MÊRDÎN - Li Kerboranê maşîneya zirxî li jina bi navê Suphiye Yakut a 50'î salî qelipî û bi giranê birîndar bû.
Li navçeya Kerborana Mêrdînê maşineya polîsan a zirxî li jina binavê Suphiye Yakut a 50'î salî ya ji bazarê vedigeriya malê, xist. Bûyer di saetên serê sibê de, li ser rêya Kolana Mîdyatê rû da. Yakut a bi giranî birîndar bû, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyatê.
Kurê Suphiye Yakut Lokman Yakut, diyar kir ku ji ber gumana xwîn rijiya ye li ser hinavên dayîka wî, sewqî Amedê kirin. Yakut, da zanîn ku li gorî çavderiyên welatiyên derdorê, ajokarê maşîneya zirxî bi awayekê bê kontrol paşve vegeriyaye û li dayîka wî qelipiye.