NAVENDA NÛÇEYAN - 146 jinên Kurd, ji bo parlamenteriya parlamentoya Iraqê, dest bi amadekariyan kirin.
Li Iraq û Herêma Kurdistanê di 12'ê Gulanê de dê hilbijartina parlamentoya Iraqê pêk bê. Bi giştî dê 88 partî û koalîsyon beşdarî hilbijartinê bibin. 6 hezar û 904 kesan bûn namzet. 4 hezar û 850 jê mêrin û 2054 jê jin in. Namzet ji bo 329 kursiyan bi dest bixin dê têkevin pêşbaziyê. 24 milyon hilbijêr dê li 52 hezar navendên dengdanê xwe li seranserî Iraqê bikar bînin. Li gorî nûçeya Roja Mihemed ya ROJNEWS'ê, li Herêma Kurdistanê 3 milyon û 144 hezar û 730 kesî mafê dengdanê hene. Li Herêma Kurdistanê 19 partî, 4 koalîsyon û 2 kes serbixwe diçin hilbijartinê. Bi giştî li Herêma Kurdistanê 503 namzet hene. Ji vane 357 mêrin û 146 jinin.
Ji bo Herêma Kurdistanê 46 kursiyên parlamentoya Iraqê hatine veqetandin. Ji bo parêzgeha Hewlêrê 16 kursî, ji bo Parêzgeha Silêmaniyê 18 kursî û ji bo ya Dihokê 12 kursî ne.Namzetên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Dihokê, Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk û Nînewa 146 namzetin û tenê 32 jê jinin. Ango bi rêjeya ji sedê 24.66 ji bo jinan hatiye veqetandin. Giştî li Iraqê 179 jin li ser listeyên Kurd namzetin. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parêzgehên Silêmaniyê, Hewlêr û Dihokê 62 namzet heye, tenê jê 14 jinin. Rêjaya namzetên jin ji sedê 22. 58 e. Tevgera Goran li Silêmaniyê, Hewlêr û Dihokê 39 namzet heye, ji vane 10 namzet jinin. Rêjeya jinan ji sedê 25.64 e. Komeleya Îslamiya Kurdistanê li Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê 12 namzet heye. Ji wan tenê 4 jinin. Rêjeya jinan ji sedê 30.78 e. Di lîsteya Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê li Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Dihok, Mûsil û Diyale 94 namzet destnîşan kiriye. Ji van 20 jinin û rêjeya jinan dike ji sedê 21. 27.
3 ENIYÊN SIYASÎ BI YEK LÎSTEYÊ BEŞDARÎ HILBIJARTINÊ DIBIN
Her sê aliyên siyasî, Tevgera Goran Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadpweriyê bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên Iraqê dibe. Hejmara namzetê wan 123 ye, ji van 32 nazmet jinin û rêjeya jinan dike ji sedê 26. 02. Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li çar parêzgehan 42 namzet heye û 14 jê jinin. Rêjaya jinan ji sedê 33.33. Hizba Komnîst (Hizba Şîu) li parêzgehên Silêmanî, Kerkûk, Diyale û Mûsilê 15 namzet destnîşan kiriye. Li silêmaniyê 5 namzetin û piraniya wan jinin, Li Kerkûkê 8 namzetin û jê 3 jinin. Yekemîn partiye herî zêde girîngî bi ked û têkoşîna jinan dayî. Rêjeya jinan ji sedê 33.33. ye. Hizba Soslayîsta Kurdistanê 29 namzet heye û 9 jê jinin. Tenê li yek parêzgehê seroka lîsteyê jine. Ew jî li parêzgeha Silêmaniyê.
DI SERÊ LÎSTEYAN DE JIN KÊM IN
Lîsteya Nifşê Nû ku ji Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Eniya Demokrasiya Gel û Nifşê Nû pêk tê ji 124 nazmetan pêk tê. Ji van 37 namzet jinin. Serokê ti lîsteyan jin nîne. Rêjeya jinan ji sedê 29. 84 e. Di lîsteyên ku hatine destnîşan kirin de, di piraniya wan de kêm jin xistine serokên lîsteyan. Hinek partî hene ku jin xistine serokên lîsteyan. Yan jî hinek aliyên siyasî ji çend parêzgehan tenê li parêzgehê jin xistine serokê lîsteyê. Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) tenê li Silêmaniyê Dr. Ciwan Îhsan xistine seroka lîsteyê. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Dihokê Viyan Sebrî xistine seroka lîsteyê. Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê tenê li Kerkûkê Ciwan Hesen xistine seroka lîsteyê. Hizba Komnîst (Hizba Şîu) Silêmaniyê piraniya namzetên wê jin bû, Şilêr Reşîd bûye seroka lîsteyê. Hizba Soslayîsta Kurdistanê li Silêmaniyê Tanya Tahîr xistiye seroka lîsteyê.