COLEMÊRG – Colemêrgiyan bersiv da gotinên “Wan di sindoqan de veşêrin” ên Erdogan ku biryara hilbijartina zordest da û wiha gotin: “Em AKP’ê ji xwe re nakin hevrik jî. Em ê 7’ê hezîraneke din bînin serê wan.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 90 dengan li Colemêrgê kom dike. Her çiqas du wekîlên Colemêrgê girtîbin jî xwe ji bo hilbijartina zordest amade dikin. Welatiyên Colemêrgê têkildarî hilbijartina zordest a ku Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan biryara wê girt û dê di 24’ê Hezîranê de pêk bê axivîn û bertek nîşanî fermana “Wan di sindoqan de veşêrin” a Erdogan da.
‘GEL DÊ BERSIVÊ BIDE’
Hilbijêrê HDP’ê Mehmet Siddik Akiş diyar kir ku Erdogan her hilbijartin heman taktîkan dişopîne û wiha got: “Em ê di vê hilbijartinê de jî bersiva herî baş bidin. Elbet dê gel bersiva van gotinên Erdogan bide. Me dixwest hilbijartinek demokratîk, adilane û ne di bin siya OHAL’ê de pêk were. Lê li gel van neheqî, dek û dolaban jî dê dîsa gelê kurd bi ser bikeve.”
‘EM Ê 7’Ê HEZÎRANÊ LI WAN DÛBARE BIKIN’
Selîm Guler jî destnîşan kir ku ew ê hezîmeta 7’ê Hezîrana 2015’an a bi serê AKP’ê de anîn dubare bikin û wiha got: “AKP dît ku di 7’ê Hezîranê de çawa di sindoqan de hat veşartin. Dê di 24’ê Hezîranê de gelê me heman bersivê bide AKP’ê. Her kes vê herêmê nas dike û berê wan çawa di sindoqan de fetisandine. Temenê van kin bûye û dê gel bersiva herî baş bide.”
'EM AKP’Ê JI XWE RE NAKIN HEVRIK’
Necîp Coşkun destnîşan kir ku AKP ji xwe re hevrik jî nabînin û ev tişt got: “Em li Colemêrgê AKP’ê ji xwe re nakin hevrik jî. Dibê ku ji bo ku em encama van gotinên Erdogan bibînin, li benda 24’ê Hezîranê bisekinin. Dê gelê herêmê bide nîşandan k udi 24’ê Hezîranê de kî di sindoqan de tê veşartin.”
‘ESIL EM Ê WÊ DI SONDOQAN DE VEŞÊRIN’
Hevserokê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Colemêrgê Suleyman Kanat bal kişand ser gotinên Erdogan ên ku kurdan tune dihesibîne û wiha axivî: “Ne hedê tu kesî ye aqil bide kurdan. Dê kurd bi mohra xwe AKP’ê di sindoqan de veşêrin. Dê ev hilbijartin bibe dawiya Erdogan û AKP’ê. Heta îro kesî me di sindoqan de veneşartiye, ku Erdogan me veşêre. Em encama moralê wî yê xerabe ye. Bila gelê me moralê xwe xera neke. Esil em ê wî di sindoqê de veşêrin. Xwedî giravê bi van gotinan gel tehdît dike, lê bila zanibe dê ev tehdît lê bizivirin.”
‘EM DIBÊJIN HODRÎ MEYDAN’
Endamê Meclîsa HDP’ê Nurettîn Turgut jî wih axivî: “Elbet dê gel bersiva wî bide. Erdogan dîsa dixwaze tevlîheviyê derxe û biçe hilbijartinê. Em gelê kurd baş nas dikin. Dê gelê me prîm nede van zextan û dê neyê lîstikên Erdogan. Em jî ji AKP’ê re dibêjin hodrî meydan. Ka kî di sindoqan de tê veşartin. Li gel hemû qewimandinan jî gelê kurd dê di sindoqan de bersiva tifaqa AKP û MHP’ê bide.”