Dersimî: Ji bo serketinê yekîtî şert e

  • rojane
  • 09:10 22 Nîsan 2018
  • |
img
DERSIM - Dersimiyan hilbijartina zordest nirxand û diyar kirin ku divê li hemberî îtifaqa AKP-MHP'ê muxalefet bibe yek. Mehmet Demîr Pençeyê 93 salî, destnîşan kir ku eger îtifaqa AKP-MHP'ê di sindoqan de neyê binaxkirin dê hewldanên wekî komkujiya 38'an rû bidin. 
 
Dersimiyan der barê hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê de axivî û destnîşan kirin ku divê muxalefet demildest li dor blokekê bên gel hev û bibe yekdeng. Zîlan Ateş, diyar kir ku krîza aborî kûr bûye û heta derekê dikarin mirovan bixapînin, lê belê ji niha û pê ve dê nikaribin bixapînin. Ateş, bi lêv kir ku AKP û MHP ji bo xwe biparêzin ber bi hilbijartineke zordest ve çûne û got: "Bi ya min ligel evqas tiştî jî faktora herî sereke jî êrîşên li ser Efrînê ne. Êrîşên li ser Efrînê kir ku êdî nikaribin welat bi rê ve bibin. Li Tirkiyeyê bû cihê şikestineke mezin." 
 
‘EGER MUXALEFET BIBE YEK DÊ HILBIJARTIN VALA DERKEVE' 
 
Ateş hin pêşniyar li muxalefetê kirin û got: "Li hemberî van tiştan hemûyan divê muxalefetek ku li hemberî îtifaqa AKP-MHP'ê bibe yek hebe. Lê belê bi rastî jî niha li Tirkiyeyê tenê partiyek heye ku muxalefetê dike. Ew jî HDP ye. Lê dîsa jî eger hemû muxalefet bê cem hevdu dê hilbijartina zordest li valahiyê derxîne. Piştî vê saetê êdî qîmeta axaftina zêde, nirxandinên zêde tune ye. Tenê tiştek heye, ew jî muxalefeta li dijî vê îtifaqa qirêj e." 
 
‘TEKANE ÇAREYA AKP-MHP'Ê HILBIJARTINA ZORDEST BÛ' 
 
Adnan Guneş parast ku Erdogan rewşa heyî baş dixwîne û got: "Rewşa aboriyê nebaş e. Hemû têkiliyên bi derve re qut bibûn. Tekane çare hilbijartina zordest bû. Lê ji niha û pêve tenê tiştek heye ku bê kirin. Ew jî divê muxalefet mutabiq be û namezetekî hêzdar nîşan bide. Divê gel jî li hemberî vê hilbijartina zordest li gel muxalefetê be û bi hev re ji derheqê vê yekê derkevin." 
 
‘EGER MUXALEFET BIBE YEK DÊ BI SER KEVE' 
 
Abdurrahman Tûna jî, diyar kir ku eger muxalefet bibe yek dê di hilbijartina zordest de bi ser bikeve û got: "Hilbijartineke ku di serdema Rewşa Awarte de bê kirin, ew hilbijartin bi qisûr e. Ji ber ku Tirkiye têk çûye hilbijartin tê kirin. Erdogan bi xwe jî van tiştan dibêje. Di nav 2 mehan de tenê tiştek heye ku bê kirin. Ew jî îtifaqeke hêzdar ku karibe îktîdarê têk bibe."
 
Bulent Yuksel jî diyar kir ku hilbijartina zordest nîşan dide ku îktîdar xitimiye û got: "Nemaze jî operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê, li herêmên kurdan sepandina polîtîkaya şidetê krîz aborî bi xwe re anî. AKP bi hilbijartineke zordest, hewl dide xwe xilas bike. Lê belê li hemberî vê yekê îtifaqa muxalefetê bivê nevê ye. Muxalefet bi îtifaqê dikare îtifaqa AKP-MHP'ê pûç bike." 
 
‘JI BO SERKETINM YEKÎTÎ ŞERT E' 
 
Mehmet Demîr Pençeyê 93 salî jî destnîşan kir ku di biryardayîna ji bo hilbijartinê de faktora sereke têkçûyîna aboriyê û polîtîkaya dijminahiyê ya li hemberî kurda ye û got: "Ji ber ev tişt hene êdî nikare serokomariyê bike. Ji ber vê mecbûr bû hilbijartinê bike." 
 
