ENQERE - Şerîf Mesutoglu yê 6 roj berê xwe li salona dadgehê şewitand, piştî 6 rojan agahî jê hat girtin.
Qeymeqamê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û qeyûm Muhammet Fatîh Safîturk di 10’ê Mijdara 2016’an de di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dabû. Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bûyer girt ser xwe. Lê ligel vê yekê jî 8 jê girtî derbarê 15 kesan de doz hat vekirin. Danişîna doza Şefê Karê Nivîsandina Qeymeqam Şerîf Mesutoglu yê girtî di 16’ê Nîsanê de hat dîtin û Mesutoglu yê 18 mehin li Girtîgeha Tîpa T a Sîwerega Rihayê tê girtin, gava bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, li ber çavê dadgehê agir berdabû bedena xwe. Mesutoglu piştî 6 rojan agahî jê nehat girtin, malbatê îro agahî girtin. Derket holê ku Mesutoglu li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê hatiye razandin. Malbat fêr bû ku Mesutoglu serê sibê saet di 07.00’an de ji Rihayê birine Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê.