Esnafên Bazara Rûsê yeko yeko dikanên xwe digirin

img
WAN – Esnafên Bazara Rûs ji ber krîza aborî ditengijin. Di sala dawî de herî kêm 25 esnafên bazarê dikanên xwe girtin û yên mayî jî ji bo dikanên xwe negirin li ber xwe didin. 
 
Krîza aborî ya ku AKP dibe sedema wê her diçe berbelavtir dibe. Li Wanê yek ji cihên herî qelebalix Bazara Rûs e, lê belê ji ber krîza aborî esnafên bazarê yeko yeko dikanên xwe digirin. Di sala dawî de herî kêm 25 esnafên bazarê ji ber krîza aborî dikanên xwe girtin û yên mayî jî ji bo negirin li ber xwe didin. 
 
‘DOLAR ZÊDE BÛ BER BIHA BÛN’ 
 
Esnafê Bazara Rûsê Yûsûf cengîz, diyar kir ku ew berên xwe bi dolar dikirin, ji ber vê yekê dema dolar zêde dibe bandorê li wan dike. Cengîz destnîşan kir ku bazar westdar e. Cengîz diyar kir ku dema îranî tên bazar geş dibe, lê belê îsal turîstên îranî zêde nehatine. Cengîz, anî ziman ku nemaze zêdebûna dolar fiyetê malên wan jî zêdetir dike û hêza kirine kêmtir dibe. Cengîz, got şerê heyî bandorê li dolar û li wan dike. 
 
‘DOLAR ZÊDE BÛ, MAZOT BIHA YE, KAR TUNE YE’ 
 
Serokê Kooperatîfa Kargehên Giştî û esnafê Bazara Rûsê Şehmûz Dûman jî, diyar kir ku hema bêje li bazarê kar nemaye. Dûman, anî ziman ku dolar zêde bûye, mazot biha bûye û kar tune ye. Dûman, destnîşan kir ku bi ser girtina deriye sînor jî, rewşa esnafan xirabtir kir. Dûman, bi lêv kir ku hikûmet bazirganiya sînor asteng dike û got: “Li vî bajarî kar bi sewalvanî û bazirganiya sînor dibe. Lê nahêlin em berên ku ji sînor tên bifiroşin. Hemû sînor girtin. Deriyên sînor Kapikoy, Esendere hatin girtin. Gel êdî nikare tu karî jî bike, perişan bûye.” Dûman, diyar kir ku berê karê wan bi saya îraniyan dibû, lê belê niha ew heqê deriye sînor ku 20 lîre bû niha bûye 220 lîre û ji ber vê îranî nayên. 
 
Esnaf Cîhat Bozdogan jî, diyar kir ku 2 sal in rewşa esnafê Wanê ne tu rewş e. Bozdogan, diyar kir ku zêdebûna dolar û nediyariya rewşa aboriyê zêde bandorê li wan dike. Bozdogan, anî ziman ku li gorî berê ji sedî 90 karê wan kêm bûye û hema bêje dawiya mehê ew nikarin heqê kirêya xwe bidin. Bozdogan, bi bîr xist ku berê esnafan her hefte bi qamyonan mal dadixist û got: “Wê çaxê karê me baş bû, lê niha ne wisa ye.” Bozdogan, diyar kir ku malê ku berê wan bi lîreyekê dikirî, niha bi 10 lîreyan dikirin û ev yek bandorê li firotinê dike. Bozdogan, diyar kir ku berê wan ji sînorê Îranê qamyonek mal dianî, lê belê niha ew nikarin poşetekî jî bînin. 
 
Serokê Kooperatîfa Kargehên Giştî ya Guvenê û esnafê Bazara Rûsê Osman Encu, diyar kir ku 28 salin ew li vir esnaf e, lê belê bi qasî îsal wan tengasî nedîtiye. Encu diyar kir ku 65 esnaf girêdayî kooperatîfa wan in û bi rastî jî niha rewşa esnafan ne tu rewş e. Esncu, destnîşan kir ku 28 salin ew esnaf e, lê belê îro 4 rojin wî hîn serfetih nekiriye. 
 
‘JI 65 DIKANAN 25 JÊ HATIN GIRTIN’ 
 
Encu, bi lêv kir ku berê wan 20 rojê carekî qamyonek mal ji Bazîdê dianî û wan di 20 rojî de hemû eşya difirotin. Encu, diyar kir ku lê belê 2 salin wan qamyonek eşya nekiriye û got: “Çimkî bi gel re tune ye ku bikire. Îro em çend perçe eşya tînin, lê ew jî di dest me de dimînin. Niha li bazarê ji 65 esnafan 25 jê girtin. Lêçûna kooperatîfa me 19 hezar lîre ye. Ji ber em nikarin vî pereyî derxînin, 8 hezar lîreyî ji bêrîka xwe didim. Êdî em nikarin heqê notirvanê kooperatîfê jî bidin. Esnaf dikanên xwe digirin û diçin li malên xwe rûdinên. Esnaf perîşan bûne.” 
 
