ÎZMÎR – Necatî Kuyturka ê li Girtîgeha Şakranê girtî ye ji ber kelepçeya di destê xwe de sist kir, leşkeran lê heqaret kir. Hat zanîn ku li ser gilîkirina leşkerekî derbarê Kuturka de bi îdiaya “Heqaretê” lêpirsîn hat destpêkirin.
Necatî Kuyturka yê li Jimara 1’an Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ji ber ku bêhal bû ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmî ya Çiglî. Kuyturka di nameya şand de behsa rewşa xwe kir. Kuyturka destnîşan kir ku ji ber kelepçekirî wî dermankirin û kelepçe destê wî jidandibû xwest sist bike. Kuyturka got ku li ser daxwaza wî leşker jê re gotiye “Tu bimirî dê çi bibe” û ji ber vê daxwaza sistikirinê leşkeran lê heqaret kir. Kuyturka da zanîn ku leşker bi heqaretên re bisînor neman, serlêdana bi îdiaya “heqaretê” lêpirsîn dane destpêkirin. Kuyturka anî ziman ku li ser lêpirsîna derbarê wî de hat destpêkirin îfade daye Serdozgeriya Komarê ya Alîagayê û bê parêzer îfade daye.