ŞIRNEX - Rêxistina Cizîrê ya HDP’ê, ji bo hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê dest bi xebatan kir.
Rêxistina Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) a Cizîrê, ji bo hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê li avahiya navçeyê civîna gel li darxisti û dest bi xebatan kir. Eleqeyek mezin ji bo civînê hebû. Ji hevparên HDP’ê, hevserokên rêxistina DBP’a Cizîrê, gelek welatî û Hevserokê HDP’a Cizîrê Alî Akdenîz beşdarî civînê bûn. Hevserokê HDP’ê Alî Akdenîz di civînê de axivî.
Akdenîz, hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê ku dê roja Yekşemê bê lidarxistin nirxand û derbarê amadekariyên xwe yên hilbijartinê de agahî dan.
Piştî axaftina Akdenîz, endamên partiyê piştgiriya xwe ya ji bo xebatên hilbijartinê bi lêxistina çepikan diyar kirin.