Esnaf Şakîr Cenk, diyar kir ku zivistanê karê wan başti re û got: “Dolar zêde dibe. Li Efrînê şer heye. Ev rewş zêde bandor li me dikin. Esnafan tu kar nekir. Hinan jê dikanên xwe dewr kir, hinan jê girtrin û çûn. Eger rewş ev be, em ê jî biçin.” 
 
MA / Mujdat Can – Mahmut Ruvanas
 

Sernavên din

23/04/2018
17:35 30 herêmên Colemergê hatin qedexekirin
16:41 Buldan: Vîna gel ne li Meclîsê ye, li girtîgehê ye
16:08 Li Geverê starta hilbijartinê hat dayîn
15:51 Li Avusturyayê xebatên hilbijartinê dest pê kirin
15:50 Namzetê HDP’ê dê piştî 30’ê nîsanê zelal bibe
15:24 HDP'ê li Nisêbînê dest bi xebatên hilbijartinê kir
15:22 Karkerê taşeron Araz ji kar hat avêtin û mir
14:40 Hewldana Jiyankirina Heskîfê: Dîrok li cihê xwe xweşik e
14:23 HDP’ê li Wanê dest bi xebatên hilbijartinê kir
14:13 Malbatên Efrînî gundê wêran ava kirin û bi cih bûn
13:53 Li Strasboûrgê ji bo Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir
13:40 Kişanak: Ozgurlukçu Demokrasî tim bû dengê me
13:30 Tanrikulu: Herî kêm mafê jiyana 3 hezar û 936 zarokan hat binpêkirin
12:54 Bi lez û bez demografiya Cîndîrêsê diguherin
12:40 KNK'ê komkujiya 1915'an şermezar kir
11:57 Ciwanên HDP’î: Em ê bi hemû hêza xwe bixebitin
11:56 Di doza Nisêbînê de modela modernîteya demokratîk vegotin
11:00 Komîsyona Zarokan a ÎHD’ê: Mirov ne keyfxweşin
10:52 Yolerî: Îktidar bi OHAL'ê sûcê xwe vedişêre
10:30 Haveyna Berxwedana Şexmaqsud: Gulê Selmo
09:49 Bangawazê Memleket Em in Karadag: Em dê muxalifa sivîl û civakî ava bikin
09:48 Qeyûmê Dersimê projeyên DBP’ê dizî
09:45 Kurkçu yê HDP’î: Hûn bêminet in, dakevin qadê
09:12 Doza Ata û Mizrak 12 sal e dewam dike dê biryar bê aşkerekirin
09:10 ‘Gulser Yildirim vîna me ye’
09:08 Prz. Tavuz: Ger zagonê heyî rast têxin meriyetê pêdivî bi nûkirinê tune
09:03 Karkerên DHL Express: Em di 1’ê Gulanê de li Maltepê kom bibin
09:01 Taşdemîr: 24 Hezîranê ji bo jinan dê werçerxa dawî be
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2018'AN
22/04/2018
16:55 Li Kerboranê maşîneya zirxî li jinekê qelipî
16:13 Mînîbusa leşker û cerdevanan li TIR’ê qelipê: 25 birîndar
15:22 6 roj şande agahî ji Mesutoglu hat girtin
15:18 Temellî bi ciwanên partiyê re hatin gel hev
15:11 15 wekilên CHP’ê tev li Partiya îYî bûn
14:57 Koçyîgît: Divê em piştî hilbijartinê jî bi rêxistin bikin Hamzaoglu: Dawiya dawî em ê bikenin
14:05 HDP’ê li Cizîrê dest bi xebatên hilbijartinê kir
13:50 Di 120'emîn salvegera Rojnameya Kurdistan de çapemeniya kurd niqaş kirin
13:38 Platforma ‘Memleket Em in' di 'Hevdîtina Azad' de kom bûn
12:39 Li Kabîlê êrîşa întîharî: 31 mirî, 54 birîndar
11:37 Metrepoll: Dengê kurdan dê rengê hilbijartina 24'ê Hezîranê diyar bike
11:11 Li Herêma Kurdistanê 146 jinên Kurd amadekariya ketina meclîsa Iraqê dikin
11:08 Der barê girtiyê xwe şewitand de agahiyên bi nakok didin malbatê
09:11 Colemêrgî: Em AKP’ê ji xwe re nakin hevrik jî
09:10 Dersimî: Ji bo serketinê yekîtî şert e
09:08 Îmret: Li derveyî sînor jî pergala ku gelan ava kiriye qebûl nakin
09:07 Îşkence li gorî girtîgehê 'bêqisûr e û li gorî mewzûatê' ye
09:05 ‘Em ê di 1'ê Gulanê de karta zer û di 24'ê Hezîranê de jî karta sor nîşanî AKP'ê bidin'
09:03 Beko: Divê em ewil di 1'ê Gulanê de û piştre di hilbijartinê de bên gel hev
