STENBOL– Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, diyar kir ku ew ê di 1'ê Gulanê de karta zer nîşanî îtifaqa AKP-MHP'ê bidin û di 24'Ê Hezîranê de jî karta zer nîşan bidin. Çîçek herkesî vexwand qadên 1'ê Gulanê.
Dê DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û gelek hêzên ked û demokrasiyê di 1'ê Gulanê de li Qada Maltepeyeê têkildarî 1'Ê Gulanê cejna Karkeran de mîtîngekê li dar bixin. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, diyar kir ku ji bo tevlîbûna 1'ê Gulanê ew li 39 navçeyan xebatan bi rê ve dibin.
'EM LI HER QADÊN JIYANÊ NE'
Çîçek diyar kir ku ji bo 1'ê Gulanê bi sedan komîsyonên wan li qadan belavokan belav dikin. Çîçek diyar kir ku ew li her qadên jiyanê ne û got: "1'ê Gulanê di heman demê de di hilbijartina 24'ê Hezîranê ya panîk a AKP'ê de parametreyeke girîng e. Em ê di 1'ê Gulanê de karta zer nîşanî faşîzma AKP-MHP'ê bidin û di 24'ê Hezîranê de jî karta sor nîşan bidin."
Çîçek diyar kir ku wan li Hevraza Kazanciyê starta xebatên 1'ê Gulanê daye. Çîçek diyar kir ku sedemeke vê ya girîng heye û got: "Me xwest em karkerên ku di 1'ê Gulana 1977'an de li Hevraza Kazanciyê hatin kuşştin bi bîr bînin û têkoşîna wan rojane bikin. Me ji bo vê yekê starta li wir da. Wê rojê tişta ku herî zêde hêzên dewletê nerihet kir, baretên zer ên di dest rêveberên HDK, HDP'ê de bûn. Rastiyek li holê heye. Ji roja ku HDP hatiye avakirin heta niha helwesta wê ked, azadiya kedê ye." Çîçek, diyar kir ku nerihetiya ji bo baretên zer ên wê rojê, nîşan dide ku naxwazin hemû dînamîkên HDK, HDP'ê bên gel hev û got: "Bareta zer ked, çîn û hemû kedkarên Tirkiyeyê temsîl dike. Em jî wekî partiyeke ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd temsîl dike, xwest van herdu nirxan, herdu hêzan bîne gel hev. Kesên nexwestin ev yek pêk b, kesên ku ev yek wekî dawiya îktîdara xwe dîtin destûra wê nedan."
‘EM BI PERGALEKE DAGIRKERIYÊ RE RÛ BI RÛ NE'
Çîçek ku got "Tişta ku herî zêde AKP'ê bitengijîne hatina gel hev a dînamîka azadiya kurd û tevgera kedê ya li Tirkiyeyê ye" ev tişt gotin: "Hemû polîtîkayên AKP'ê, Qesrê xwe dispêrin talanê, kesîdekirin û xizanîkirinê. Niha pesnê xwe bi balafirgeha sêyemîn didin, lê ya em behs dikin bi sedan cinayetên karkeran e. Em behsa ciwanên ku li her derê qadên jiyanê betal in. Em behsa çanda rantê dikin, rastiya talankirinê dikin. Divê êdî her yek ji me ji hêlekê vê li vê meseleyê binere. AKP, rejîma qesrê nîjadperestiyê, olparêziyê wekî amûreke polîtîk di dest xwe de dihêle." Çîçek bi lêv kir ku AKP di dîrokê siyasî ya Tirkiyeyê de îktîdara herî talûke ye û hemû derdorên civakê tehdît dike û got: "Di serî de di qada kedê de û bi giştîm li hemû qadên jiyanê em bi pergaleke diziyê, talan û dagirkeriyê re rû bi rû ne."
‘AN AZADÎ AN KOLETÎ'
Çîçek ku got "Êdî têkoşîn wekî kesên li hêla AKP'ê û yên ne li hêla wê, kesên li hêla koletiyê û kesên li hêla azadiyê guheriye" ev tişt gotin: "Di vê xalê de navê wê kurd, tirk, laz, çerkez an jî karker be, çi dibe bila bibe ferq nake. Kesên niha li hêla jiyanê helwesta xwe nîşan didin, dixwazin bi awayekî azad bêhnê bistînin di vê pêvajoya hilbijartinê de bi gefan re rû bi rû ne. An em ê bi hevdu re azadiyê bi dest bixin an jî em ê koletiyê qebûl bikin." Çîçek diyar kir ku wekî HDK, HDP'ê çi ji bo 1'ê Gulanê û çi jî ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê çi ji destê wan bê ew ê bikin.
MA / Elif Çetiner – Ferhat Çelik