AMED - Rojnamegeriya kurd a li sirgûniyê dest bi weşana xwe kir, ligel zext, astengî û girtinan 120 sal li pey xwe hişt. 120 sal in zext û girtina li ser çapameniya kurd qet kêm nebûye. Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan diyar kir ku ji roja destpêkê ve zext û astengiyên li ser çapameniya kurd didome û çapemeniya kurd dijberên kurdan di çavê cîhanê de marjînal kirin. Boltan got ku dê çapemeniya kurd li ser şopa heqîqetê weşangeriya xwe dewam bike û dê ala ji Bedîrxaniyan û Apê Musayan hatiye girtin ba bike.
Bi ser weşana Rojnameya Kurdistan a ku li bajarê Qahîreya Misrê dest pê kir re 120 sal derbas bûn û roja Rojnameya Kurdistan dest bi weşanê kir 22'yê Nîsana 1898'an wek "Roja Rojnamegeriya Kurdistanê" hat îlankirin. Çapemeniya kurd her çiqas li welatê xwe weşangeriyê bike jî, lê ji ber tengezarî û zextan beşek ji vê çapameniyê hêj li “sirgûnê” weşangeriya xwe dike. Wek roja ewil saziyên çapemeniya kurd rastî girtin, zext û pêkûtiyan tê.
120 SAL IN DIDOME
Rojnameya Kurdistan ji aliyê Mîqdat Mîthad Bedîrxan ve li Kahîreyê hate derxistin. 5 hejmarên rojnameyê li Kahîreyê, hejmarên di navbera 6-19'an de li Cenevreyê, hejmarên di navbera 20-23'an de li Londrayê, hejmarên di navbera 24-29'an de li Folkstonê û hejmarên 30 û 31 jî li Cenevreyê hatin weşandin. Rojname 15 rojan carekê dihate weşandin. Piştî weşana rojnameyê ya hejmara yêkemîn di 30'ê nîsana 1898'an de II. Abdulhamît ve ji bo nekeve ser axa Împaratoriya Osmanli qedexe kir. Mîqdat Mîdhat Bedîrxan sedema derxistina rojnameyê wiha aşkera kiribû: "Li cîhanê çiqas misliman hebin li gund û bajarên wan dibistan û rojname hene. Kurd ji rojnameyan bêparin. Bi qewata Xwedê niha û şunda 15 rojan carekê ez dê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kir Kurdistan. Ez dê di vê rojnameyê de başbûna zanistî û agahdariyê binivîsim. Heya niha tu kesî rojnameyekî wisa ne nivîsandiye. Rojnameya min yekemîn e."
Piştî rojname hat weşandin ketina Împaratoya Osamanî hate qedexekirin û zextên li ser Mîqdat Mîdhat Bedîrxan zêdebûn.
JI SIRGÛNIYÊ BER BI WELÊT VE
Li Tirkiyeyê di serdema Komarê de jî ji ber destûra weşanên kurdî nehat dayîn li Iraq, Suriye û Beyrutê hatin çapkirin. Jiyan (1926-1936), Hawar (1932-1943), Jîn (1939), Gelawej (1941- 1950), Ronahî (1942-1945), Roja Nû (1943-1946) weşanên yekemîn ên bîra mirov in. Kovar û rojnameyên weke Çavkaniya Dîcle (Dîcle Kaynagi 1949) a ku ji aliyê rewşenbîrên kurd ên weke Musa Anter, Edîp Karahan, Yaşar Kaya û Medet Serhat ve hate derxistin, Şark Mecmuası (1950), İleri Yurt (1958), Dicle-Fırat (1962), Deng (1963), Roja Newe (1966) jî ji ber pirsgirêkên aborî û zextan emir dirêj nebûn. Weşanên weke Ozgurluk Yolu (1975), Xebat (1976), Rizgarî (1976), Roja Welat (1977), Kawa (1978), Ala Rizgarî (1979) û Serxwebûn (1980) jî navbera wan bi rejîmê re baş nebû. Piraniya wan weşanan piranî bi tirkî an jî bi kurdî û tirkî hatin weşandin. Weşana yekemîn kurdî di 1977'an de li Amedê ji aliyê DDKD'ê ve Kovara Tîrêj bû. Li Tirkiyeyê jî ev kovar tenê 4 hejmar derketin.
