MANÎSA – Malbatên Somayê diyar kirin ku ew di tarîtiyê de li edaletê digerin û gotin: “Em ê di 1’ê Gulanê de carek din li edaletê bigerin û bixwazin. Mirin heye lê em dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernadin.”
Li navçeya Soma ya Manîsayê di 13’ê gulana 2014’an de di encama bobelata madenê de 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan û ev bûyera xemgîn 4 sal li pey xwe dihêle. Di serdema AKP’ê de yek ji herî komkujiya mezin a karkeran bû. Li gorî daneyên Tenduristiya Karker û Meclîsa Ewlehiya Kar (ÎSÎG) piştî komkujiya li Somayê 7 hezar û 230 karker di encama cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dan.
Bi minasebeta Roja Cejna Karkeran 1’ê Gulanê dê malbatên Somayê edaletê daxwaz bikin. Malbatan derbarê 1’ê Gulanê de nêrînên xwe anîn ziman.
Yek ji van karkerên jiyana xwe ji dest da Alî Şahîn ê 18 salî bû. Bavê Şahîn Bayram Şahîn diyar kir ku wî di roja 4’emîn a ku kurê wî dest bi kar kiriye agahiyek xemgîn dibîhîze û ji wê rojê ve kurê wî ji bîra wî naçe.
‘EM BIMRIN JÎ EM Ê DEST JI EDALETÊ BERNEDIN’
Şahîn anî ziman ku ew bi êşa kurê xwe dijî û got: “Ev 4 salin em li edaletê digerin lê tiştek ne guheriye. Ka ez ê çawa kurê xwe ji bîra bikim? Bimirim jî ez ê wî ji bîr nekim. Ez dixwazin berpirsyar heta dawiya jiyana xwe bên cezakirin.” Şahîn da zanîn ku ew ê beşdarî Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê bibe û wiha got: “Ez ê ji bo daxwaza edaletê beşdarî 1’ê Gulanê bibim. Mirin heye lê em dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernadin.”
‘HEKE KU KURÊ MIN WERE XEWNA MIN TENÊ MIN BI HÊVÎ DIKE’
Elmas Kaya jî destnîşan kir ku wê kurê xwe Kader Yildirim di komkujiyê de winda kiriye û wiha got: “Ev 4 sal e xwedê dizane min çi kişandiye û çi nekişandiye. Qet û qet nayê ziman. Dibêjin mirin carek e. Na ne wisa ye. Mirin du car e. Ez miriyek ku bi giyana xwe mirim e. Lê bedena min tenê li ser piya ye. Ez wisa dijîm û ez ê wiha jî bijîm. Tenê tiştek hêvî dide min. Dema ez êvarê radikevim û kurê min tê bîra min û heke tiştek ji min re bibêje kêfxweş dibim. Lê wek din tu kêfxweşiya min nîne. Bila hemû berpirsyar bên cezakirin. Ez ê di serî de ji bo kurê xwe û hemû karkerên madenê ku jiyana xwe ji dest dane, edalet pêk bê ez ê tev li 1’ê Gulanê bibim.”
‘EM DI TARÎTIYÊ DE LI EDALETÊ DIGERIN’
Gulsum Çolak a ku kurê xwe Ugur Çolak di komkujiyê de winda kir jî got: “Êş û kula wî ji dilê min dernakeve. Êş nayê ji bîr kirin. Ev 4 sal in ez nizanim ken tiştekî çawa ye. Êşê dostanî û têkoşînê b imin da nas kirin. Biryarên dawî yên dadgehê jî hemû hêviyên me xelas kir. Êdî ji edaleta wan tu bendewariya min nîne. Heke ku pereyên te hebin edalet heye. Ez jî edaletek wiha naxwazim û nas nakim. Lê dîsa jî baweriya me heye. Em di tarîtiyê de li edaletê digerin.”
MA / Zuhal Atlan – Ayşe Surme