AMED – Nivîskarê kurd Mehmed Uzun, di 10'emîn salvegera wefata xwe de bi tevlêbûna malbat û hezkiriyên xwe hat bibîranîn.
Nivîskar Mehmet Uzun yek jî wan kesan e di wêjeya kurdî de xwedî nav û deng e, Uzun di 10'emîn salvegera wefata xwe de bi beşdariya malbat û hezkiriyên xwe li Goristana Deriyê Mêrdînê hat bibîranîn. Di merasîmê de nivîskar Şehmus Dîken û Dr. Selçûk Mizrakli jî amade bûn.
Ji derveyê qurnefîlan pirtûka Uzun a bi navê Bîra Qederê jî danîn ser gora wî. Piştî diayan birayê Uzun Mustafa Uzun axaftinek kurt kir û ev tişt got: "Ez bawer dikim ku Mehmet ji niha bi me re ye. Bila me efû bike. Me dixwest em bîranîneke ku layîqê wî tê pêk bînin. Lê pêvajoya ku em niha tê de derbas dibin ji vê re ne guncav e. Em dixwazin ev rojên tarî demek ji ya din zûtir bi dawî bibin."
'LI DIJÎ ZIMANÊ KURDÎ NE'
Xezûrê Uzun Celal Uzun da zanîn ku bîranîna li vir tê kirin, dê hezkiriyên wî li Stockholmê pêk bînin û wiha pê de çû: "Em li Stockholmê bîranînê li dardixin; lê em li vir nikarin li dar bixin. Ez wan kesên ku dibêjin 'Em bira ne' şermezar dikim. Dibêjin 'Em ne li dijî kurdî ne', lê me îro dît ku tam jî li dijî kurdan ne. Li dijî zimanê kurdî ne. Parka li ser navê Mehmet hatiye çêkirin, navê wî tê rakirin, li Wêranşarê li ser navê Mehmet pirtûkxane hatiye avakirin, xwestine tabelaya wê peya bikin."
Bîranîn bi diayan bi dawî bû.