ÎZMÎR – Li Girtîgeha Tîpa M a Alaşehîrê komek nîjadperest êrîşî Cîhat Çelîkê girtî kiribûn û paşê gardiyanan jî ew derb kiribûn. Rêveberiya girtîgehê giliya Çelîk raçav kir û di raçavkirinê de personelê xwe "bêqisûr" nîşan da û ji bo pêvajoyê jî got "li gorî mewzûatê" ye.
Li Girtîgeha Tîpa M a Alaşehîra Manîsayê, di meha Çileyê de komek nîjadperest êrîşî girtiyê edlî Cîhat Çelîk kiribûn û paşê gardiyanan jî ew derb kiribûn. Bav Îzzettîn Çelîk, diyar kir ku gardiyanan serê kurê wî li dîwaran xistiye û bi awayekî tund ew derb kirine. Çalîk, bi lêv kir ku paşê kurê wî xistine qawîşeke 9 kesî, lê belê li wir jî hatiye derbkirin. Bav Çelîk ku hevdîtin bi kurê xwe re çêkirin, destnîşan kir ku her derê kurê wî reş bûye û got kurê wî gotiye: "Gardiyanê bi navê Ekrem di yekê mehê de (1'ê Çileyê) ji girtiyan re dibêje 'We qet Ekrem miz daye?' Dema mazgalê digire û diçe, ev kes careke din bi ser kurê min de diçin. Derba mirinê lê dixin. Kurê min li derî dixe. Cara ewil tên lê venakin. Di ya duyem de tên wî dibin. Lê vê carê jî gardiyan lê dixin."
WAN RAPOR AMADE KIR
Bav Çelîk tiştên hatine serê kurê wî bi raya giştî re parve kirin û serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê da. Piştî serî li ÎHD'ê da, Wezareta Dadê ferman da û der barê Girtîgeha Tîpa M a Alaşehîrê karmendê bi navê Î.H.Û. rapor amade kir. Di raporê de hat derpêşkirin ku Çelîk li girtîgehê "liv û tevgerên bêdîsîplîn kirin". Di raporê de ji bo gardiyanê bi navê Ekrem ku tevî komeke gardiyan Çelîk derb kiriye jî wiha hat gotin: "Ji ber peywira xwe bûye hedefa girtî û hikumxwaran" û li gor lêkolînên hatine kirin muameleyên kêfî nekirine û leqayî îhmalkariyê nehatiye. Di raporê de hat gotin ku tiştên hatine kirin "li gorî mewzûatê" ne.