09:02 Turan ê bi qûndaxê serê wî hat qelişandin: Ez wê rojê ji bîr nakim
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2018'AN
21/04/2018
17:28 Jinan koçberî û tundiya zayendî niqaş kirin
16:51 Emekçî: Rojek zû ne yek dereng dê deriyê Îmraliyê vebe
16:50 Temellî ji Erdogan re got: Dest berdin biçin HDP tê ku welat rake ser piyan
16:49 Asayîşa PDK’ê êrîşî gel kir
16:19 Rapora Efrînê: Armanc avakirina sînorên Mîsaq El-Milî ye
15:54 Xebatkarên TV10 dê televîzyonek elewiyan vekin
15:45 Xwestin nexweşê pençeşêrê Cemal Şahîn bê berdan
15:25 Qedexeya li ser taxên Nisêbînê yên ser û bin kirin, rabû
15:02 Dayikên Şemiyê: Bila zarok neyên kuştin
14:43 Aqûbeta Fettah Erden ê hat windakirin pirsîn
14:29 ÎHD a Îzmîrê: Bila Mevlude Başdaş bê berdan
14:18 Platforma Çapemeniya Azad: Em nabin rojnamgerên we û bêdeng nabin
13:57 Platforma Jinan a Axtamara: Bi Fuara Zewicandinê, zarokan îstîsmar dikin
13:28 Xwest kelepçeyê sist bike, lêpirsîn dan destpêkirin
13:27 Buldan: Civaka Tirkiye dê namzetê me hembêz bike
13:27 Zarokên ji 1915’an rizgar bûn li Şêxmaqsud mil bi mil li ber xwe didin
12:48 Heyeta HDP'ê li Hatayê ye: Ne em ew dê di zinar werbin
12:35 HDP’a Rihayê: Bi baweriya 7’ê Hezîranê em ê AKP’ê bitemirînin
12:21 Ji ber ku destê xwe li birayê xwe li ba kir gefa kuştinê xwar
12:03 OSO’yê ji Gûtayê vediguhezînin li Cindirêsê bicih dikin
11:49 Aborîzan Ozgur: AKP beriya krîza aborî dixwase pêşeroja siyasî teqez bike
11:48 4 sal e di tarîtiyê de li edaletê digerin
11:11 ‘Botan dê bersiva herî mezin bide îtîfaqa dij Kurdan’
10:23 Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê: Stenbol dê rengê hilbijartinê biguherîne
10:22 Prof. Dr. Sancar: Encama ji Kurdistanê derkeve dê wateyên wê yên taybet hebin
10:21 Siyasetmedarê Kurd Kulu: Li dijî hilbijartina zordest em bibin yek deng
09:29 Partiyên Kurdan: Îtifaqa şerte
09:24 Berdevkê HDP’ê Bîlgen: Divê li hemberî vê pergala çewisîner em bên gel hev
09:23 Handa’ya Sîdar Jîr derket
09:22 Waniyan bersiva Erdogan da: Em bibînin kî kê vedişêre
09:21 HDK: Em ê bi ruhê Newrozê li qadên 1’ê Gulanê bin
09:20 Niştecihên Çelê: Divê demildest dawî li qedexeya li ser erdên me rabe
09:19 Esnafên Bazara Rûsê yeko yeko dikanên xwe digirin
09:19 Rojnamegeriya kurd 120 salin di şopa heqîqetê de ye
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2018'AN
20/04/2018
18:32 Meclîsê biryara hilbijartina pêşwext erê kir
16:54 Li Xîzanê qedexeya derketina derve hat îlankirin
16:23 Mamoste Ayşeya got ‘Bila zarok nemirin’ bi keça wê re şandin girtîgehê
15:59 Leşkerê îşkence lê kir li dadgehê derket pêşberî wê
15:42 Wêneyên îşkenceya li Efrîniyan dikin hat kêşandin
15:18 ‘Em biryara betalkirina parlamenteran nas nakin’
14:37 Karkerên Zanîngeha Egeyê 11 rojin di çalakiyê de ne
14:35 Buldan û heyeta pêre li Kocaeliyê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
14:00 Awusturya dê destûrê nede mîtîngên Erdogan!
13:28 ‘Em bibin hawara Sûr û Heskîfê’
12:50 Bîlgen: Erdogan dê bibîne ka kê di sindoqan de difetise
12:14 HDP hefteya bê wê namzetê Serokomariyê aşkere bike
12:05 Hevşaredarê DBP’î dê îro bikeve girtîgehê
12:04 Malbatan cara 72’yemîn xwestin biçin Îmraliyê
11:48 Heyeta HDP’ê bi slogana ‘Bijî HDP’ hat pêşwazîkirin