AMED - Bi minasebeta 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd, li Amedê panel hat lidarxistin. Di panelê de rewşa çapemeniya kurd hat niqaşkirin. Di panelê de Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Welat Zeynel Abidin Bulut, diyar kir ku zextên serdema dewleta Osmanî yên li ser Rojnameya Kurdistanê îro bi destê hikûmetê li ser rojnameqa Welat û çapemeniya azad berdewam dikin.
Cemîyeta Rojnamegerên Kurdistan, bi minasebeta 120'emîn salvegera 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd ku Rojnameya Kurdistan di 1898'an de li Kahirê dest bi weşanê kir, panel pêk anî. Panel li Otela Demîr a Amedê pêk hat. Gelek rojnameger tev li panelê bûn. Serokê Cemîyeta Rojnamegerên Kurdistanê Ferat Mehmetoglu panel bi rêve bir. Mehmetoglu, diyar kir ku rojnamegeriya Kurdistan 120 salin bi kedek mezin û di bin şertên pir giran de gelê kurd der barê geşedanên cîhanê de agahdar dike û cîhanê der barê geşedanên li herêmê agahdar dike. Mehmetoglu, xwest rojnamegerên kurd dema nûçe çêkirin berjewendiyên Kurdistanê li ber çavan bigirin. Mamedoglu, anî ziman ku tevî hemû astengiyan dê rastiyên li herêmê bi raya giştî re parve bikin û pêşiya civakê ronî bikin. Di panelê de Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Welat Zeynel Abidin Bulut, diyar kir ku zextên serdema dewleta Osmanî yên li ser Rojnameya Kurdistanê îro bi destê hikûmetê li ser rojnameqa Welat û çapemeniya azad berdewam dikin. Bulut, anî ziman ku wan mîrateya rojnamegeriya Azad ji Ape Musa, Rohat Aktaş, dewir girtine û li dijî asimilasyonê têkoşîna heqîqetê dimeşînin.