevin girtîgehan. Jiyana zarokan dibin gefên mezin dene û bi dehan zarokên di salên dawî de hatin kuştin. Mirov ne keyfxweşin.”
‘BILA 365 ROJA BIBIN CEJNA ZAROKAN’
Komîsyonê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Ne tenê 23’yê Nîsanê bila 365 roj ên salê bibin roja cejna zarokan. Ji bo ku ev pêş bikeve divê hemû talokeyên li ser jiyan, beden û derûniya zarokan ji holê bên rakirin.”