Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin

  • rojane
  • 11:01 24 Tebax 2023
  • |
img
ENQERE - Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê derheqê 19 jê girtî bi giştî 21 kesan de bi îdiaya “bi çirandina têlên fansê zirar dane malê cemaweriyê” doz hate vekirin. Girtiyan jî bertek nîşan dan û gotin ku nikarin bêhnê bistînin û ev têl li dijî mafên mirovan e. 
 
Derheqê 21 girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê de bi hinceta “têlên fensê ya li ber paca xwe çirandine” doz hate vekirin. Girtiyên di hucreyên yekkesî de tên ragirtin, ji bo rakirina têlên fensê yên weke qefes jî tên binavkirin û li ber hesinên ber paceyên wan û nahêlin ro bikeve hundir, di dîrokên cuda de gelek caran ji bo Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê daxwazname nivîsandin. 
 
Di daxwaznameyan de hat destnîşankirin ku ev têl bi mebesta ewlekariyê nexistine pacê û ji vê armanc tê kirin ku mirûz û motîvasyona girtiyan kêm bikin û gefê li tenduristiya girtiyan bixwin. Girtiyan diyar kir ku 22 saetên rojê di hucreyê de ne, nikarin cilên xwe di hucreyê de ziwa bikin lewma xetere li ser tenduristiya wan heye û xwestin ku ji bo bikarin cilên xwe li derve bihilayîsin bila ew têl bên rakirin. 
 
GILIYÊ GIRTIYAN HATE KIRIN 
 
Girtiyan, got ku tenê bi rêya pacê derve dibînin û ji ber ku têlên behsa xeberê li cihekî pir nêz hatine bicihkirin, zirarê didin çavên wan û ew têl li gorî derfetên xwe jê kirin. Lijneya Disiplînê ya Midûriyeta Girtîgehê di 5’ê adara 2023’yan de derheqê 21 girtiyên têl jê kirin lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Di encama lêpirsînê de 3 roj cezayê hucreyê dan girtiyên di hucreya yekkesî de tên ragirtin. Di 23’yê adara 2023’yan de jî girtîgehê bi îdiaya “zirar dane malê cemaweriyê”, derheqê 21 girtiyan de li Serdozgeriya Komarê ya Bati ya Enqereyê serlêdana sûc kir. Dozgeriyê jî di encama lêpirsînê de diyar kir ku ziyan gihiştiye malê cemaweriyê û xwest ku pereyê vê zirarê ji hêla girtiyan ve were pêşwazîkirin û her girtiyek hezar û 416 TL’an bide. 
 
Girtiyan jî diyar kirin ku ew têl ji bo parastina mafê xwe yên tenduristiyê birîne û dê pereyê tê xwestin nedin. 
 
'EW TÊL LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN E’
 
Girtiyên ku derheqê wan de lêpirsîn hatiye vekirin, di 10’ê tîrmeha 2023’yan de bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfade dan Buroya Lêpirsîna Bûyerên Edlî ya Serdozgeriya Komarê ya Bati ya Enqereyê. Girtiyên ku bi rêya wergêrê kurdî îfade dan, diyar kirin ku têlên fensê yên li ber pacên hucreyên wan tên danîn bi kêrî tiştekî nepêwîst in. Girtiyan got ku li girtîgehên din têlên bi vî rengî nînin û ji ber hesinên ber paceyan ji xwe hewcehî bi van têlan nîne, têlên fensê tiştekî însanî nîne û li dijî mafên mirovan in. 
 
XWEST BÊN CEZAKIRIN 
 
Girtiyan, destnîşan kirin ku têlên fensê nahêlin hewa bikeve hucreyên wan û ev tişt anîn ziman: “Sepana têlên direhî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ji hêla mafên mirovan ve jî nayê qebûlkirin.” Dozgeriyê, di 8’ê tebaxa 2023’yan de bi îdiaya “zirar dane malê cemaweriyê” derheqê 21 girtiyên cezayê pereyan qebûl nekirin de îdianame amade kir. 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê di 15’ê tebaxê de îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de dozger îdia kir ku girtiyan ev bûyer di nava xwe de birêxistin kiriye, sûcê zirardayîna malê cemaweriyê kirine û xwest ku li gorî TCK 152 (zirardayîna mal; ji salekî heta 4 salan cezayê hefsê yan jî cezayê pereyê edlî) bên cezakirin. 
 
Girtiyên derheqê wan de îdianame hatiye amadekirin wiha ye: “Şerafettîn Demîr, Eşref İşik, Hasan Aşkin, Hasan Umut Ozer, Azîz Aktaş, Hakîm Sungur, Fesîh Taş, Abîdîn Kahraman, Ozgur Çelîk, Çetîn Çekîç, Ferhat Mûsa, Kinyas Atîma, Abdurrahîm Akalp, Mûrat Kaçar, Şadî Muhammed, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Fîkret Bîçen, Mehmet Akyuz, Nûrî Vural û Osman Yalavuz.”
 
