NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî anketa Lêkolîna Metropoll dengê kurdan dê rengê hilbijartina 24'ê Hezîranê diyar bike. Xwediyê Lêkolîna Metrepoll Ozer Sencar, diyar kir ku 55 milyon hilbijêr hene û ji sedî 18 dengê kurdan e. Sancar, anî ziman ku dengê Kurdan dê rengê hilbijartinê diyar bike.
Xwediyê Şîrketa Lêkolîna Metropoll Ozer Sencar, encama anketa meha Adarê ya der barê hilbijartinê de ku li tevahiya Tirkiye amadekirin bi beşa Tirkî ya DW re parve kir. Ozer Sancar, anî ziman ku li Tirkiye 55 milyon hilbijêr hene û ji sedî 30'yê hilbijêran Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener diecibînin. Sencar, anî ziman ku hêj vê ecibandinê bandora xwe li ser dengê partiya ÎYÎ nekiriye. Sencar, da zanîn ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dengê kurdan dê diyarker be û di nava 55 milyon hilbijêran de ji sedî 18 hilbijêrên kurd in. Sencar, da zanîn ku ev rêya dengê kurd dê encam û rengê hilbijartinê diyar bike u xwest hemû namzetên derkevin pêşberî Erdogan û Erdogan vê rêjeyê li ber çavan bigirin.