COLEMÊRG - Seyfullah Turan ê di 23’yê Nîsana 2009’an Roja Cejna Zarokan de, li Colemêrgê polîsê hêzên taybet bi qûndaxa çekê li serê wî xist, travmaya berî 9 salan jiya nikare derbas bike. Turan, diyar kir ku polîsê xwest wî bikuje, nehat cezakirin û 9 salin li derve digere.
Li Colemêrgê, di 23’yê Nîsana 2009’an Roja Cejna Zarokan de, çalakiyên şermezarkirina operasyona li dijî Partiya Civaka Demokratîk (DTP) pêk hat. Seyfullah Turan wê demê 14 salî bû û polîsê hêzên taybet Bahadir Turan bi qûndaxa çekê ya li serê wî xist, bi giranî birîndar kir. Turan ê bi rojan li nexweşxanêyê ma îro 23 salî ye. Ligel ku 9 sal di ser bûyerê re derbas bûn jî, Turan wê rojê ji bîr nake.
‘9 SALIN SERÊ MIN DÊŞE’
Turan, diyar kir ku wê rojê tenê ji bo bi topê bilîze çûbû wir û wiha axivî: “Ji nişka ve darbe li ser min ket û ez li erdê ketim. Tenê ew kêlî tê bîra min. Gava hatim ser hişê xwe, tiştek nehat bîra min. Di ser bûyerê re 9 sal derbas bûn û tenduristiya min qet baş nebû. Piştî bûyerê lal bûm. Tenduristiya min xerab bû û heya niha baş nebûme. Ez bi şev ranazêm. Serê min diêşe û çavên min diwerimin.”
‘POLÎS HÎNA JÎ TÊ DARIZANDIN’
Turan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez di roja Cejna Zarokan û Serdestiya Mîllî 23’ê Nîsanê de ji mirinê filitîm. Tiştên min jiya, ez naxwazim tu kes din bijî. Bila cejna zarokan xweş derbas bibe. Ez dixwazim di cejnan de zarok kêfxweş bibin û bikenin. Li şûna zarokan derp û ceza bikin, bila diyariyan bidin wan. Cezayê 5 mehan dan polîsê wisan li min kir. Lê dosya xera kirin û darizandin dê ji nû ve bê kirin. Ez hêvî dikim ku polîsê wisan li min kir, bê cezakirin.”