DERSIM - Li Dêrsimê derket holê ku şaredariya ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin tekane karê ronîkirina bajêr kiriye. Endamê Meclîsa Şaredariya DBP’ê Seydalî Bulut got ku projeya qeyûm bêriya niha aydî wan bû û peyûm li projeya wan xwedî derketiye."
Di 2016’an de li ser fermana Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Partiya Hermên Demokratîk (DBP) a Dersimê hat kirin. Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Desimê ji bilî lembê ronîkirina bajêr tiştek nekiriye. Endamê Meclîsa Şaredariya Dersimê yê DBP’Ê Seydalî Bulut got ku vê projeya ronîkrina bajêr jî ne ya qeyûm e û ya serdema wan bûye. Bulut anî ziman ku hemû karê qeyûm dike jî ne projeyê wî ne.
Bulut diyar kir ku qeyûm ji bilî karê ronîkirina bajêr û binesaziyê tu karek din nekiriye û dîwarên avahiya şaredariyê bi tarzê Osmanî çêkirin jî ji aliyê kesî ve nehatiye erêkirin.
‘GEL DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE XEBATA QEYÛM DÊ NÎŞANÎ WAN BIDE’
Bulut xebatên qeyûm wek “ucube” pênase kir û got: “Dema me kar dikir, her tim mifetîşan kontrol dikir. Lê kes karê nebaş ê qeyûm kontrol jî nake. Piştî tayînkirina qeyûm destûr nedane endamên Meclîsa Şaredariyê yên CHP’ê û DBP’ê beşdarî civînê bibin. Erdogan derdikeve û dibêje ‘Qeyûmên me baş dixebitin.’ Lê dê gel di 24’ê Hezîranê de biryar bide ka qeyûmên wan baş dixebitin an na.”
MA / Semra Turan