NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan welatiyên ku ji 8 navendên cuda yên Başûrê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina êrîşên TSK'ê, berê xwe dan herêma Sîdekan. Lê asayîşa PDK’ê girse asteng kirin. Endamên asayîşê gule berdan hewa, gel jî bi dirûşmeyan hêrsa xwe anîziman.
Gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî êrîşên Tirkiye ya li ser piyan e. Bi sedan kesan berê xwe dan herêma Sîdekan ku bûye hedefa êrîşên TSK'ê. Di çarçoveya çalakiya ku ji aliyê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) hatiye organîzekirin de, îro ji 8 navendên cûda yên Başûrê Kurdistanê bi sedan kesan bi wesayîtan berê xwe dan Sîdekan. Welatiyên ku bi seyareyan ji Silêmanî, Hewlêr, Ranya, Qeladizê, Şarezûr, Kerkûk, Kelar û Qendîlê derketin rê, li gundê Balayan ê girêdayî bajaroka Qesro ya navçeya Çomana Hewlêrê gihîştin hev. Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir, Hevserokên Meclîsa Gel a Qendîlê, namzetê parlamenteriyê yê Hewlêrê Aso Mehmud (Hewlêr), namzetê Silêmaniyê Selam Ebdullah û nûnerên gelek rêxistin û saziyan jî tevlî meşê bûn. Di karwanê seyareyan de alên PKK, Herêma Kurdistanê, RJAK û Tevgera Azadî hatin vekirin û dirûşmeyên “Bijî Kurdistan”, “Bijî berxwedana Sidekan”, “Dagirker biçe derve”, “Bijî gerîlla” hati berzkirin. Wêneyên welatiyên ku di êrîşên TSK'ê yên li ser Balayan û Şeladizê de şehîd bibûn hatin bilindkirin. Welatiyan di rê de bi stran û dirûşmeyan daxwaza xwe anî ziman. Li ser rêya ku karwan tê de derbas dibû û rawestgehan jî gel çalakvan pêşwazî kirin û govend gerandin.
ASAYIŞA PDK'Ê MEŞA GEL ASTENG KIR
Piştî ku girse li Balayan kom bû, ji vir jî berê xwe dan herêma Sidekan. Lê dema ku girse gihîşt asayîşa PDK’ê ya bajaroka Qesrê, hatin rawestandin. Asayîşê li vir nehişt ku girse derbas be. Destur nehat dayîn ku rojnamevan jî karê xwe bikin. Li ser navê girseya ku li noqteya asayîşê hat rawestandin, bi rayedarên hevdîtin hatin kirin. Lê rayedarên asayîşê diyar kirin ku ferman ji jor ji bo wan hatiye û en nikarin destura derbaskirinê bidin. Girseya gel xwest ku derbas bibe û israra xwe anî ziman. Lê asayîşê êrîş kir û gule berdan hewa.
Li ser êrîşa asayîşê girseya gel jî bi keviran bersiv da û dirûşmeyên “Bimre xiyanet”, “Bijî HPG” berz kirin. Piştî astengkirinê girseya gel li nêzî noqteya Asayîşê kom bû.