DFG û MKGP: Divê Tirkiye dest ji êrişên li dijî rojnamevanan berde

  • rojane
  • 16:17 24 Tebax 2023
  • |
img
AMED - DFG û MKGP’ê bi daxuyaniyekê êrişa li dijî xebatkarên Jin TV’yê pêk hatî şermezar kirin û xwest qada navnetewî bêdeng nemîne û Tirkiye demildest dev ji êrişan berde. 
 
Cemiyeta Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG), Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî wesayîta xebatkarên Jin TV’yê ya li rojavayê Kurdistanê pêk hatibû, bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi taybetî li dijî rojnamevanên jin bi sîtematîk êriş pêk tên û tu carî serî bi kedkarên çapemeniya azad nikaribin bidin tewandin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rojnamevanên kurd û çapameniya azad bi deh salan ji bo ragihandina heqîqetê gelek berdêl dan û hêj jî didin. Mixabin mînakeke din vê carê li Rojavayê Kurdistanê pêk hat û êrişek bi balafirên dewleta tirk li wesayita televizyona Jin TV’yê hat kirin. Di serî de em vê êrişê bi tundî şermezar dikin. 
 
TEKOŞÎNEKE MEZIN DIHEWÎNE
 
Wek tê zanîn pîşeya rojnamegeriyê, karê ragihandinê bi giştî bandora xwe li her aliyên jiyanê dike û xwedî girîngiyeke taybet e. Di nava xwe de têkoşîneke mezin dihewîne. Li dijî nenaskirina nasnameya gelekî û li dijî zilm û zordestiya dewletan yek ji rêbaza têkoşînê ye. Loma jî li dijî pîşeya rojnamegeriyê û karê ragihandinê her tim zext, zordestî û êriş pêk hatine. Ev zext û zordestî jî bi taybet li dijî kedkarên çapemeniyê yên jin bi awayekî sîstematîk pêk tên. Gelek caran jî rojnamevanên ku li herêmên şer peywira xwe pêk tînin êriş li wan tên kirin û têne qetilkirin. 
 
EGÎT BIRÎNDAR BÛ, SÎNAN JIYANA XWE JI DEST DA
 
Herî dawî roja 23’yê tebaxê balafireke bêmirov û biçek a dewleta tirk li nêzî xaçerêya gundê Til Şiîrê yê li ser rêya Qamişlo-Amûdê yê Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li erebeyeke rojnamevanan da. Bi êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta tirk a li ser rêya Amûdê Qamişloyê nûçegihaneke jin a bi navê Delîla Egîd birîndar bû û karmendê JIN TV'yê yê bi navê Necimedîn Feysel Hec Sînan jî jiyana xwe ji dest da. Beriya niha jî li Serêkaniyê û Dêrikê rojnamevan Seed Ehemed, Mihemed Reşo, Welat, Îsam Ebdullah dema li ser karê xwe bûn bi êrişên balafirên dewleta tirk jiyana xwe ji dest dan. 
 
DIVÊ DEZGEHÊN NAVNETEWEYÎ BÊDENG NEMÎNIN
 
Bi van êrişan dewleta tirk peyman û zagonên navneteweyî yên Mafê Mirovan li ber çavên hemû cîhanê binpê dike. Loma jî dezgehên mafê mirovan û yên çapemeniyê yên navneteweyî divê li dijî van êrişana xwe ker û lal nekin. Bersiveke bi bandor bidin van êrişana. Û bila ev yek baş bê zanîn, bi operasyon, kuştin, zext, zordestî, êriş û îşkenceyê ew ê tu carî serî bi kedkarên çapemeniya azad nikaribin bidin tewandin. Wê şopdarên heqîqetê dev ji ragihandina rastî û heqîqetê bernedin. 
 
KEDKARÊN ÇAPEMENIYA AZAD NEMIR IN
 
Em careke din vê êrişa li ser rojnamevanên jin bi tundî şermezar dikin û bang dikin ku dewleta tirk dev ji van êrişên xwe yên dûrî mirovahiyê berde. Her wiha em ji malbata Jin TV’yê û tevahiya rojnamevanên jin re sersaxiyê dixwazin û dibêjin kedkarên çapemeniya azad nemir in.”
 

