MANÎSA - Li navçeya Kirkagaç a Manîsayê, mînîbusa leşker û cerdevanên derketibûn destûra sûkê li TIR’ê qelipî, 21 leşker, 3 cerdevan û ajokarê mînîbusê birîndar bûn.
Mînîbusa leşker û cerdevanên Fermandariya Cendirmeyan a Qomando ya Alaya 6’emîn a Kirkagaç a j navçeya Soma ya Manîsayê diçû Kirkagaçê li Tirekê qelîpî. Di qezayê de mînîbus qelipî, 21 leşker, 3 cerdevan û ajokarê mînîbusê birîndar bûn. Welatiyên derdorê agahî da nexweşxan û ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Mûdaxileya birîndar a destpêkê li cihê bûyerê hat kirin û dûre birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Kirkagaç û Dewletê ya Somayê.