‘DIVÊ KURD ÎTIFAQA QIRÊJ DI SINDOQAN DE BINAX BIKIN' 
 
Demîr, diyar kir ku ji bo serketina hilbijartinê yekîtî şert e û got: "Çi karê Erdogan li Sûriyeyê hebû? Di ser 4 hezar mirovên ku li Efrînê kuştin de propagandayê dike. Yek ji faktorên girîng a hilbijartina zordest jî, polîtîkaya li hemberî Efrînê ye. Ji ber vê divê kurd dengê xwe nedin AKP'ê. Li herêmê Efrîn xeta sor bû. Divê kurd di vê hilbijartinê de îtifaqa AKP -MHP'ê di sindoqan de binax bikin. An jê dê rewşa Tirkiyeyê nebaştir bibe. Wê komkujiyên wekî 1937-38'an pêk bên. Divê gel hay ji van tiştan hebe û muxalefet jî tişta dikeve ser milê wê demildest bike." 
 
MA / Semra Turan 
 

Sernavên din

23/04/2018
17:35 30 herêmên Colemergê hatin qedexekirin
16:41 Buldan: Vîna gel ne li Meclîsê ye, li girtîgehê ye
16:08 Li Geverê starta hilbijartinê hat dayîn
15:51 Li Avusturyayê xebatên hilbijartinê dest pê kirin
15:50 Namzetê HDP’ê dê piştî 30’ê nîsanê zelal bibe
15:24 HDP'ê li Nisêbînê dest bi xebatên hilbijartinê kir
15:22 Karkerê taşeron Araz ji kar hat avêtin û mir
14:40 Hewldana Jiyankirina Heskîfê: Dîrok li cihê xwe xweşik e
14:23 HDP’ê li Wanê dest bi xebatên hilbijartinê kir
14:13 Malbatên Efrînî gundê wêran ava kirin û bi cih bûn
13:53 Li Strasboûrgê ji bo Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir
13:40 Kişanak: Ozgurlukçu Demokrasî tim bû dengê me
13:30 Tanrikulu: Herî kêm mafê jiyana 3 hezar û 936 zarokan hat binpêkirin
12:54 Bi lez û bez demografiya Cîndîrêsê diguherin
12:40 KNK'ê komkujiya 1915'an şermezar kir
11:57 Ciwanên HDP’î: Em ê bi hemû hêza xwe bixebitin
11:56 Di doza Nisêbînê de modela modernîteya demokratîk vegotin
11:00 Komîsyona Zarokan a ÎHD’ê: Mirov ne keyfxweşin
10:52 Yolerî: Îktidar bi OHAL'ê sûcê xwe vedişêre
10:30 Haveyna Berxwedana Şexmaqsud: Gulê Selmo
09:49 Bangawazê Memleket Em in Karadag: Em dê muxalifa sivîl û civakî ava bikin
09:48 Qeyûmê Dersimê projeyên DBP’ê dizî
09:45 Kurkçu yê HDP’î: Hûn bêminet in, dakevin qadê
09:12 Doza Ata û Mizrak 12 sal e dewam dike dê biryar bê aşkerekirin
09:10 ‘Gulser Yildirim vîna me ye’
09:08 Prz. Tavuz: Ger zagonê heyî rast têxin meriyetê pêdivî bi nûkirinê tune
09:03 Karkerên DHL Express: Em di 1’ê Gulanê de li Maltepê kom bibin
09:01 Taşdemîr: 24 Hezîranê ji bo jinan dê werçerxa dawî be
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2018'AN
22/04/2018
16:55 Li Kerboranê maşîneya zirxî li jinekê qelipî
16:13 Mînîbusa leşker û cerdevanan li TIR’ê qelipê: 25 birîndar
15:22 6 roj şande agahî ji Mesutoglu hat girtin
15:18 Temellî bi ciwanên partiyê re hatin gel hev
15:11 15 wekilên CHP’ê tev li Partiya îYî bûn
14:57 Koçyîgît: Divê em piştî hilbijartinê jî bi rêxistin bikin Hamzaoglu: Dawiya dawî em ê bikenin
14:05 HDP’ê li Cizîrê dest bi xebatên hilbijartinê kir
13:50 Di 120'emîn salvegera Rojnameya Kurdistan de çapemeniya kurd niqaş kirin
13:38 Platforma ‘Memleket Em in' di 'Hevdîtina Azad' de kom bûn
12:39 Li Kabîlê êrîşa întîharî: 31 mirî, 54 birîndar
11:37 Metrepoll: Dengê kurdan dê rengê hilbijartina 24'ê Hezîranê diyar bike
11:11 Li Herêma Kurdistanê 146 jinên Kurd amadekariya ketina meclîsa Iraqê dikin
11:08 Der barê girtiyê xwe şewitand de agahiyên bi nakok didin malbatê
09:11 Colemêrgî: Em AKP’ê ji xwe re nakin hevrik jî
09:10 Dersimî: Ji bo serketinê yekîtî şert e
09:08 Îmret: Li derveyî sînor jî pergala ku gelan ava kiriye qebûl nakin
09:07 Îşkence li gorî girtîgehê 'bêqisûr e û li gorî mewzûatê' ye
