Mîhrîcana Munzurê dest pê kir

img
DÊRSIM - Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordû di starta  21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê de axivî û wiha got: “Me ev feraseta qedexeker parçe kir û em hatin van rojan. Em ji îro şûnde jî qebûl nekin." 
 
Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku ji salên 1990’î de li dijî şewitandin, xerakirinên gundên Dêrsimê û zext û Rewşa Awarte (OHAL) hatine destpêkirin, îsal jî hate lidarxistin. Starta 21'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bi dirûşma “Em li dijî talana kanegeriyê, xwezayê û jiyanê diparêzin” li Qada Seyîd Riza hate dayîn. Saziyên elewiyan, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li destpêkirina mîhrîcana ku dê 4 rojan dom bike, bûn. 
 
Di axaftina dayîna startê de Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglû axivî û destnîşan kir ku wan ji ber sedemên dijî demokrasiye, nekarîn 4 mihrîcanên ku ev 25 sal in tên lidarxistin, pêk bînin û wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê mihrîcana ku bûye perçeyeke Dêrsimê bidomînin. Tevî qedexeyan hûn ji welatên cuda yên cîhanê hatin û we em serfiraz kirin. Bi xêr hatin. Kêmasiyên me hene lê em dixwazin bi sekna rast, em vê mihrîcanê li gorî ruhê wê, pêk bînin. Mîhrîcan dê 4 rojan bidome û dê panel, konser û geşt bên lidarxistin."
 
‘BI PARÇEKIRINA QEDEXEYAN EM HETA ÎRO HATIN'
 
Piştre jî Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordû li ser dîroka mihrîcanê sekinî û destnîşan kir ku ew parçekirina qedexeyan heta roja îro hatine û wiha domand: "Mihrîcan ji bo çanda xwe li ser Rêya Heq vegotinê girîng û binirx in. Em bi parçekirina qedexeyan heta van rojan hatin. Em vê feraseta qedexeker nas nakin. Ez bang li walîtiyê dikim; we 15 rojan qedexe îlan kir. Hûn tim vê yekê dikin. Bi feraseta qedexeker re hûn ê nekarin ‘aramiyê’ ava bikin.”
 
‘ÊN HERÎ ZÊDE ÊZDIYAN BAŞ FÊM DIKIN ELEWÎ NE’
 
Kordû, bi bîr xist ku îro salvegera “Qirkirina Êizdiyan” e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê êzidî rastî fermana 74’emîn a DAIŞ'ê û feraseta yekperest hat. Jin û zarokên êzidî dîl hatin girtin. Em ê têkoşîna xwe ya têkildarî vê yekê bidomînin. Em feraseta DAIŞ’ê ji Komkujiya Dêrsimê dizanin, ji jinên Dêrsimê yên winda dizanin. Yên ku jinên êzidî herî baş fam dikin jî weke jinên elewî em in.”
 
DOZA KOBANÊ
 
Bi domdarî Kordû bal kişand ser Doza Kobanê û bertek nîşanî daxwaza tevlibûna dozê ya Diyanetê da û wiha axivî: "Ev encama feraseta yekperestî û faşîzmê ye. Kurd jî şoreşger jî rûmeta van axan in. Dêrsim ne tenê bajarek e. Rûmeta têkoşînê ye û ev têkoşîn dê bidome.”
 
Piştî daxuyaniyê, beşdaran dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. 
 
Piştre jî Koma Govendê ya Şaredariya Dêrsimê xelekên govendê gerand û mîhrîcan dest pê kir.

