HESEKÊ - Komîteya Amadekar a Platforma Bakurê Sûriyê, rapora der barê Efrînê de parve kir û diyar kir ku êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê ne tenê li dijî gelê Kurd bûn, di heman demê de dewamiya pêkanîna projeya avakirina sînorên Mîsaq El-Milî ye.
Pêkhateyên partî, rêxistinên siyasî û civakî yên Bakurê Sûriyê bi armanca nîqaşkirina êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê û rewşa şêniyên Efrînê, bi dirûşmeya "Berxwedana Efrînê wê dagirkeriya Osmanî ya nû li Sûriyê têk bibe" Paltforma Bakurê Sûriyê li dar xistin. Di platformê de Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif rapora Komîteya Amadekar a Platforma Bakurê Sûriyê ku derbarê rewşa Efrînê de hatiye amadekirin, xwend û wiha got: "Dewleta Tirk bi hevkariya komên terorîst di 20`ê Çileya 2018`an de êrîşekî dijwar anîn ser kantona Efrînê. Xwestin bi rêya vê êrîşê Sûriyê parçe bikin û projeya demokratîk a çareserkirina aloziya Sûriyê têk bibe."
DI ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ DE 501 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Foza bi lêv kir ku di encama êrîşên hovane de û bi bêdengiya navneteweyî de gelek komkujî wekî komkujiya Cilbera, Mabata Cindirêsê û hwd pêk hatin û 501 sivîl şehîd bûn û 797 sivîl ku piranî jin û zarok bûn birîndar bûn. Foza bal kişand ser xerabkirina binesaziyan Efrînê û rûxandina saziyên wê û bi taybet dibistanan û wiha cih da raporê: "Piştî berxwedaniyeke bêhempa ku 58 rojan ji aliyê şervanên YPG/YPJ û bi piştgiriya gelê Efrînê dewam kir û dewamkirina bêdengiya navneteweyî debarê binpêkirinên dewleta Tirk û komên terorîst li Efrînê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê ji bo rê li pêşiya rijandina xwîna sivîlan bigre, di dîroka 16`ê Adarê de sivîl ji Efrînê derxistin û bi vê yekê re Berxwedana Serdemê kete pêvajoyeke nû.
Hevseroka Desteya Rêveber da zanîn ku di encama êrîşên hovane de derdora 200 hezar ji şêniyên Efrînê xwe li kantona Şehbayê girtin, lê kantona Şehbayê bi xwe pêwîstiya wê bi gelek tiştên xizmetguzarî heye û wiha pê de çû,"Sivîlên Efrînê ku çûne Şehbayê di rewşeke zehmet de dijîn û pêwîstiya wan bi xwarin, vexwarin û şîrê zarokan heye."
100 HEZAR EFRÎNÎ LI KAMPAN BI CIH KIRIN
Yûsif, bi lêv kir ku Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê û Şehbayê û bi destekdayîna gelên Bakurê Sûriyê wekî gaveke destpêkê du kamp(Berxwedan û Serdem) vekirin û derdora 100 hezar sivîl li wir bi cih kirin û hinek pêwîstiyên sereke pêşkeşî wan kirin. Foza destnîşan kir ku gelê Efrînê rastî qirkirina cesedî û çandî tê û ev yek jî sûcekî mirovahiyê ye û wiha dewam kir,"Tiştê ku li Efrînê rû da ne tenê li dijê gelê Kurd bû, armanca xwe dewamkirina projeya dagirkerî ya vegerandina sînorên El-Mîsaq El-Milî ye. Em wekî gelê Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Turkmen û hemû gelên ku li ser vê erdîngariyê dijî li hemberî dijminekî hevbeş in ew jî dagirkeriya Osmanî ya nû ye. Ev dagirker dixwaze Sûriyê bike qada şer û Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe biguhre. "
Yûsif di berdewamiya raporê de got ku dagirkeriya Tirk dixwaze bi rêya avakirina meclîsekî sîxûr dagirkeriya xwe rewa bike û wiha dewam kir,"Em dibêjin ev meclîsa dagirkeriye û ev meclîsa xwîna gelê Efrînê firotiye." Foza Yûsif bang li rêxistinên navneteweyî-NY-Yekîtiya Ewropa-Komîseriya Bilind a Hilbijartinan kir ku bi erka xwe derbarê şêniyên Efrînê rabin û kampên şêniyên Efrînê wekî kampên girêdayî NY bidin naskirin. Herwiha Foza bang li civaka navneteweyî kir ku misogeriya vegeriya şêniyên Efrînê li ser ax û malên wan bide.
Foza, herî dawî da zanîn ku Berxwedana Serdemê ku dunya hemû hejand dewam dike û ew wekî gelê Ereb, Kurd, Suryan, Turkmen û Ermen ger ew ê hemû herêmên ku dewleta Osmanî ya nû dagir kiriye, vegerînin.