STENBOL – Xebatkarên TV10 diyar kirin ku tişta xuya nake dixwazin bidin xuyakirin û di rojên pêşiya me de televîzyonek dê dengê elewiyan bide ragihandin vebibe û hefteya bê dawî li çalakiya xwe bînin.
Xebatkar û temaşegerên TV10 a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin bi boneya ji nû ve bibe di hefteya 81’emîn li Qada Galatasarayê çalakiya xwe dewam kirin. Li ser navê xebatkarên TV10’ê pêşkêşvana TV10 Rohat Emekçî daxuyanî da û anî ziman ku ew weşangeriya elewiyan dikin û got: “Yên xuya nakin em didin xuyakirin. Em ji yên televîzyonên wan hatin girtin e. Yên xuya nedikirin me dida nîşandan. Lê niha ne yên xuya nakin, ên xuya dikin didin weşandin. Em nivîsandin û xêzkirinê dewam dikin. Em ê dengê xwe bidin ragihandin.”
HEFTEYA BÊ DAWÎ LI ÇALAKIYA XWE TÎNIN
Emekçî destnîşan kir ku di rojên pêş de televîzyonek ku dê dengê elewiyan ragihîne dest bi weşana xwe bike û ji ber vê yekê jî dê hefteya bê dawî li çalakiya xwe bînin.
Piştî axaftina Emekçî, Koma Munzur bi şêwaza elewiyan strîn.