JI ROJNAMEYA KURDISTAN HETA ROJNAMEYA WELAT ZEXT DIDOM IN
Niha jî êrîş û zextên li ser çapemeniya kurd di rojevê de ye û weşanên kurdî bênavber tên girtin. Di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin weşandin, ji sedî sed televîzyon, rojname, radyo, ajans, malper û kovarên weşana bi kurdî dikirin hemû hatin mohrkirin û girtin. Di nav weşanên di 2016’an de hatin girtin de rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundem, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA), Ozgur Gun Tv, ÎMC TV, Jiyan TV, Azadî TV, Denge TV, Hayat TV, Wan TV, GUN Radyo, Kovara Tîroj û her wekî din. Dest danîn ser malê van saziyên çapemeniyê.
Di 25’ê tebaxa 2017’an de Ajansa Dîhaber, Rojnameya Rojeva Medya û Rojnameya Şûjin bi KHK’ê hatin girtin.
Her dawî di 28’ê adara 2018’an de jî qeyûm tayînî ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun kirin û desteser kirin. Ji ber nebûna çapxeneyê û zextên li ser çapemeniya kurd, Rojnameya Welat ku tekane weşana kurdî li Tirkiyeyê dike jî neçar ma dawî li weşana xwe ya çapê bîne. Her wiha bi dehan car lînkên malper, ajans û rojnameyên kurd û mûxalîf hatin girtin.
198 ROJNAMEGER GIRTÎ NE
Bi dehan xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun hatin girtin. Niha li gorî daneyên Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) 198 rojnamger di girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê û bajarên herêmê de ne. Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan bi minasebeta 120’emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurd de ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî.
QONAXA GIRÎNG KURDISTAN BÛ
Boltan destnîşan kir ku dema ku di her warî de girîngiya rojnamgeriyê di nav civaka cîhanê de hat fêmkirin, di nav kurdan de jî girîngiya rojnamegeriyê xwe da hîskirin û got: “Rojnamegeriya kurd di qonaxek sirgûniyê de dest bi weşangeriya xwe kir. Ev jî dide xûyakirin ku ji ewil ve her tim qedexe li ser çapemeniya kurd heye. Di serdema Osmaniyan de jî bikaranîna çapemeniyê ji bo kurdan wek rewa û maf nedihatiye dîtin. Bi destpêka weşana rojnameya Kurdistan a li Misrê dest bi weşanê kir, wek destpêka rojnamegeriya kurdî ye. Qonaxa yekemîn li Misrê bû û qonaxa duyemîn jî li Bakûrê Sûriyeyê bû.”
‘XWENDINA WELAT EVÎN BÛ’
Boltan da zanîn ku yek ji qonaxên herî girîng ew e ku weşangerî ango çapemeniya kurd li Tirkiyeyê bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê dest bi weşana xwe kir û wiha domand: “Her ku daxwazên civakî û siyasî yên kurdan li pêş ketin, çapemeniya kurd jî li pêş ket. Dema rojnameya Ulke û Welat li bakurê welêt dest bi weşangeriyê kir, xwendina wan ji bo me evînek xûrt bû. Em wek nifşên wê dem ê baz didan ku em wê rojnameyê çawa bi dest bixin û bixwînin. Xwendina yek nûçeyêk ji bo me wek feyzekê bû. Rojnameyan me hişmend dikirin.”
