ENQERE - Platforma "Memleket Em in", di çarçoveya "Hevdîtina Azad" de li Odeya Endezyarên Înşaetê (îMO) ya Enqereyê kom bûn. Di hevdîtinê de Endamê Lîjneya Bilind a TTB'ê Alî Çerkezoglu, diyar kir ku li vî welatî divê hemû hêzên muxalif bi hêzek mezin û çalaktir bên cem hev û xwe bi rêxsitin bikin û got: "Heta gotin nekeve meriyetê tu qîmeta wê tune ye."
Platforma "Memleket Em in," di çarçoveya "Hevdîtina Azad" de li Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Stenbolê kom bûn. Akademîsyen, hunermend, rewşenbir û gelek kesên din li ser navê Platforma Memleket Em in" li Enqereyê “Civîna Azad" pêk anî. Civîn bi şîara “Em deng derxin, rawestînin, Em welatê xwe ji nûve ava bikin" li Navenda Giştî ya ÎMO pêk hat. Li salonê pankartên "Em gel in, Memleket Em in. Ne dîktatorî azadiyê em dixwazin" û “Ji ked, zanistî, xweza û jinê re azadî" vekirin. Beşdarên civînê bi yek dengî "Em soz didin heta em tariyê ronî bikin, heta em fikrên xwe yên girtî azad bikin, heta kelepçeyê li qirika me xin, heta hemû nirxên me azad bibin, em dê di vê rêçê de bimeşin."
PEYVA NEKEVE MERIYETÊ TU QÎMETA WÊ TUNE
Civîna hevdîtinê bi Endamê Lijneya Rûmetê ya Bilind a TTB'ê Ali Çerkezoglu dest pê kir. Çerkezoglu, ji bo Platformê got “Ev tevger bi qasî hewldana ji bo welat ji nûve ava bive bi biryarin û wiha got: "Piştî em hatin cem hev, pêdiviya me bi hemû hêzên muxalif heye ku em wan bînin cem hev û bibin yek. em dikarin li vî welatî tevgerek nû ava bikin. Ger ku em gotinên xwe nexin meriyetê, tu qîmeta wan peyvan tune ye. Em dê ji jiyana medya civakî derkevin û derkevin pêlên jiyana rast û kampanya azadiyê pêş bixin. Em dê milê meşê ava bikin."
Piştî Çerkezoglu, Akademîsyen û hîndekar Necla Kurul a bi KHK'ê hat îxrackirin axivî. Kurul, anî ziman ku îro li hemberî wan atmosfera hilbijartinê heye û wiha got: "Divê berî her tiştî em bersîva "Aqlê mirovan dikare jiyana civakî bi wate bike û wê pêşve bibe? bi bersivînin. Ji bo em ji vê pirsê re dibêjin erê em îro li vir in. Em di qada siyaset, aborî û îktîsadê de dibînin ku jiyana civakê têk diçe. Di her qadê de tirsek heye û divê em vê tirsa vala, belav bikin. Em siyaseta pere, mal û milk nakin. Em dê siyaseta azadiyê û mafên mirovan pêş bixin. Em dê tevgerek nû ya mirovahiyê avabikin. Em dê siyaseta demokratîk pêş bixin. Em dê siyaseta wekhevî, aramî û azadiye pêş bixin. Em dê xerabiyê bi ser serê wan de xera bikin.