ACAR JÊ HATE CUDAKIRIN 
 
Derheqê nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emrûllah Acar û Hakan Yalçin de jî îdianame hatibû amadekirin. Lê dema lêpirsîn didomiya, her du nûçegihan di 16’ê gulana 2023’yan de hatibûn berdan. 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê jî di 17’ê tebaxê de derheqê dosyaya Acar de biryara cudakirinê da û ji 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê re şand. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê jî 24’ê mijdara 2023’yan weke roja danişînê diyar kir. 
 

Sernavên din

29/08/2023
15:25 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo konferansa mezin amade dike
15:17 Li Amedê civîna jinan: Em ê tecrîdê rakin û jiyana xwe azad bikin
14:36 UNESCO'yê sûr û Baxçeyên Hewselê hilda lîsteya 'Mîrateyên di Xetereyê de'
14:35 Kesê li Îzmîrê destdirêjî li zarokê kirî hate girtin
13:04 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şerayê kir
13:03 Dewleta tirk û komên paramîlîter demografyaya Girê Spî diguherînin
12:35 Dê qertên 1'ê Îlonê bo rojnamegerên girtî bên şandin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li bajarên Serhedê dê baraneke zêde bibare
10:50 Banga ji bo mitînga 1'ê Îlonê: Em li dijî şer dakevin qadan
10:30 Alîgirên Amedsporê hatin berdan
10:25 Li ser daxwaza RTUK’ê VOA Turkçe hate astengkirin
10:00 Karataş: Divê zimanê kurdî ne tenê di qada tenduristiyê de lê di hemû qadan de hebe
09:37 Rojnamevan Zal: Tirkiye bi siyaseta şantajê dixwaze tawîzan bide
09:36 Li dijî şerê taybet li qadan e: Jiyaneke azad a ku em bi dest bixin heye
09:15 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:01 Têkoşîna li dijî tecrîdê: Rêya demokratîkbûnê ji Îmraliyê re derbas dibe
09:01 Li Qerejdaxê hem cotkar hem jî karker bi gilî û gazinc in
09:01 Findiq di biniya fiyetê diyarkirî re tên firotin
09:01 Wan ji bo sala perwerdehiyê ya nû ne amade ye
09:00 'Kurd li Efrînê nikarin bi kurdî biaxivin'
09:00 ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2023’YAN
28/08/2023
23:15 Êrişên Tirkiyeyê yên li Biradostê didomin
22:14 Li Silopiyayê dê li dijî şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê bê lidarxistin
18:18 Avahiya Şaredariya Cizîrê ya berê hat hilweşandin
16:44 Çalakiya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Wezareta Dadê di roja 33’yan de didome
16:39 Ji bo zimanê kurdî li E-Reçetemê were zêdekirin pêşnûmepirsa komî hate dayîn
16:25 Piştgirên Amedsporê sewqî edliyeyê kirin
15:53 Daxuyaniya 193 rewşenbîran a têkildarî Doza Kobanê: Derhiqûqî ye û em li dijin
15:31 Komkujiya Roboskê di meha 140’an de ye: Heta hesab neyê dayîn hevhelalkirin nabe
15:05 DAD: Em banga dikin ku kesên hewl didin elewîtiyê tune bikin bên teşhîrkirin
15:01 Rapora ‘guleya ketiye hewadariyê’: Tevî giliyan jî tu kirarî nehatin destpêkirin
14:31 ÎHD: Tehliyeya 313 girtiyan hate astengkirin, bila rêzikname bê betalkirin
13:54 Iraq û Îranê li ser girtina baregehên hêzên Rojhilat ên li Başûr lihev kirin
13:12 Li Dara Hênê ji bo baregeha leşkerî dar tên talankirin
13:10 Hewldana 78'an bertek nîşanî cezayê li Can hatiye birîn da
12:48 DBP'a Êlihê dest bi amadekariyên kongreyê kir: Werin em bi hev re vê pêvajoyê bihûnin
12:18 Operasyona li dijî DAIŞ’ê: Ketin û derketina 3 bajaran hate qedexekirin
12:17 Li Bursayê mirina zarokekî ya biguman
12:01 Xemsarî bû sedema mirina zarokekê
11:15 Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê kir
10:33 Konferansa 'Bi ciwanên rêxistinbûyî ber bi azadiya Rêbertî ve' di 3’yê îlonê de tê lidarxistin
10:01 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Ozcan: Em ê tecrûbeya xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bikin û meşa xwe li wir bidomînin
09:02 Xwebûn bi manşeta 'Aştî Nefesa Gelan e' derket
09:00 ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2023’YAN
