ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê xwest Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş a li Girtîgeha Şakranê demil dest bê berdan.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Girtiyên nexweş bên berdan” di hefteya 429’emîn de li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Konakê pêk anî. Pankart û dowîzên azadiya girtiyan daxwaz dike hatin vekirin û hildan. Rêveberê ÎHD’ê yê Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî da.
Çîçek bi bîr xist ku li girtîgehên Tirkiyeyê 402 girtiyên nexweş ên giran û bi tevahî 1154 girtiyên nexweş hene û her roja diçe hejmara girtiyên nexweş zêde dibe. Çîçek mirina Îsmaîl Aslan ê 66 salî ku ji 1993’an ve girtî bû û di 7’ê nîsana 2018’an de bibîr xist û got: “Girtiyên nexweş berdin, Nebe bila rojên xwe dawî bi malbatên xwe re derbas bikin. Ev rewşa heyî komkujî ye.”
Çîçek xwest ku bila demil dest dev ji pêkanîna yek tîp bê berdan û şertê wan bê başkirin.
‘BILA DEMIL DEST BÊ BERDAN’
Çîçek bal kişand ser rewşa Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş a li girtîgehê nexweş e û got: “Rewşa Mevlûde Başdaş ber bi nebaşiyê ve diçe. Ji sedî 86 astengdar e. Çavê wê nabînin. Gelek nexweşînên wê hene. Ji bo Başdaş di rewş û şertên baş de bê dermankirin bila demil dest bê berdan.”