HATAY – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bersiv da Erdogan û got: “Çi dibêje ‘Ger me biryara hilbijartina pêşwext negirta, em ê bi erdhejek mezin re hevrû bimana.’ Derew hêlîna we ye. Heke ku hûn başiyekî dikin dest jê berdin biçin. Çunkî HDP tê ku welat rake ser piyan.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û şandeya pê re li Salona Dawetê ya Grand Plaza ya li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê civîna gel li dar xist. Li salonê pankarta “Em bi rihê 7’ê Hezîranê ji nû ve dest pê dikin” daliqandin. Şandeya HDP’ê li salonê bi dilgeşî hat pêşwazîkirin.
Di civînê de ewil Hevserokê HDP’a Hatayê Kerem Nalbant axivî û diyar kir ku ew amade ne ku serkeftina 7’ê Hezîranê dubare bikin û Wek ku birêz Demîrtaş got ‘Bi qasî mohrekê emrê wan maye.’ Em ê jî biçin vê mohrê lê bixin û tifaqa AKP’ê û MHP’ê xelas bikin.”
‘EM POLA NE, NIKARIN ME BICÛN’
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî ew amade ne k udi 24’ê Hezîranê destiladariyê ji jor ve daxînin û got: “Belê Demîrtaş digot ‘Em pola ne ew nikarin me bicûn.’ Rast e em pola ne û kes nikare me bitewîne û xelas bike.”
‘HDP TÊ KU KAVILBÛNÊ RAKE’
Pişt re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî axivî û destnîşan kir ku wan dest bi xebatên hilbijartinê kirine û wiha axivî: “Me di 7’ê Hezîranê de bersiv da wan. Em ê div ê hilbijartinê de bi temam vê desthilatdariyê têk bibin. Vê desthilatdariyê tenê ne li Tirkiyeyê li tevahiya herêmê ji ber polîtîkaya şer gel bêzar û mexdûr kiriye. Ev sê sal in ji bilî şer tu tiştekî nakin. Baş e ku vê biryar pêşwext girtin. Em ê demildest ji we rizgar bibin. Dibêje ‘Welat veguheriye enkazekê û erdhej diqewime.’ Kî vê kavilbûnê afirand? 16 sal e hûn li ser desthilatdariyê ne, we yek bi yek mafê mirovan dizî kir. We vî welatî talan kir û rewa dît. Niha jî hûn dibêjin ‘Ger me biryara hilbijartina pêşwext negirta, em ê bi erdhejek mezin re hevrû bimana.’ Derew hêlîna we ye. Ji bilî derewan bi tiştekî nizanin. Heke ku hûn başiyekî dikin dest jê berdin biçin. Çunkî HDP tê ku welat rake ser piyan. Tam jî di demek wiha de hemû mirovên baweriya wan bi demokrasiyê tê werin em vê kavilbûnê ji holê rakin û jê rizgar bibin. Ew jî di ferqa zilma xwe de ne. Rûyê me hemûyan dikene. Me hêviya xwe winda nekir û me sûc nekiriye. Me bi govendê dest pê kir û em bi govend gerandinê dewam bikin. Em ê di 24’ê Hezîranê de bi ser bikevin.”