NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Kabîl a Afganîstanê êrîşek întîharê pêk hat û di êrîşê de 31 kes mirin û 54 kers jî birîndar bûn.
Li nêzî navendeke hilbijartina herêma Kae-î Nazîr a paytexta Kabîl a Afganîstanê êrîşek întîharî pêk hat. Wezîrê Karê Hûndîr ê Afganîstanê, diyar kir ku êrîşkar xwe di nava kesên xwestin li navenda hilbijartinê qeydên xwe çêbikin de teqandiye. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Vahîd Mecrun jî, anî ziman ku di êrîşî de 31 kesan jiyana xwe ji dest dan û 54 kes jî birîndar bûn. Camên gelek mal û kargehên bûyer lêqewimî şkestin û rê li trafîqê hat girtin. Hîna kesekê êrîş negirtiye ser xwe. Talîban berî çar rojan, di ser navendekê hilbijartinê ya bajarê Gur ê dikeve rojavayê welat de girtin û 5 kes revandibûn. Afganîstan xwe amade dike ku di 20’ê Cotmehê de biçe hilbijartinên parlamenteran û qeydên wê di 14’ê Nîsanê de dest pê kiribûn.