* Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, got ku ji ber AKP nikare welat bi rêve bibe biryara hilbijartinên zordest da. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê DÎlan Dirayet Taşdemîr jî, diyar kir ku bi taybetî 24’ê Hezîranê ji bo jinan dê bibe werçerxa dawî.
* Karkerên DHL Experess ji bo ku endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin, banga tevlîbûna pîrozbayên 1’ê Gulanê yên li Maltepe kirin.
* Şêniyên Mêrdînê bertek nîşanî cezakirina Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim dan û got ku dê di hilibijartina zordest a di 24’ê Hezîranê de bersiva cezakirin û betalkirina wekîlên HDP’ê bidin.
* Berdevkê Hewldana Jiyankirina Heskîfê Ridvan Ayhan bi boneya 28’ê Nîsanê Roja Çalakiya Kurewî ya Sûr û Heskîfê bang li aktîvîstên xwezaparêz û ekolojîstan kir ku bên herêmê û got: “28’ê Nîsanê de em ê bidin nîşandan ku Heskîf li cihê xwe ye û hêj têkoşîna ji bo wê xelas nebûye.”
* Li Dêrsimê derket holê ku şaredariya ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin tekane karê ronîkirina bajêr kiriye. Endamê Meclîsa Şaredariya DBP’ê Seydalî Bulut got ku projeya qeyûm bêrivê dibe jî aîdî wan bûye.
* Ji bangawazên Memleket Em in, Serokê Berê yê Sendîkaya Dadgeran Mustafa Karadag, diyar kir ku ew dixwazin hemû pirsgirêkan bikin yek û muxalifa civakî û sivîl ava bikin û wiha got: "Armanca me ewe ku em li Tirkiye jiyanek azad ava bikin e."
* Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî, bertek nîşanî dirêjkirina cara 7'emin ya OHAL'ê da û wiha got: “Îktîdar dixwaze OHAL'ê bike perçeyekî jiyanê. Bi OHAL'ê dixwaze sûcê xwe veşêre.
* Prz. Şenay Tavûz, pêşnûmaya Zagona Îstîsmara Zayendî ku dixwazin bi rêbaza “Xesandina Kîmyewî" rê li pêş sûc bigirin nirxand û got: "Zagonên heyî ger rast têxin meriyetê pêdivî bi yên nû tune ye.
* Parlamenterê HDP’ê Ertugrul Kurkçu, diyar kir ku AKP’ê bi biyara hilbijartina zordest re dest bi şerekê bêmaf kiriye û got: “Heta bêjê hûn bê minetin vaye meydan li ber we.”
* Biryara doza Enes Ata û Mahsum Mizrak a 12 sal e dewam dike dê di 26’ê Nîsanê de bê aşkerekirin. Îhtîmala polîsên bersûc ên dozê bên beratkirin jî heye.