STENBOL – Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, bal kişand ser Hilbijartina Zordest a tifaqa AKP- MHP'ê û wiha got: "Encama referanduma 16'ê Nîsanê li ber çavan e. Stenbol di hilbijartinan de her dem reng û rûyê hilbilbijartinê diyar kiriye. Em dê piştî 24'ê Hezîranê bi Tirkiyeyek nû re hişyar bibin."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê piştî tifaqa AKP- MHP'ê biryara Hilbijartina Zordest dan, starta xebatên hilbijartina 24'e Hezîranê dan. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir, der barê xebatên hilbijartinê û polîtîkayên der barê hilbijartinê de axivî. Demîr, anî ziman ku îktîdar ji ber sedemên aborî û siyasî xetimî û biryara Hilbijartina Zordest da û wiha got: “Tirkiye piştî Dagirkirina Efrînê, encama ku dixwest bi dest nexist. Li bendê bû ku dengê xwe zêde bike. Lê dengê wê bêtir kêm bûn. Li aliyê din bêtir aborî têk çû. Qriza Aborî dest pê kir. Dowîz li hemberî TL buha bûn. Deynê Tirkiye yê derve zêde bû. Tirkiye bêtir êdî ji derve digere û nikare bifiroşe. Ev geşedan bû sedem ku AKP bi lez biryara Hilbijartina Zordest bide. Em li bendê bûn ku di mijdarê de hilbijartina pêşwext pêk bê. Lê ji ber ku AKP êdî zêde dengan winda dike û dihile biryara hilbijartinê da. Bi armanca hilbijêrên wan tev li nava bajar û welat in 24'ê Hezîranê diyar kirin. Di vê demê de dibistan nû dikevin betlanê. Erdogan ji serî de ferman daye ku yek namzetê AKP’ê heye. Ferman daye ku li gorî yek namzetî ‘Amadekariya hilbijartinê bikin' Ji bo ku rê li pêş hilandinê bigire biryarek di nava panîkê de ye."
‘STENBOL DIYARKER E'
Demîr, da zanîn ku Stenbol di hilbijartinan de bajarekî diyarker e û wiha got: “Stenbol yek ji metrepolên ku herî zêde hilbijêrên kurt lê heye ye. Ya din herî zêde çîna kedkar û karkeran lê zêde ye. Dîsa hêjmara jinên ku li vîna xwe xwedi derdikevin û bi rêxistin jî li vir pir zêde ne. Ji ber vê yekê Stenbol rê û rengê siyasete diyar dike. Siyaseta Tirkiye diyar dike. Di pêvajoya referandumê de Stenbol rengê hilbijartinê diyar kir. Piştî Tirkiye Efrîn dagir kir, Kurdên ku berê dengê xwe dabûn AKP'ê di wan de şikandinek mezin çêbû û biryara xwe guhertin. Ji sedî 2-3 kurdîn çîna navîn yên dengê xwe didan AKP'ê di wan de guhertinek mezin çêbûye. "
Demîr, da zanîn ku kesên sosyalîst û xwediyên welat ên rastîn, dê hesap ji polîtîkayên AKP’ê yên 15 salan bipirsin û wiha got: "Di salên dawî de me 5 hilbijartin pêk anîn. Gel êdî ji hilbijatinan bêzar bûye. Lê dîsa ji ber krîza heyî gel ji hilbijartinan re amade ye. Dixwaze ji vê rewşê xelas bibe. Di nava gel de hêrs, zîwerî, acizî û bêzariyek mezin heye. Dixwazin di vê hilbijartinê de encamê bistînin. Rêxistina HDP'ê ya bajar û navçeyên Stenblê strarta hilbijartinan daye. Em dê vê carê çalak li qadan bin. Em dê bi girseyek mezin di 1'ê Gulanê de li qadan bin û starta wê bi girseyî bidin xuyakirin. Bajarê herî mezin ê karkeran e. HDP di milê hilbijartinan de xwedî zanîn û tecrûbe ye. Xwe li gorî wê bi rêxistin kiriye. Me Stenbol kir 3 herêm. Me bi rêxistina hemû bajar û navçeyan re civîn pêk anî. Em dê xwe li ser 3 herêman bi rêxistin bikin û xebatên hilbijartinê bimeşînin. Li stenbolê 25 hesar sindoq hebûn niha 30 hezar sindoq in. Em dê li ser her sindoqekê 2 hevalan peywirdar bikin. HDP hem xwedî gotin û hem jî xwedî pratîk dê dîsa li ser dikê be.
AKP-MHP dê di şexsê Stenbolê de li hemû Tirkiye winda bike. Di hilbijerên AKP’ê de ji şikandinek çêbûye. Hilbijartina zordar dê bibe sedema întîhara AKP’ê.
EM DÊ 30 HEZAR SINDOQ BIPARÊZIN
Demîr, da zanîn ku li Stenbolê 30 hezar sindoq hene û dê li ser her sindoqekê 2 kesan peywirdar bike. Me biryar daku kesên li ser sindoqan 24 saetan nobetê bigirin û ranezên. Em dê 2 mehan bi şev û roj kar bikin. Dê piştî hilbijartina 24'ê Hezîran Tiryiyeyek nû derkeve pêşberî me. Erdogan hemû planên xwe ji bo mutlak qezenç bike amade kirine. Lê divê em jî serê xwe biêşînin ku em dê çawa destûr nedin hilbijartinê bi dest bixe. Ger ku em baş civakê amade bikin Tirkiye dê ji vê kaos û krîzê rizgar bibe.
MA / Necla Demîr - Bilal Seçkîn