HELEB - Marîa Lavzî ya Ermenî û Anîk Marcos a Suryanî yên malbatên wan ji komkujiya sala 1915’an rizgar bûn û koçî Helebê kirin, li Taxa Şêxmeqsud mil bi mil li dijî êrîşên OSO li ber xwe didin. Lavzî û Marcos, diyar kirin ku tiştên di paşeroşê bi serê wan anîn, îro bi gelên Efrînê didin jiyîn.
Osmaniya di 24’ê Nîsana 1915’an de li ser gelên Ermenî û Suryanî komkujî pêk anîn. Ji mîlyonek mirovên hatin qetilkirin ên mayîn sîrgûnê bajarên Heleb, Dêra Zor, Reqqa, Bab û Mînbica Sûriyeyê hatin kirin. Lê hîna jî rehetî ji bo zarokên wan kesan tuneye. Li Mezopotamyayê, li ser jenosîda Ermenî û Sûryaniyan re 104 sal derbas bûn û lê dîrok cardin xwe dûbare dike. Yek ji zarokên Ermeniyên ji jenosîdê rizgar bûyîn Marîz Lavzî û Anî Marcos a Suryanî li bajarê Helebê rastî hev hatin.
LAVZÎ YA ERMENÎ
Lavzî ya Ermenî 63 saliye û 4 zarokên wê hene. Lavzî eslê xwe ji Ermeniyên Hatayê ye. Mezinên Lavzî yên sîrgûnê Sûriyeyê hatin kirin, li taxa Şêxmaqsud a Helepê ji nû de jiyana xwe ava kirin. Gava malbata Lavzî sîgûnê Helebê hat kirin, du xalên wê di rê de jiyana xwe ji dest dan. Lavzî li vê derê bi Sûryaniyêkê re dizewice û şahidî ji şerê navxweyî yê 7 salan re dike.
‘DU XALÊN MIN WINDA BÛ’
Lavzî, diyar kir ku bi dehan car komkujî ji mezinên xwe guhdar kiriye û wiha axivî: “Malbatên me bi darê zorê bi erdê re kaş kirin. Bi hezaran jinên Ermenî di wê komkujiyê de rastî tecawîzê hatin. Li ser rêyên sîrgûntiyê jî gelek Ermenî hatin qetilkirin. Dayîkên me şahidî ji vê re kirin. Di xalên min di winda bûn. Hîna jî me nizanin çi ji wan hatin. Jenosîda li ser Ermeniyan pêk anî, îro li ser Efrînê pêk tînin. Gelê Efrînê li her derê belav kirin. Hemû kesan ev bi çavên xwe dîtin. Gelê Ermenî jî wan hatin sîrgûn kirin. Berê ev bi destên Osmaniyan kirin, niha jî bi destê Erdogan vê dikin.”
ŞAHIDÊ ŞÊXMAQSUDÊ YE JÎ
Lavzî, yek jî şahîdên berxwedana Şêxmaqsud a şerê navxweyê ya Sûrîyeyê jî. Lavzî, ew rojên berxwedana Şêxmaqsud wîha vegot: “Pîştî sala 2011’an lî vê derê jê şerê navxweyî derket. Ev şer bi salane berdewam dike. Em jî rastî êrîşan hatin. Ji bo em xwe biparêzin bi rojan di bodruman man. Dûre dibin banê Yekîtiya Parastina Gel (HPC) ê de me çek girtin û xwe parast. Hemû jinan çek girtin û qadên xwe parastin.”
MARCOS JÎ JI KUMKUJIYA SEYFO RIZGAR BÛ
Marcos a Suryanî 65 saliye û 3 zarokên wê hene. Marcos eslê xwe ji Suryaniyên Mêrdînê ye. Gava Ermenî ji malên wan derxistin, malbata wê jî bi xizmên wan ên li Semsûr û Rihayê re beşdarî qefla komkujiyê kirin. Marcos bi Lavzî re di heman avahiyê de dijîn û mil bi mil li dijî êrîşan li ber xwe didin.
‘DÛRE ÇI JI WAN HAT NIZANIM’
Macros a malbata wê di sala 1915’an de ji Mêrdînê sîrgûnê Helebê hat kirin, wiha axivî: “Ermenî û Suryaniyan piştî jenosê de bi hevre koçber kirin. Malbata min pir behsa wê sîrgûn û komkujiyê dikir. Jin rastî tecawizê hatin, mirov qetilkirin û sîrgûn kirin. Tevahiya zaroktiya me tim bi sîrgûn û komkujiyan derbas bû. Li Semsûr û Rihayê xizmên me hebûn. Di dema jenosî de wan jî sîrgûnê Sûriyeyê kirin. Dûre çi ji wan hat nizanim.”
LAVZÎ Û MARCOS BI HEVRE DIJÎN
Marcos wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî sîrgûnê em li taxa Şêxmaqsud a bajarê Heleba Sûriyeyê bi cih bûn. Piştî şer derket em vir jî rastî êrîşan hatin. Dêrên em şewitandin û rûxandin. Malên me talan kirin. Li hemberî van hemûyan jî me karî me bi hevre taxên xwe diparêzin û heya roja îro em hatin.”
MA / Nazim Daştan