EFRÎN – Endamên OSO û malbatên wan ku ji Gûtayê anîn Tirkiyeyê, sewqî kampa AFAD’ê ya li Cindirêsê ava kirin dikin.
Tirkiyeyê û komên selefi OSO’yan bi hev re êrîşî navçeya Cindirêsê ya Efrînê kirin û vala kirin. Li Cindirêsê kampa AFAD’ê ava kirin. Komên selefî û malbatên wan li vê kampê tên bicihkirin. Di rojên derbasbûyî de dîmenên înşakirina AFAD’ê ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ve hatibû parvekirin. Her wiha MA ragihandibû ku komên selefî ango OSO û malbatên wan ên ji herêma Gûta ya Şamê tên tahliyekirin dê li kampê bicih bikin.
Şêniyên Efrînê yê nexwest navê xwe bide diyar kir ku îro wî şahidiya nêzî 50 otobus komên selefî ji Gûtayê veguzandinê Cindirêsê. Welatî destnîşan kir ku komên OSO yên bi çek konvoyê diparastin û ji bo sewqiyat balê nekişîne serê sibê saet li derdora 06.00’an hatiye kirin.
Tirkiye ji bo ji Gûtayê OSO û malbatê wan bi şertê veguhezîne ji bo êrîşî Efrînê bike ji Rûsyayê destûra bikaranîna qada hewayî hildabû. Bi navbeynkariya Tirkiyeyê selefi ji Gûtayê hatin tahliyekirin û yên tahliyekirin li ser xeta Idlip, Hatay, Dîlok, Kilîs, Ezazê sewqî Cindirêsê dikin.
MA / Erdogan Altan