‘AZADIYA WELAT JI BO KURDÎ DÎROKEK BÛ’
Boltan anî ziman ku dema rojnameya Azadiya Welat dest bi weşangeriya xwe ya rojane kir, bi serê xwe qonaxek girîng û xwedî rol û ristek dîrokî bû û got: “Azadiya Welat di warê sazûmankirina zimanê kurdî jî xwedî rolek girîng bû. Piştî neteweya kurd xwe ava kir, her ku çû rojnamgeriya kurdî xûrt bû. Li her deverê Kurdistanê rojnamgerî geş bû. Beş bi beş rojnamegeriya kurdî li pêş ket. Qonaxa televîzyona kurdî ya li Ewropayê dest bi weşana xwe kir, gelek girîng bû. Televîzyongeriya kurdî ji bo hemû berjwendiyên kurdan xwe gihand mala her kesî.”
‘JI WÊ ROJÊ VE ZEXT DIDOM IN’
Boltan diyar kir ku êşa nefîkirina kurdan feyz da malbata Bedîrxaniyan ku bingeha rojnamegeriya kurdî biavêjin û wiha dewam kir: “Mîqdat Mîthad Bedîrxan bi têgihiştinek kurdewar, netewperwer, bi evînek dûrî welat û xwezîgihîştina welat dest bi weşangeriyê kir. Ji ber nikaribûye li welatê xwe weşanê bike, li derve dest pê kiriye. Astengiya li pêşiya weşangeriya kurdî dewleta Osmanî bûye. Osmaniyan wê demê nexwestiye kurd bibin xwedî hişmendiya welat û feraset. Ji wê rojê ve heta niha qedexe û astengî li ser çapemeniya kurd didome.”
‘ÇAPEMENIYA KURD, DIJBERÊN KURDAN MARJÎNAL KIR’
Boltan destnîşan kir ku ji ber qedexe, astengî û pişaftinê tu derfet tunebûn, kurd fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bibin û wiha lê zêde kir: “Piştî demek dirêj şûn ve kurd, neçar bûn bi zimanê xwe weşanê bikin. Desthilatdaran dixwest zimanê kurdî ji kokê ve xelas bikin. Lê di her warê jiyanê de bi destpêka weşangeriya kurdî re zindî bû. Gel sûdek pir mezin ji weşangeriya kurdî girt. Her kesî fêm kir ku zimanê kurdî zimanê nivîsandin, xwendin û axaftinê û yê her qadê jiyanê ye. Rojnamegeriya kurdî di nav civaka kurd de şoreşek da afirandin. Rojnamegeriya kurdî, deshilatdariya dijberî kurd di cîhanê de marjînal kir. Rojnamegeriya kurdî mafdariya gelê kurd bi cîhanê da famkirin û neheqiya dijberan a li nava cîhanê mehkûm kir. Êdî cîhan bi weşangeriya kurdan ji geşedanên li nav kurdan agahdar dibe.”
‘ALA WAN BA DIBE’
Boltan bi bîr xist ku li gel hemû zext û girtinan jî çapemeniya kurd nehatiye bêdengkirin û ev tişt got: “Bila her kes viya baş bizanbe, çapemeniya kurd asteng û qedexe jî bikin, lê êdî bêbandor e. Weşangeriya kurd ji bo jiyana kurd û destkeftina mafê kurdan weke beşek e stratejîk tê dîtin. Îro bi hezaran kedkarên çapemeniyê dihêlin ku Apê Musa, Gurbet Elî Ersoz û bi dehan şehîdên din ên çapameniyê li cihê xwe razên. Ew ala wan îro li her malekî kurda li dar e û ba dibe. Kurdan di nava xwe de şoreşa çapemeniya xwe daye avakirin û êdî ne pêkane ew şoreş têk biçe.
‘SERÎ NAYÊ TEWANDIN’
Di cîhanê de nimûneyek wiha tune ye ku qeyûm diavêjin ser rojname û çapxaneyê, rojname ji ber çapxane tune nikare weşana xwe bike û bi girtina dehan xebatkarên wan. Bi vê yekê re sînor namîne, wek xanîmet dest datîne ser mal û milk. Dixwazin bi girtinê jî ji wan re bê bîatkirin. Lê serî neyê tewandin û heqîqet her bê ragihandin û ji bo berjwendiyên kurd û tevahiya gelên din dê weşangeriyê bike.”
MA / Bîlal Guldem