08:55 Leşkerek hate kuştin
08:54 Li 7 bajaran dê baraneke zêde bibare
08:22 HSD’ê li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin
27/08/2023
23:44 Amedsporê bi 2-0'an dest bi lîgê kir
21:22 Tanrikulu bersiv da Koca: Di pergala e-reçete ya min de kurdî tunebe nayê qebûlkirin
21:08 SÎHA'yê li Silêmaniyê êrişî wesayîtekê kir
20:23 Li 13 gund û mezrayên Farqînê 3 roj in ceyran hatiye birîn
19:18 Ciwanan li seyranê bal kişandin ser polîtîkayên şerên taybet
17:02 Şandeya li Farqînê lêkolîn kirî: Êriş li dijî sivîlan hatiye kirin
16:13 Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê bi gel re civiya
15:57 Xwarinê nadin koçerên hatine binçavkirin
15:56 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
15:32 Salvegera wefata Ebrû Tîmtîkê: Heta dawiyê li ber xwe da
15:23 Baroya Şirnexê: Divê tavilê zimanê kurdî li E-REÇETEM’ê were zêdekirin
15:02 Keskîn Bayindir: Heta tecrîd neyê şikandin aştî mimkin nîne
14:10 Ozcan û Kirkazak bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê
13:32 Ozcan: Em ê hemû astengiyan ji holê rakin
Kirkazak: Bila tirsa we ya li hemberî me bidome
13:31 Cenazeyên 3 kesên li Farqînê jiyana xwe ji dest dayîn anîn ATK'ê
13:14 Ji MED-DER û Komeleya Wêjekarên Kurd xebateke nû: Kargeha Nivîskariya Afirîner
10:38 Ciwanên li dijî şerê taybet in: Ji ewil avakirina zîhniyetê
10:28 Kongreya HDP’ê: Divê kesên serî li tecrîdê didin bizanin ku nikarin rêya çareseriyê bixitimînin
10:06 Ozturk ê 30 salan girtî ma: Heke astengî bên rakirin pirsgirêk dikare di 6 mehan de bê çareserkirin
09:26 KNK: Şêweyê pêşwazîkirina Fîdan a li Hewlêrê cihê şermê ye
09:07 Sayin ê ji girtîgehê derket: Li zindanan berxwedaneke dîrokî heye
09:07 Eleqeyeke zêde ji bo 30'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter heye
09:03 Turkdogan: Îro ji her wextî bêtir pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 Germavên Zumrûdê dan Şaredarê AKP'î!
09:00 ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2023’YAN
26/08/2023
22:26 Ji jinên şengalî ji bo Abdullah Ocalan 100 name
22:22 Li Îranê di meha Tebaxê de 25 jin hatin qetilkirin
19:56 Tê gotin ku yê mala Yilmaz raçav kiriye çawîşekî pispor e
18:52 Rapora der barê talankirina xwezaya Botanê de
17:20 Girtiyê nexweş Poyraz tevî hemû îtirazan jî nayê dermankirin
17:07 Tiryakî: Em ê dawî li siyaseta qeyûmtiyê bînin
16:49 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
16:44 Girtiyê di beşa awarte de tê dermankirin, emeliyat bû
16:36 Li Farqînê malbeteke koçer bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:08 HDP û Partiya Çepên Kesk civînên amadehiya konferansê pêk anîn
15:45 Nerihetiyên girtiya ku çavên wê baş nabînin zêde dibin
13:41 'Înkarkirina hiqûqê îlankirina kêfiyetê ye'
13:03 Xwestin kiryarên Taştekîn û 5 gundiyan bên dîtin û darizandin
12:22 Welatî di Çalakiya Dayikên Şemiyê de ji polîsan re gotin: Hûn sûc dikin
11:57 Zaroka malbata karkerên çandiniyê ku bi têla ceyranê ve zeliqî mir
10:34 Li Geverê ciwanan çalakî li dar xistin
10:00 Wezîrê Dadê ku diçe çalakiyên AKP’ê, malbata Şenyaşar ji nedîtî ve tê
09:58 Li Amedê nerazîbûna li dijî krîza aborî: Her bijî tu padîşahê min!
09:04 Paşperdeya serdanên Hakan Fîdan ên li Bexda û Hewlêrê
09:03 Qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê: Demildest dest ji biryarên kêfî berdin
09:03 Jinên siyasetmedar: Em ê pêşengiya têkoşîna li dijî tecrîdê bikin
09:03 Gotinên dawî yên Dayika Aştiyê Safali aştî û têkoşîn bûn
09:01 Mizgîndêra payizê Canemerg bişkivî
09:00 Mexdûrê erdhejê ku lingekî wî tune ye doza erebeya astengdaran dike
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN
25/08/2023
22:07 Partiya Çepên Kesk hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne
20:21 Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand