RIHA - 6 rojin der barê girtî Şerîf Mesutoglu yê xwe şewitand de agahiyên rast nayên dayîn. Malbata Mesutoglu serî li gelek saziyan da, lê tim agahiyên bi nakok ji bo wan hat dayîn. Malbatê got ku ew der barê jiyana kurê xwe de bi fikarin.
Qeymeqamê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û qeyûm Muhammet Fatîh Safîturk di 10’ê Mijdara 2016’an de di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dabû. Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bûyer girt ser xwe. Lê ligel vê yekê jî 8 jê girtî derbarê 15 kesan de doz hat vekirin. Danişîna doza Şefê Karê Nivîsandina Qeymeqam Şerîf Mesutoglu yê girtî di 16’ê Nîsanê de hat dîtin û Mesutoglu yê 18 mehin li Girtîgeha Tîpa T a Sîwerega Rihayê tê girtin, gava bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, li ber çavê dadgehê agir berdabû bedena xwe. Derbarê jiyana Mesutoglu de 6 rojin agahiyên bi nakok ji bo malbatê tên dayîn.
Hevjîna Mesutoglu Saîme Ateş Mesutoglu, diyar kir ku wan agahiya hevjînê wê rakirin nexweşxaneya Rihaya girtin û wiha axivî: “Lê ligel 6 roj bi ser bûyerê re derbas bûn jî, tu agahî ji bo me nayê dayîn. Me serî li gelek saziyan da, lê kes ji me re tiştekê nabêje. Derbarê jiyana wî de fikarên me hene. Dest pê kê agahiya hevjînê min rakirin nexweşxaneya Rihayê ji bo me hat. Lê hevjînê min ne li nexweşxaneya Rihayê ye. Berî du rojan me serî li dozgeriya Sîweregê da. Dozger ji me re got hevjînê te di şeva 19’ê Nîsanê de ji nexweşxanê hatiye derxistin û ew paşve şandine girtîgehê.”
DERBARÊ SEWQ KIRINÊ DE TU AGAHÎ TUNEYE
Mesutoglu, anî ziman ku di heman rojê de cardin diçe Girtîgeha Sîwerêgê û li wir hîn dibe ku hîna hevjînê wê neanîne girtîgehê û wiha got: “Dinava du rojan de min serî li gelek saziyan da. Herî dawî Wezareta Tenduristiyê agahî da û got rewşa wî başe, li nexweşxaneya Rihayê tê dermankirin. Bi malbatî em hatin Rihayê. Lê li vê derê jî gotin ne li vire û sewqî nexweşxaneyekê Enqereyê hatiye kirin. Lê baweriya me bi vê agahiyê jî tuneye. Derbarê sewq kirinê de ewraqekê jî nadin me.”
Mesutoglu, da zanîn ku laşê hevjînê wê di asta dereceya 2 û 3 de şewitiye û ji jiyana hevjînê xwe bi fikare.
SAZÎ AGAHIYÊN BI NAKOK DIDIN
Bavê Mesutoglu Mesut Çelîk jî, diyar kir ku dinava 6 rojan de li gelek saziyan geriyane û wiha axivî: “Her saziyek agahiyek cûda dide me. Ev rewş me ditirsîne. Keyda kurê min li nexweşxaneyan tuneye. Ez ditirsim ku kurê min serwinda bikin. Ger tiştek bê serê kurê min û yek ferdekê malbatê berpirsiyariya wê dewlete. Ev 6 rojin em li ser rêyane. Kesek agahiyek rast nade me. Wezareta Tenduristiyê got li Rihayê ye. Nexweşxanê jî got ewqî Enqerê hatiye kirin. Gava me gelgeya sewqê xwest, ji me re gotin ‘kurê we ne anîne nexweşxaneya me.’ An bijîşkê nexweşxanê, yan jî Wezareta Tenduristiyê derewan dike.”
Malbat ji bo agahî ji kurê xwe bigire ber bi Enqerê ve ket rê.