MÊRSÎN – Hevberdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen hilbijartina zordest ku bi tevkariya AKP-MHP’ê hat îlankirin nirxand û got: “Divê li hemberî pergala çewisîner em bên gel hev.”
Hevberdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, hilbijartina zordest nirxand. Bîlgen destnîşan kir ku AKP hem di polîtîkaya hundurîn hem jî di ya derve de xitimiye û got: “Pratîkeke ku êdî AKP nikare welat bi rê ve bibe heye. Di vir de hilbijartinê bi temamî wekî amûrekê dibîne. Dibêje qey ew ê ji nû ve baweriyê bide der û îktîdara xwe bidomîne. Tekane riya vî tiştî jî hilbijartina zordest e.”
‘NE QANÎKER E’
Bîlgen, diyar kir ku bêyî ku muxalefet bi awayekî tam hevkariya xwe bike biryara hilbijartinê hatiye dayîn û ev yek ne etîk e. Bîlgen got: “Muxalefet dikaribû hevkariya hev bike. Ji ber ku ji hevkariya muxalefetê ditirsin, bi awayekî lez û bez biryara hilbijartinê dan, da ku ji qoltixên xwe nebin. AKP wekî berê nikare welat bi rê ve bibe û ji ber vê xwest di şert û mercên Rewşa Awarte de hilbijartinê bike. Îktîdara ku di şert û mercên Rewşa Awarte de her cure muameleyên kêfî dike, dixwaze muxalefetê biçewisîne û bi vî awayî xwe bidin tesdîqkirin.” Bîlgen, destnîşan kir ku AKP ji bo hesab nede û neyê darizandin hemû sozên xwe daqurtandine. Bîlgen, bi lêv kir ku îktîdara ku duh li dijî hilbijartina pêşwext bû, îro biryara hilbijartina zordest da, lê belê ji bo vê yekê tu daxuyaniyeke wê ya qanîker tune ye.
Bîlgen bi lêv kir ku ji roja ku AKP-MHP hilbijartina zordest îlankirine heta niha nikarin sedemên wê ji gel re vebêjin û got: “Diviya pêşî hilbijartinên herêmî pêk bihatana. Ji ber ku dizanin dê encamên hilbijartinên herêmî bandorê li yên giştî bikin, hilbijartina zordest îlan kirin.” Bîlgen, diyar kir ku di pêvajoya çewsîner de civak li riyên xweîfadekirinê digere û got: “Tevî hemû qedexeyan jî jinan qadên 8’ê Adarê tijî kir. Gel bi girseyî Newroz pîroz kir. AKP’ya ku dixwaze dê di 1’ê Gulanê de jî beşdarbûyîneke zêde hebe, serî li riyeke wisa da. Hêrsa gel kêm nabe, her diçe zêdetir dibe. Bertekên gel ên ji ber krîza aborî zêdetir dibin. AKP û MHP ev yek dîtin, gotin ew hilbijartinê çêbikin dê ji bo herduyan baştir bibe.”
‘AKP BI DESTÊ DEWLETÊ AMADEKARIYÊN HILBIJARTINÊ KIRIYE’
Bîlgen bi bîr xist ku AKP amadekariyên hilbijartinê bi derfetên dewletê dike û got: “Stranên hilbijartinê jî amade kirine. Ji bo hilbijartina ku hîn salek jê re maye stran amade kirine. Nexwe gel xapandine. Bi dizîka xebat meşandine. Bahçelî teklîf berpêş kir û ev yek karê wan hêsantir kir. Di medyayê de pêvajoyê wekî tiştekî normal nîşan didin. Ev yek tam manîpulasyon e. Mirovên nêzî AKP’ê ev pêvajo ragihandibûn. Gotibûn dê hilbijartina pêşwext çêbibe û dê ev yek ji aliyê Bahçelî ve bê berpêşkirin. Ev yek jî nîşan dide ku, bi destê dewletê amadekariya hilbijartinê hatiye kirin.”
Bîlgen, diyar kir ku di dema bikaranîna dengan de divê hemû derdorên muxalif û înîsyatîfên sivîl sindoqan biparêzin. Bîlgen, destnîşan kir ku ew ê bi herkesê ku ehlê demokrasiyê ne pêvajoya diyarkirina namzetan nîqaş bikin û got: “Hilbijartina li pêş me ne hilbijartina kesan e. Hilbijartina pergalekê ye. Ji ber vê divê hemû derdorên bindest bibin yek. Divê herkesê ku ehlê aştî, kedê û azadiyê ye li hemberî vê pergala çewsîner bên gel hev.”