Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê

  • rojane
  • 09:02 14 Tebax 2023
  • |
img
EDENE - Parastvanên mafên mirovan ên li Edeneyê ev 2 hefteye bi êrişa polîsan tên binçavkirin. Parastvananan mafan diyar kirin ku heta Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê re bê vekirin dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Çalakiyên piştgiriyê yên ku Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê dixwest di 5 û 12’ê tebaxê de bi armanca protestokirina girtina Qada Galatasarayê ya li Dayikên Şemiyê pêk bînin, bi biryara walîtiyê hatin qedexekirin. Di biryara qedexeyê de wiha hate îdiakirin “Ji ber trafîka peya û wesayîtan qismî an jî bitemamî asteng dike, aştî û aramiya rayagiştî têxe xetereyê û maf û azadiya hin kesên din tê sînordarkirin.” Parêzvanên mafên mirovan di çalakiya piştgiriyê ya di 5 û 12’ê tebaxê de li Parka Înonuyê li dar xistin de hatin astengkirin. Di êrişên polîsan de parêzer jî di nav de 57 kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Parazvanên mafên mirovan û parêzerên îfadeyên wan hatin wergirtin, pişt re hatin berdan. 
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Prz. Yakûp Ataş, rêveberê şaxê Teberdar Elîk û parêzer Tûgay Bek bertek nîşanî êrişa li wan hate kirin dan û destnîşan kirin ku heta Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê bê vekirin dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
‘REWABÛNA DESTHILATÊ HÊJAYÎ NÎQAŞÊ YE’ 
 
Parêzer Tûgay Bek bi lêv kir ku mafê civîn û xwepêşandanan bi Destûra Bingehîn, qanûn û peymanên navnetewî ku Tirkiye aliyekî wan e hatiye ewlekirin û bertek nîşanî girtina Qada Galatasarayê ya li Dayikên Şemiyê û qedexeyên li ser daxuyaniyên piştgiriyê da û got: “Desthilat Destûra Bingehîn bisînor dike û bi biryarên keyfî welat bi rê ve dibe. Di encama xebatên darazê yên demdirêj de hat tespîtkirin ku çalakiya Dayîkên Şemiyê mafdar û rewa ye. Rêwabûna desthilatê ya biryara darazê nas nake hate asta nîqaşkirinê.”
 
‘SEKINANDINA DI WESAYÎTAN DE ÎŞKENCE YE’ 
 
Bek, diyar kir ku Walîtiya Edeneyê li bajêr hemû çalakî û aktîvîte qedexe kirine, heke vê biryarê bibin dadgeha îdarî dê biryara 'rawestandina înfazê' bê dayîn û ji ber ku sûcek nîne di heman rojê de hatine binçavkirin û berdan. Bek, da zanîn ku polîsan di dema daxuyaniyê de Parka Înonuyê dorpêç kirin û bi awayekî zêde êriş kirin û anî ziman ku ew bi xwe jî hate binçavkirin û rastî mûameleya nebaş hat. Bek, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Gelek hevalên me bi erdê re hatin kaşkirin û birîndar bûn. Di wesayîtên binçavkirinê de tundî, gef û heqareta polîsan didome. Di şertên Edeneyê ku li derve germahî bi ser 40 dereceyî de ye, di nava wesayîtên bêklîma de bi saetan tên sekinandin. Keyfî ragirtina di wesayîtên binçavkirinê yên 50 dereceyî dibînin de divê bi awayekî îşkenceyê bê dîtin. Dibe ku ji bo mirovên pîr û nexweş pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî pêk bên. Qedexeyên walîtiyê yên keyfî û bêhiqûqî, gefê li jiyana welatiyan dixwe.”
 
Bek, destnîşan kir ku wê li dijî zextan paş ve gavê neavêjin û wiha got: “Em ê bi tu awayî ji van qedexeyan re serî netewînin. Em ê bi israr di nava piştevaniyê de bin û maf û hiqûqê biparêzin.”
 
‘BINÇAVKIRINA BI BIRYARA KEYFÎ Û BÊHIQÛQÎ’
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Prz. Yakûp Ataş anî ziman ku li Edeneyê 2 hefte ye ji ber qedexeyên keyfî û bêhiqûqî yên walîtiyê bi lêdanê tên binçavkirin û wiha got: “Bifikirin ku hêzên ewlehiyê yên ne biryara meqama herî jor a darazê biryara walîtiyê ya îdareyê temsîl dike guhdar dikin hene. Bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hate piştrastkirin ku daxuyaniya çapemeniyê ya em didin li gorî hiqûqê ye. Em bang li walîtiyê dikin ku dest ji biryara xwe ya keyfî berde û rêzê ji biryara AYM’ê re bigire. Heke bifikirin ku dê bi vî awayî paş ve gavê bi me bidin avêtin, xelet in. Heta ku biryara qedexeyê ya li Qada Galatasarayê tê sepandin neyê rakirin, em ê ji vir bibin dengê Dayikên Şemiyê.”
 
