AMED – Biryara doza Enes Ata û Mahsum Mizrak a 12 sal e dewam dike dê di 26’ê Nîsanê de bê aşkerekirin. Îhtîmala polîsên bersûc ên dozê bên beratkirin jî heye.
Li Amedê di 28’ê Adara 2006’an de gel li dijî kuştina endamên HPG’ê rabû ser piya û xwepêşandanan li dar xistibû. Bi rojan xwepêşandan dewam kiribûn û gelek mirov bûbûn hedefa polîsan. Di van bûyeran de Enes Ata ê 8 salî û Mahsum Mizrak ê 14 salî bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dabûn. Der barê 3 polîsên têkildarî kuştina Ata û Mizrak de doz hat vekirin 12 sal e dewam dike. Dê biryara dozê di 26’ê nîsanê de di danişîna li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Li bendê ye biryar bê dayîn.
Hemû delîl û şahidiya kuştina van zarokan ji holê hatin rakirin û windakirin. Her sê polîsên bersûc jî ji aliyê dadger û dozgeran ve hatin parastin û naxwazin wan ceza bikin. Li gel Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) xwest bersûc bên cezakirin jî lê dozger xwest berat bibin.
Di vê danişîna dawî de îhtîmala polîsên bersûc bên beratkirin jî heye û çav li vê yekê ne.
MA / Denîz Tekîn