MÊRDÎN - Şêniyên Mêrdînê bertek nîşanî cezakirina Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim dan û got ku dê di hilibijartina zordest a di 24’ê Hezîranê de bersiva cezakirin û betalkirina wekîlên HDP’ê bidin.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Gulser Yildirim ji 4’ê mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Kandiriyê girtî ye. Di 19’ê Nîsanê de 5’emîn danişîna Yildirim a jê tê darizandin hat dîtin û dadgehê bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” 7 sal û 6 meh ceza birî. Şêniyên Mêrdînê li dijî vê cezakirina parlamentera xwe nerazîbûn nîşan dan.
‘VÎNA ME YE’
Dayika Aştiyê Halîme Işik destnîşan kir ku ew cezakirina Yildirim a ku her tim ji bo aştî û demokrasiyê dixebite qebûl nakin û got: “Aştî xwestin ne sûc e. Bi cezakirin û girtinê tiştek çareser nabe. Gulser Yildirim vîna me ye. Wîjdan û vîna min biryarê qebûl nake. Bila demil dest wekîla me berdin.”
‘EM Ê DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE VÊ CEZAKIRINÊ NÎŞANÎ WAN BIDIN’
Dayika Aştiyê Turkan Durç jî diyar kir ku ji bo aştî û wekheviyê vîna xwe radestî wekîlên xwe ku kirin e cezakirina wan nayê qebûl kirin û wiha got: “Ew li hundir bin jî vîna me ne. Em ê xwedî li vîna xwe derkevin. Em ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de vê cezakirinê nîşanî wan bidin. Ku îradem girtî be, ev hilbijartin jixwe ne bi edaletiye.”
‘EM Ê BERSIV MEZIN DI HILBIJARTINÊ DE BIDIN’
Endamê Meclîsa HDP’ê Nazim Kok jî da zanîn ku cezakirina Yildirim dijminahiya li dijî kurdan e û wiha axivî: “Jixwe biryar qet û qet ne hiqûqî ye. Em ê bersiva herî pêwîst di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bidin. Her çiqas ceza li vê vînê bibirin, lê ew vîna gel in.”
Felek Fîdan jî destnîşan kir ku Gulser Yildirim ji ber xebatên siyasetê “dîl” hatiye girtin û got: “Em vê cezakirinê wek tundiya li ser siyasetê binav dikin. Dixwazin vîna jinê ya nav siyasete bitepisînin. Ew vîna ku Yildirim kir parlamenter dê di hilbijartinê de dîsa xwedî derkeve.”
‘ME NE JI BO GIRTÎGEHÊ JI BO PARLAMENTOYÊ EW HILBIJART’
Ceyla Eser jî anî ziman ku cezakirin biryarek siyasî ye û ji bo wekîlên wan li Meclîsê bixebitin hilbijartine ne ji bo li girtîgehê bin.
Aladdîn Bîngol jî bertek nîşanî cezakirina Yildirim da û wiha got: “Divê li şûna wekî li meclîsêbûna, lê girtîgehê ne û tên cezakirin. Me wan ne ji bo hepsê hilbijart. Ev biryarek li dijî demokrasiyê ye. Nayê qebûlkirin. Yildirim vîna me ye û em ê di 24’ê Hezîranê de xwedî lê derkevin.”