‘EM Ê BIBIN DENGÊ DAYIKÊN ŞEMIYÊ’ 
 
Rêvebera Şaxa ÎHD’a Edeneyê Teberdar Elîk, diyar kir ku ji ber biryara bêhiqûqî ya Walîtiya Edeneyê, ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatine binçavkirin û anî ziman ku polîs bi êrişa zêde mudaxile dikin û dibin sedemê seqetbûna mirovan. Elîk da zanîn ku di êrişa polîsan de ew û kekê xwe Muslum Elîk ji destên xwe birîndar bûne û di binçavan de jî mûameleya xerab berdewam kiriye. Elîk, vegot ku di germa Edeneyê de bi saetan di wesayîtên bêklîma de hatine sekinandin û birçî, tî û bênefes hatine hiştin. Elîk, anî ziman ku di dema mudaxileyê de rojnamevan û kesên xwestin tiştên hatin jiyîn bi telefonên xwe bikişînin jî rastî êrişê hatine, parêzerên ku çavdêrî dikirin rastî gef û astengiyê hatine û destnîşan kir ku heta Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê re bê vekirin dê çalakiya xwe bidomînin.
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

18/08/2023
16:22 Li Îdirê êrişa li dijî HDP’ê hat protestokirin
16:09 Yuksekdag bertek nîşanî biryara parastina lêzêdekirî da: Ma nû hate bîra we?
15:57 Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Marmarayê: Tiştên diqewimin bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye
15:03 Li Hezexê birîna avê hate potestokirin
14:21 Xetereya li ser jiyana girtiyê ku krîza derbas dil kir berdewam dike
14:16 Rejîma Îranê ber bi salvegera qetilkirina Jîna Emînî ve zextên xwe zêde kir
13:59 Çalagan: Em ê di di 8-9'ê îlonê de konferansa jinan li dar bixin
13:38 DYA’yê mueyîde li du komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ferz kir
12:32 Kaya ji dosyayê beraet kir lê ji bo li peywira xwe venegere lêpirsîneke nû vekirin
12:23 Malbata ku ji hevdîtina lawê xwe yê girtî vegeriya qeza kir: Dayika girtî jiyana xwe ji dest da
12:05 Girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye tevî cezayê wî qedeyaye jî bernadin!
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Li Germencikê derbarê îşkenceya polîsan de lêpirsîn hat destpêkirin
11:12 Li Amedê dê li dijî tiryakê kampanya bê destpêkirin
10:44 Faîl Mûsa Orhan hê jî serbest e: Daraz bialî tevgeriya
10:42 Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê mehê carekê derdixin revîrê
10:18 Mizrakli: Qeyûm garnîzonên mudaxileya bîr û çanda siberojê ne
09:56 Xerabeyên erdhejê yên li Musolarê hêj nehatine rakirin
09:15 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe berfireh dibe
09:06 Parêzera kesên ku li Peyîndasê hatine girtin: Armanc çavtirsandina gundiyan e
09:05 'Li girtîgehên tîpa S'yê tecrîd bi awayekî eşkere tê pêkanîn'
09:04 Jiyana wan di nava zeviyan û konan de asê maye
09:03 Ji AKP'ê xebera nebixêr: Dê li ser Çemê Dîcleyê bendaveke din jî bê çêkirin
09:02 Li Gabarê birîna daran didome: Darek nehiştin ku em di bin siya wê de rûnin
09:01 Beşdarbûna Diyanetê ya Doza Kobanê: Diyanet bûye memûrê dewletê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2023'YAN
17/08/2023
23:07 Li Geverê gelek tax ji aliyên polîsan ve hatine dorpêçkirin
20:15 Li Colemêrgê ji kesên hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
19:38 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em ê serî netewînin
19:19 Jinan tayinkirina qeyûman protesto kir
18:30 Lijneya Rêveberiyên Herêmî: Destkeftiyên nû bi têkoşîna hevpar a jinan pêkan e
16:09 Wezîrê Dadê daxwaza hevdîtinê ya Malbata Şenyaşar red kir
16:01 Li Amedê kesek hate girtin
15:52 Şanak li Depê bi çîçekan hate pêşwazîkirin
14:02 Li Îdirê êrişê tabelaya HDP’ê hate kirin
13:59 Rojnamegerên ji Sputnik’ê hatin derxistin dest bi grevê kirin
13:55 Ekîbên li wesayîtên bêplaka siwar ceyrana 5 gundên Şirnexê birîn
13:20 Fatma Bûlût a di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê
13:15 Karakaş 30 sal piştre li Nisêbînê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:12 Rojnameger Oruç ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ket
12:42 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir
11:54 Serokê Baroya Amedê Eren: Dê hewldanên me yên li dijî tecrîdê bidomin
11:47 Cenazeyê Marangoz di bin dorpêça polîsan de hate veşartin
11:24 Hevjîna Arvas ê li Peyîndasê hate girtin: Destûr nedan ez şûşeyeke avê jî bidimê
11:08 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
11:06 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:48 Li Rihayê li nan zem hate kirin
10:37 Li herêma erdhejê pirsgirêka hewîn û avê çareser nebû
10:29 30 sal in li edaletê digere: Dengê min bibihîsin
09:50 Nifûsa Şirnexê 566 hezar e lê tenê 2 bijîşkên norolojiyê hene!
09:35 Ciwan: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin
09:07 Akdemîr: Ger tecrîd bidome dê alozî rû bide
09:02 Mexdûrên erdhejê yên xaniyên wan tên hilweşandin li benda çareyekê ne
09:01 Ji kameravan Akkaya re 15 sal ceza tê xwestin
09:01 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Dema ku mijar dibe Kurdistan herkes ker û lal dibe
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2023’YAN
16/08/2023
22:10 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
20:47 Li Îzmîrê ji kesên binçavkirî kesek hat girtin
19:39 Di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de: Gelê kurd tê tecrîdkirin
18:52 Di Doza Kobanê de parêzer ji ber navbereke dirêj bertek nîşanî dadgehê dan
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin