HELEB - Taxa Şêxmequd di şerê Sûriyeyê de bû sembola berxwedanê. Gulê Selmo ya 50 salî ji bo hêzên rejîma Sûriyeyê ciwanên kurd binçav nekin, berxwedanek bêhempa meşand û bû yek ji kesên destpêkê li Helebê hatin kuştin. Selmo bi berxwedana xwe bû haveynê berxwedana 6 salan a gelê kurd.
Taxa Şêxmequd di şerê Sûriyeyê de bû sembola berxwedanê û yên bûn çewherê vê xwedanê jî jin bûn. Yek ji van jinan jî jina binavê Gulê Selmo ya 50’î salî bû. Selmo ji aliyê hêzên rejima Sûriyeyê hat kuştin û bû çirûska destpêkê ya Şêxmeqsud. Ciwan Selmo weke dayîka xwe didîtin. Di wê demê de Selmo xwe bi çek dike û ji bo hêzên rejîmê nekevin taxên wan di çeperan de cih digire.
YEKKEM KESA LI HELEBÊ HAT KUŞTÎN
Hêzên rejîmê di 10’ê Adara 2012’an de xwestin ciwanên Şêxmeqsud bigirin, lê Selmo ciwan ji destên hêzên rejîmê derxistin. Hêzên rejîmê li hemberî berxwedana Selmo zêdetir êrîşkar dibe û dinava heman rojê de, di gengeşiyên derketin de li Kolana 20’emîn a taxa Şêxmeqsud Selmo birîndar kirin. Selmo ji serê xwe bi giranî birîndar dibe û wê radikin nexweşxanê. Gelê Şêxmeqsud jî li dijî hêzên rejîmê serî hildidin û çalakiyên mezin pêk tînin. Selma piştî dermankirina 3 rojan jiyana xwe ji dest da û dibe şehîda yekemîn a Şêxmeqsudê.”
PIŞTÎ GIRTINA OCALAN
Hevala xebatê ya Selmo Fatma Hesen derbarê têkoşîn û jiyana Selmo de axivî û wiha got: “Selmo tu carî gotina “Ew hemû zarokên minin” a ji bo ciwana digot ji zimanê xwe kêm nedikir.” Hesen di Koordînasyona Kongreya Star a xebatên jinan ên Helebê de cih digire. Hesen, anî ziman ku Selmo piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat girtin û şûn de tevlî xebatên jinan bû û wih got: “Selmo li Efrîn, Şehba û Helebê xebat birêve birin. Zarokên Selmo tunebûn. Lê hemû zarokên Şêxmeqsud mîna zarokên xwe didîtin. Ciwanên Şêxmeqsud jî mîna dayîka xwe didîtin. Ji roja me dest bi xebatan kir, tim bi me re bû. Li Şêxmeqsud destpêkê me dibin navê Yekîtiya Star de dest bi xebatan kir û dûre ev xebata me mezin bû.”
HEWLDA ZAROKÊN XWE BIPARÊZE
Hesen, da zanîn ku di şerê Helebê de Selmo yekem kurda ku hat kuştin bû û wiha bilêv kir: “Li Şêxmesudê hêzên rejîmê her roj dihatin taxê û hewl didin ciwanên taxê bigirin. Dinavbera ciwan û hêzên rejîmê de gengeşî derket. Selmo ev yek ferq kir, hemû ciwan kom kirin û ew şandin cihekê bi ewle. Selmo li kolana 20’emîn xwest zanibe hêzên rejîmê ji wir çûne yan na. Gava serê xwe di kolanê re derxist bû hedefa guleyan û guleyek li serê wê ket. Bi giranî birîndar bû û 3 rojan li nexweşxanê hat derman kirin. Selmo dure jiyana xwe ji dest da.”
BI ÇIRÛSKA BERXWEDANÊ YA 6 SALAN
Hesen, destnîşan kir ku ciwanên Şêxmeqsud wê demê gotin “Emê tola Dayîka Gulê birin” û li dijî hêzên rejîmê çalakî pêk anîn. Hesen, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ciwanan gelek qadên rejîmê dan ber agir. Gava Selma jiyana xwe ji dest da min bi destên xwe şûşt. Eslê xwe ji gundê Qîtmê yê Efrînê bû. Ew bû çirûska berxwedanê ya 6 salan. Ji wê rojê û şûn de li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ciwana di navbera me û hêzên rejîmê de cihên kontrole ava kirin. Hemû kesê çek rakirin û li dijî hemû êrîşan Şêxmeqsud diparêzin. Di saya Selmo îro Şêxmeqsud, mîna Şêxmeqsud ma ye.”
MA / Nazim Daştan