RIHA – Rêxistina HDP’ê ya Rihayê dest bi xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê kir û got: “Em bî baweriya 7’ê Hezîranê AKP’ê di sindoqan de bitemirînin.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê piştî aşkerekirina hilbijartina zordest, starta xebatên hilbijartinê da. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û navçeyan li avahiya HDP’ê li hev kom bûn û bi civîna çapemeniyê ragihand ku ew xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê didin destpêkirin.
'EM BI RIHÊ 7’Ê HEZÎRANÊ AMADE NE’
Endamê Meclîsa HDP’ê Îsmaîl Kaplan di civînê de axivî û got: “Her çiqas biryara hilbijartina ji nişkeve hatibe dayîn jî, em wek HDP’ê bi rihê hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re amade ne. Ev biryara hilbijartinê jî dide nîşandan ku AKP çiqas ketiye nav tengasiy û bêçarebûnê. Em bi bawerin dê faşîzma AKP’ê di 24’ê Hezîranê de têk biçe. Bi baweriya rihê 7’ê Hezîranê em ê AKP’ê di sindoqan de bitemirînin.”
‘DÊ GEL BERSIVA FERASETA FAŞÎST BIDE’
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî anî ziman ku dixwazin bi tayînkirina qeyûm û girtinan vîna gel bişkênin û dê di 24’ê Hezîranê de gel bersiva herî xûrt bide vê ferasete. Surucu got: “HDP li Rihayê ji niha ve ji 24’ê Hezîranê re amade ye.”