ENQERE - Ji bangawazên Memleket Em in, Serokê Berê yê Sendîkaya Dadgeran Mustafa Karadag, diyar kir ku ew dixwazin hemû pirsgirêkan bikin yek û muxalifa civakî û sivîl ava bikin û wiha got: "Armanca me ewe ku em li Tirkiye jiyanek azad ava bikin e."
Platforma "Memleket Em in," di serê salê de bi banga 41 kesan hat avakirin. Platformê di çarçoveya "Hevdîtina Azad" de duh li Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Stenbolê kom bûn. Akademîsyen, hunermend, rewşenbir û gelek kesên din li ser navê Platforma Memleket Em in" li Enqereyê “Civîna Azad" pêk anî. Civîn bi şîara “Em deng derxin, rawestînin, Em welatê xwe ji nûve ava bikin" li Navenda Giştî ya ÎMO pêk hat. Li salonê pankartên "Em gel in, Memleket Em in. Ne dîktatorî azadiyê em dixwazin" û “Ji ked, zanistî, xweza û jinê re azadî" vekirin. Beşdarên civînê bi yek dengî "Em soz didin heta em tariyê ronî bikin, heta em fikrên xwe yên girtî azad bikin, heta kelepçeyê li qirika me xin, heta hemû nirxên me azad bibin, em dê di vê rêçê de bimeşin."
Pladtforma "Memleket em in" Piştî li Enqereyê gava yekem hat avêtin, li bajarên Artvîn, Samsun, Trabzon, Antalya, Îzmir, Stenbol, Mersin, Edene û Çorumê bi xebatên cuda tora xwe mezin kirin. Yek ji bangawazên Memleket Em in, Serokê Berê yê Sendîkaya Dadgeran Mustafa Karadag, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û diyar kir ku ew dixwazin hemû pirsgirêkan bikin yek û muxalifa civakî û sivîl ava bikin û wiha got: "Armanca me ewe ku em li Tirkiye jiyanek azad ava bikin e. Meclîs êdî pirsgirêkê civakê çareser nake. Em dixwazin civaka sivîl û rêxistinên demokratîk yên dengê wan hatiye tepisandin bilind bikin û bidin xuyakirin. Em dixwazin mirovan têxin nava lêgerîna çareseriya pirsgirêkan. Ji ber vê yekê em herî zêde qîmetê didin tevlêbûna hêza herêmî. Em dixwazin hemû beşên cevakê elewî, sûnî, tirk, kurd, LGBT û hemû beşên civakê di bin vê baneyê de kom bikin. Armanca me ewe ku em çawa karibin li Tirkiye jiyanek azad û wekhev pêş bixin."
MA / Selami Aslan