Sernavên din

29/08/2023
15:25 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansa mezin amade dike
15:17 Li Amedê civîna jinan: Em ê tecrîdê rakin û jiyana xwe azad bikin
14:36 UNESCO'yê sûr û Baxçeyên Hewselê hilda lîsteya 'Mîrateyên di Xetereyê de'
14:35 Kesê li Îzmîrê destdirêjî li zarokê kirî hate girtin
13:04 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şerayê kir
13:03 Dewleta tirk û komên paramîlîter demografyaya Girê Spî diguherînin
12:35 Dê qertên 1'ê Îlonê bo rojnamegerên girtî bên şandin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li bajarên Serhedê dê baraneke zêde bibare
10:50 Banga ji bo mitînga 1'ê Îlonê: Em li dijî şer dakevin qadan
10:30 Alîgirên Amedsporê hatin berdan
10:25 Li ser daxwaza RTUK’ê VOA Turkçe hate astengkirin
10:00 Karataş: Divê zimanê kurdî ne tenê di qada tenduristiyê de lê di hemû qadan de hebe
09:37 Rojnamevan Zal: Tirkiye bi siyaseta şantajê dixwaze tawîzan bide
09:36 Li dijî şerê taybet li qadan e: Jiyaneke azad a ku em bi dest bixin heye
09:15 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:01 Têkoşîna li dijî tecrîdê: Rêya demokratîkbûnê ji Îmraliyê re derbas dibe
09:01 Li Qerejdaxê hem cotkar hem jî karker bi gilî û gazinc in
09:01 Findiq di biniya fiyetê diyarkirî re tên firotin
09:01 Wan ji bo sala perwerdehiyê ya nû ne amade ye
09:00 'Kurd li Efrînê nikarin bi kurdî biaxivin'
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2023’YAN
28/08/2023
23:15 Êrişên Tirkiyeyê yên li Biradostê didomin
22:14 Li Silopiyayê dê li dijî şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê bê lidarxistin
18:18 Avahiya Şaredariya Cizîrê ya berê hat hilweşandin
16:44 Çalakiya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Wezareta Dadê di roja 33’yan de didome
16:39 Ji bo zimanê kurdî li E-Reçetemê were zêdekirin pêşnûmepirsa komî hate dayîn
16:25 Piştgirên Amedsporê sewqî edliyeyê kirin
15:53 Daxuyaniya 193 rewşenbîran a têkildarî Doza Kobanê: Derhiqûqî ye û em li dijin
15:31 Komkujiya Roboskê di meha 140’an de ye: Heta hesab neyê dayîn hevhelalkirin nabe
15:05 DAD: Em banga dikin ku kesên hewl didin elewîtiyê tune bikin bên teşhîrkirin
15:01 Rapora ‘guleya ketiye hewadariyê’: Tevî giliyan jî tu kirarî nehatin destpêkirin
14:31 ÎHD: Tehliyeya 313 girtiyan hate astengkirin, bila rêzikname bê betalkirin
13:54 Iraq û Îranê li ser girtina baregehên hêzên Rojhilat ên li Başûr lihev kirin
13:12 Li Dara Hênê ji bo baregeha leşkerî dar tên talankirin
13:10 Hewldana 78'an bertek nîşanî cezayê li Can hatiye birîn da
12:48 DBP'a Êlihê dest bi amadekariyên kongreyê kir: Werin em bi hev re vê pêvajoyê bihûnin
12:18 Operasyona li dijî DAIŞ’ê: Ketin û derketina 3 bajaran hate qedexekirin
12:17 Li Bursayê mirina zarokekî ya biguman
12:01 Xemsarî bû sedema mirina zarokekê
11:15 Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê kir
10:33 Konferansa 'Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve' di 3’yê îlonê de tê lidarxistin
10:01 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ozcan: Em ê tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin
09:02 Xwebûn bi manşeta 'Aştî Nefesa Gelan e' derket
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:55 Leşkerek hate kuştin
08:54 Li 7 bajaran dê baraneke zêde bibare
08:22 HSD’ê li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin
27/08/2023
23:44 Amedsporê bi 2-0'an dest bi lîgê kir
21:22 Tanrikulu bersiv da Koca: Di pergala e-reçete ya min de kurdî tunebe nayê qebûlkirin