09:05 ‘Em ê di 1'ê Gulanê de karta zer û di 24'ê Hezîranê de jî karta sor nîşanî AKP'ê bidin'
09:03 Beko: Divê em ewil di 1'ê Gulanê de û piştre di hilbijartinê de bên gel hev
09:02 Turan ê bi qûndaxê serê wî hat qelişandin: Ez wê rojê ji bîr nakim
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2018'AN
21/04/2018
17:28 Jinan koçberî û tundiya zayendî niqaş kirin
16:51 Emekçî: Rojek zû ne yek dereng dê deriyê Îmraliyê vebe
16:50 Temellî ji Erdogan re got: Dest berdin biçin HDP tê ku welat rake ser piyan
16:49 Asayîşa PDK’ê êrîşî gel kir
16:19 Rapora Efrînê: Armanc avakirina sînorên Mîsaq El-Milî ye
15:54 Xebatkarên TV10 dê televîzyonek elewiyan vekin
15:45 Xwestin nexweşê pençeşêrê Cemal Şahîn bê berdan
15:25 Qedexeya li ser taxên Nisêbînê yên ser û bin kirin, rabû
15:02 Dayikên Şemiyê: Bila zarok neyên kuştin
14:43 Aqûbeta Fettah Erden ê hat windakirin pirsîn
14:29 ÎHD a Îzmîrê: Bila Mevlude Başdaş bê berdan
14:18 Platforma Çapemeniya Azad: Em nabin rojnamgerên we û bêdeng nabin
13:57 Platforma Jinan a Axtamara: Bi Fuara Zewicandinê, zarokan îstîsmar dikin
13:28 Xwest kelepçeyê sist bike, lêpirsîn dan destpêkirin
13:27 Buldan: Civaka Tirkiye dê namzetê me hembêz bike
13:27 Zarokên ji 1915’an rizgar bûn li Şêxmaqsud mil bi mil li ber xwe didin
12:48 Heyeta HDP'ê li Hatayê ye: Ne em ew dê di zinar werbin
12:35 HDP’a Rihayê: Bi baweriya 7’ê Hezîranê em ê AKP’ê bitemirînin
12:21 Ji ber ku destê xwe li birayê xwe li ba kir gefa kuştinê xwar
12:03 OSO’yê ji Gûtayê vediguhezînin li Cindirêsê bicih dikin
11:49 Aborîzan Ozgur: AKP beriya krîza aborî dixwase pêşeroja siyasî teqez bike
11:48 4 sal e di tarîtiyê de li edaletê digerin
11:11 ‘Botan dê bersiva herî mezin bide îtîfaqa dij Kurdan’
10:23 Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê: Stenbol dê rengê hilbijartinê biguherîne
10:22 Prof. Dr. Sancar: Encama ji Kurdistanê derkeve dê wateyên wê yên taybet hebin
10:21 Siyasetmedarê Kurd Kulu: Li dijî hilbijartina zordest em bibin yek deng
09:29 Partiyên Kurdan: Îtifaqa şerte
09:24 Berdevkê HDP’ê Bîlgen: Divê li hemberî vê pergala çewisîner em bên gel hev
09:23 Handa’ya Sîdar Jîr derket
09:22 Waniyan bersiva Erdogan da: Em bibînin kî kê vedişêre
09:21 HDK: Em ê bi ruhê Newrozê li qadên 1’ê Gulanê bin
09:20 Niştecihên Çelê: Divê demildest dawî li qedexeya li ser erdên me rabe
09:19 Esnafên Bazara Rûsê yeko yeko dikanên xwe digirin
09:19 Rojnamegeriya kurd 120 salin di şopa heqîqetê de ye
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2018'AN
20/04/2018
18:32 Meclîsê biryara hilbijartina pêşwext erê kir
16:54 Li Xîzanê qedexeya derketina derve hat îlankirin
16:23 Mamoste Ayşeya got ‘Bila zarok nemirin’ bi keça wê re şandin girtîgehê
15:59 Leşkerê îşkence lê kir li dadgehê derket pêşberî wê
15:42 Wêneyên îşkenceya li Efrîniyan dikin hat kêşandin
15:18 ‘Em biryara betalkirina parlamenteran nas nakin’
14:37 Karkerên Zanîngeha Egeyê 11 rojin di çalakiyê de ne
14:35 Buldan û heyeta pêre li Kocaeliyê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
14:00 Awusturya dê destûrê nede mîtîngên Erdogan!
13:28 ‘Em bibin hawara Sûr û Heskîfê’
12:50 Bîlgen: Erdogan dê bibîne ka kê di sindoqan de difetise
12:14 HDP hefteya bê wê namzetê Serokomariyê aşkere bike
12:05 Hevşaredarê DBP’î dê îro bikeve girtîgehê
12:04 Malbatan cara 72’yemîn xwestin biçin Îmraliyê
11:48 Heyeta HDP’ê bi slogana ‘Bijî HDP’ hat pêşwazîkirin