Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê mehê carekê derdixin revîrê

  • rojane
  • 10:42 18 Tebax 2023
  • |
img
AMED - Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar ê Kovara Ozgur Halkê Mahmût Gulecan li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê dihat ragirtin û hate berdan. Gulecan, da zanîn ku mafê tenduristiyê tê binpêkirin û li girtiyan tecrîd tê ferzkirin.  
 
Li Tirkiyeyê zexta li ser rojnamegeran her ku diçe zêdetir dibe. Li girtîgehan ku weke cihên rojnamegeran tê pênasekirin jî binpêkirinên mafan didomin. Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar ê Kovara Ozgur Halkê Mahmût Gulecan di 18’ê nîsana 2018’an hatibû girtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Gulecan di 31’ê tîrmehê de hatibû berdan. 
 
Gulecan ê ji Girtîgeha Metrîsê sewqî Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê hate kirin û 4 mehan girtî ma. Gulecan, der barê binpêkirinên li girtîgehê axivî. 
 
Mahmût Gulecan
 
‘BERSIVA DAXWAZNAMEYAN NADIN’
 
Gulecan, destnîşan kir ku li girtîgehan girtî tên tecrîdkirin, bi tenê tên hiştin û diyar kir ku mafê çalakiyên civakî tê binpêkirin. Gulecan, bilêv kir ku girtî li dijî van binpêkirinan li ber xwe didin û da zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi hinceta “tijebûna girtîgehê” daxwaznameyên wan red dike. 
 
‘GIRTIYAN MEHÊ CAREKÊ DERDIXIN REVÎRÊ’
 
Bi domdarî Gulecan bi bîr xist ku yek ji pirsgirêkên li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê jî binpêkirina mafê tenduristiyê ye. Gulecan, ev agahî parve kir: "Divê em li dijî van rewşên ku wek mirovî nayên qebûlkirin hişyar bin. Tedawiya girtiyên nexweş di dema xwe de nayên kirin. Nêzîkatiya personelên tendûristiyê cidî nîne, derketina girtiyan a revîrê bi mehê carekê ve hatiye sînordarkirin. Dema ku tu nexweş bî û te daxwaznameyek nivîsand, daxwaza te wiha red dikin, ‘tu hefteya din an jî hefteyek berê derketibûy revîrê.' Gelek pirsgirêkên bi rengî hene û herî dawî derziyekê li hevaleke me xistin û cihê ku derzî lê xistibûn werimî. Tevî hemû israrên me jî bijîşk ji me re wiha got, ‘Ez nikarim derxim revîrê.’ Bi taybetî di mijara tenduristiyê de gelek pirsgirêk hene. Hejmara zêde ya girtiyan jî weke hincet tê nîşandan." 
 
TENÊ 7 PIRTÛK
 
Di berdewamê de Gulecan got ku li girtîgehê ji bo her girtiyekî sînora 7 pirtûkan hatiye danîn û wiha domand: “Roja ku pirtûk bikevin girtîgehê hatiye diyarkirin. Ji bilî van rojan nahêlin pirtûk bikevin girtîgehê. Dibêjin ji pirtûkxaneyê sûd bigirin lê belê pirtûk an di dema xwe de nayên dayîn, an jî bi yek pirtûkê sînordar dikin. Em dikarin ji bo kovar û rojnameyan jî heman tiştî bibêjin. Di xwe gihandina çavkaniyan de pirsgirêkên cidî hene." 
 
‘TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ TÊ DAYÎN’
 
Gulecan destnîşan kir ku li gel hemû zext, tecrîd û binpêkirina mafan jî girtî têdikoşîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevalên di girtîgehan de bi tu awayî dev ji têkoşîna xwe ya mirovî û demokrasiyê bernadin. Civak ji bo rewşa xwe ya heyî çiqas xurt têbikoşe, dê sekna hevalên girtî jî ewqas xurtir bibe. Dema bi qasî misqalê ji têkoşîna demokrasiyê tawîzê didin, ev yek bandoreke mezin li girtîgehan dike. Lewma divê em bi qasî misqalê jî tawîz nedin. Rêya têkoşînê jî têkoşîna hevpar a hemû dînamîkên civakê ye."

Sernavên din

22/08/2023
10:53 Rezerva zêr a Tirkiyeyê bi qasî 4,12 milyonan kêm bû
10:05 Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin
09:06 Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn
09:04 Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin
09:02 Karkerên di grevê de: Li dijî kedxwariyê derkevin
09:02 Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da
09:01 Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê?
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:58 Zem li motorînê hate kirin
21/08/2023
23:25 Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:50 Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin
20:31 Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin!
18:37 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
16:47 Akademîsyenê Aştiyê Ari 6 sal piştre li peywira xwe hate vegerandin
16:25 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
16:05 Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin
15:41 Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin
15:25 Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin
15:24 ‘Bila bijîşkên veterîner bikevin ber Di Tenduristiyê de Qanûna Tundiyê’
14:56 TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin
14:30 Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin
14:21 TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan
16:14 Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir
15:50 Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e
15:34 Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin
15:15 Bilbisê 22 roj in di dorpêça leşkeran de ye: Kesek hat binçavkirin
15:08 Ji bo girtiya nexweş Semîran Çakir banga berdanê hat kirin
14:27 'Em bi we re ne Dayikên Şemiyê'
14:07 28 sal in xeber ji Hecî Ehmed nayê girtin
14:01 ‘Hûn çiqas qeyûman tayîn dikin bikin, em ê dîsa hevşaredarên bijêrin’
13:43 Êrişa li dijî tebelaya HDP’ê li Bazidê hat şermezarkirin
13:33 Eren: Girtîgeh bûne navendên îşkence û xerabiyê
12:34 Bîra sondajê ya leşkeriyê ava çem herimand
12:17 Destên Dayikên Şemiyê ji paş ve hat kelemçekirin û hatin binçavkirin
11:59 Dê ji bo bîranîna keça xwe 40 hezar dar deyne
11:46 Rêveberê Dêrê: Tûgaya Tolhildanê ya Tirk gefa kuştinê li min xwar
11:06 Jinan li Beyrûdê pergala hevserokatiyê nîqaş kirin
10:56 Şewata li Hênê hat vemirandin
10:09 Ciwanan li Rihayê 'şerê taybet' nîqaş kirin
09:46 Serokê ÎHD’a Amedê Yilmaz: Tecrîd dibe sedema zêdekirina binpêkirinên mafan
09:01 Darbeya qeyûm a duyemîn: Deyn zêde bûn, li holê bi navê xizmetê tiştek tune
09:01 ‘Encamên hilbijartinê hezm nekirin, Bedlîsê kirin hedef'
09:01 'Efrîn bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan'
09:01 Kesên ji ber çekên kîmyewî jehrî bûne wekî 'sermagirtinê' hatine tomarkirin!
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2023'YAN
18/08/2023
22:21 DEDAŞ’ê li Hezexê ceryana 6 gundan birî
22:00 Tirkiyeyê li Helebê êrişî wesayîtekê kir
20:51 Li gor TurkTelekomê JINNEWS ne li gor 'Profîla Malbatê' ye!
20:44 Şewata li Hênê didome
18:56 Li Elbakê cerdevanê ku dest dirêjî jinekê kir hat binçavkirin
18:51 Lijneya Jinan a HDP'ê qeyûm şermezar kirin
16:29 Piştgiriya ji bo Malbata Şenyaşar hate astengkirin