21:08 SÎHA'yê li Silêmaniyê êrişî wesayîtekê kir
20:23 Li 13 gund û mezrayên Farqînê 3 roj in ceyran hatiye birîn
19:18 Ciwanan li seyranê bal kişandin ser polîtîkayên şerên taybet
17:02 Şandeya li Farqînê lêkolîn kirî: Êriş li dijî sivîlan hatiye kirin
16:13 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê bi gel re civiya
15:57 Xwarinê nadin koçerên hatine binçavkirin
15:56 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
15:32 Salvegera wefata Ebrû Tîmtîkê: Heta dawiyê li ber xwe da
15:23 Baroya Şirnexê: Divê tavilê zimanê kurdî li E-REÇETEM’ê were zêdekirin
15:02 Keskîn Bayindir: Heta tecrîd neyê şikandin aştî mimkin nîne
14:10 Ozcan û Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê
13:32 Ozcan: Em ê hemû astengiyan ji holê rakin
Kirkazak: Bila tirsa we ya li hemberî me bidome
13:31 Cenazeyên 3 kesên li Farqînê jiyana xwe ji dest dayîn anîn ATK'ê
13:14 Ji MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd xebateke nû: Kargeha Nivîskariya Afirîner
10:38 Ciwanên li dijî şerê taybet in: Ji ewil avakirina zîhniyetê
10:28 Kongreya HDP’ê: Divê kesên serî li tecrîdê didin bizanin ku nikarin rêya çareseriyê bixitimînin
10:06 Ozturk ê 30 salan girtî ma: Heke astengî bên rakirin pirsgirêk dikare di 6 mehan de bê çareserkirin
09:26 KNK: Şêweyê pêşwazîkirina Fîdan a li Hewlêrê cihê şermê ye
09:07 Sayin ê ji girtîgehê derket: Li zindanan berxwedaneke dîrokî heye
09:07 Eleqeyeke zêde ji bo 30'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter heye
09:03 Turkdogan: Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 Germavên Zumrûdê dan Şaredarê AKP'î!
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2023’YAN
26/08/2023
22:26 Ji jinên şengalî ji bo Abdullah Ocalan 100 name
22:22 Li Îranê di meha Tebaxê de 25 jin hatin qetilkirin
19:56 Tê gotin ku yê mala Yilmaz raçav kiriye çawîşekî pispor e
18:52 Rapora der barê talankirina xwezaya Botanê de
17:20 Girtiyê nexweş Poyraz tevî hemû îtirazan jî nayê dermankirin
17:07 Tiryakî: Em ê dawî li siyaseta qeyûmtiyê bînin
16:49 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
16:44 Girtiyê di beşa awarte de tê dermankirin, emeliyat bû
16:36 Li Farqînê malbeteke koçer bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:08 HDP û Partiya Çepên Kesk civînên amadehiya konferansê pêk anîn
15:45 Nerihetiyên girtiya ku çavên wê baş nabînin zêde dibin
13:41 'Înkarkirina hiqûqê îlankirina kêfiyetê ye'
13:03 Xwestin kiryarên Taştekîn û 5 gundiyan bên dîtin û darizandin
12:22 Welatî di Çalakiya Dayikên Şemiyê de ji polîsan re gotin: Hûn sûc dikin
11:57 Zaroka malbata karkerên çandiniyê ku bi têla ceyranê ve zeliqî mir
10:34 Li Geverê ciwanan çalakî li dar xistin
10:00 Wezîrê Dadê ku diçe çalakiyên AKP’ê, malbata Şenyaşar ji nedîtî ve tê
09:58 Li Amedê nerazîbûna li dijî krîza aborî: Her bijî tu padîşahê min!
09:04 Paşperdeya serdanên Hakan Fîdan ên li Bexda û Hewlêrê
09:03 Qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê: Demildest dest ji biryarên kêfî berdin
09:03 Jinên siyasetmedar: Em ê pêşengiya têkoşîna li dijî tecrîdê bikin
09:03 Gotinên dawî yên Dayika Aştiyê Safali aştî û têkoşîn bûn
09:01 Mizgîndêra payizê Canemerg bişkivî
09:00 Mexdûrê erdhejê ku lingekî wî tune ye doza erebeya astengdaran dike
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN
25/08/2023
22:07 Partiya Çepên Kesk hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne
20:21 Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand