STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê, di hefteya 316’emîn a çalakiya “Rûniştina F” de xwest nexweşê pençeşêrê Cemal Şahîn bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 317’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li Qada Galatasarayê li dar xist. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD’ê û xizmên girtiyan amade bûn û pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Tecrîd dikuje û piştevanî dide jiyankirin” û wêneyên girtiyan hildan.
Komîsyonê di çalakiyê de bal kişand ser rewşa girtiyê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4 a Şakranê Serokê Komeleya Piştevanî û Çanda Almus Tokat Cemal Şahîn û xwest bê berdan. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yalerî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Divê pêkanînên li girtîgehan li gorû parastina rûmet û mafê mirovan bin.”
‘BILA ŞAHÎN BÊ BERDAN’
Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’Ê Taylan Bekîn, daxuyanî da û wiha axivî: “Bi îlan kirina OHL’ê re bêmafî û êrîş zêdetir bûn. Serokê Komeleya Piştevanî û Çanda Almus Tokat Cemal Şahîn nexweşê pençeşê rê ye û gava hat girtin li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Çapa dihat dermankirin. Polîsan di 4’ê Cotmeha 2017’an de bi ser mala Şahîn de girtin û binçav kirin. Piştî biryara girtina Şahîn hat dayîn, şandin Girtîgeha Hejmara 9 a Sîlîvriyê. Şahîn ji wir jî sîrgûnê Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4 a Şakranê kirin. Di girtîgehê de her ku diçe nexweşiya Şahîn pêş de diçe. Ji bo Şahîn derve de bê dermankirin divê demildest bê berdan.”