Sernavên din

06/08/2023
15:42 Mîhrîcana Munzurê di roja 4’an de didome: Qadên madenan bigirin
13:36 Li Pakistanê trênê qeza kir: 15 kes mirin
13:20 Meclis dê bi rojeva Akbelenê bicive
12:38 Li dijî hêzên Şamê êriş hate kirin: 4 kes mirin
12:30 Li Sêweregê jinek hate qetilkirin
11:47 Kesên ji bo vemirandina şewata li Merîwanê çûn herêmê hatin binçavkirin
11:09 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî gundê Çemçemalê kir
10:59 Li Qersê ji bo heqê rê 6 lîre zem hate kirin
10:38 Metereolojiyê ji ber ‘germahiya zêde’ hişyarî kir
09:44 Kovara Jinê bi manşeta ‘Hem birîn hem jî şîn didome’ derket
09:23 Li ser sînorê Efrînê destdirêjî li 3 jinan hate kirin
09:07 Cotkarên ku trafoyên wan hatine jêkirin: Divê rayedar çareseriyekê bibînin
09:06 Ji Îkîzdereyê heta Îkîzkoyê jin li ber xwe didin
09:05 Rojnamevan Koyluoglû: PDK êdî bi awayekî çalak tev li nava şer bû
09:04 ‘Şerê taybet ê herî mezin li Îmraliyê tê meşandin’
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2023'YAN
05/08/2023
23:30 Li Mêrdînê şerê biçek: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
22:26 Di roja 3’yemîn a Mîhrîcana Mûnzûrê de stranên berxwedanê deng vedan
20:50 Balafirên şer ên Rûsyayê Idlib bombebaran kir: 7 kes mirin 6 kes birîndar bûn
20:40 Panela azadiya çapemeniyê û medyayê: Gok û hevalên wî 100 roj in girtî ne
20:10 18 kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:50 Şandeya ekolojîstan ku xwest biçe Cûdî hate astengkirin
18:59 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:08 Li gundê Bargînî qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn
16:44 ‘Em tayînkirina Asim Sûltanoglû ya li Rihayê qebûl nakin’
15:55 Xwestin girtiyê nexweş Guler ku ji sedî 94 astengdar e bê tehliyekirin
15:33 Di dema operasyona li Bagokê de şewat derket
15:13 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê emeliyatkirin
14:32 Êrişa li dijî Dayikên Şemiyê li gelek bajaran hate protestokirin
14:13 Kemal Kaplan piştî 30 salan hate berdan
13:42 Tevî êrişê jî Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li dar xistin
13:31 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abdulhakîm Kartal pirsîn
13:14 Serokwezîrê Pakistanê yê berê Han hate girtin
13:04 Qedexeya li Çiyayê Bagokê hate rakirin lê operasyon didome
11:35 Li Licê û Hênê operasyona leşkerî
11:03 Meclisa Ciwanan ‘Li dijî şerê taybet têkoşîneke biheybet’ da destpêkirin
10:39 Weqfa Diyanetê 4 milyar TL kom kir û dahata xwe ji sedî 93 zêde kir
10:26 Walîtiya Wanê hemû çalakî û xwepêşandan heta 2 rojan qedexe kir
10:10 Rojnamevanê girtî Karakaş: Ev bû 2 sal em nikarin mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînin
09:55 Parêzer Avci: Divê têkildarî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê guhertin bên kirin
09:39 Qeyûm proje paşguh kir, sîteya pîşesaziyê di nava taxê de ma
09:03 Ekolojîst: Herkes bêje ‘bisekine’ dê encam bê girtin
09:03 Halîse Aksoy bi ‘têkiliya’ keça xwe û kurê xwe yê mirî re hate sûcdarkirin!
09:02 Dîroknas Aydin: Çareseriya Lozanê Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:57 Li Dêrsimê konsera mîhrîcanê
04/08/2023
21:25 Li Mêrdînê operasyon hate destpêkirin
19:36 Li Wanê lehî rabû: Xanî hilweşiya, zeviyên çandiniyê zerar dîtin
19:17 Nobeta Aştiyê ya ÎHD’ê: Di bin çavdêriya dewletê de daristan tên birîn
18:52 Li Dêrsimê dengê stranên kirmançkî bilind dibin
18:38 Malbata Şenyaşar bi Serokê TBB’ê Sagkan re hevdîtin kir
18:30 Rojnamevan Yûrtsever li ser giliyê DEDAŞ’ê îfade da
18:12 Meclisa Gel û Baweriyan a HDK’ê: Divê diyanet dest ji hewldanên xwe yên ku bandorê li darazê bike berde
16:37 Derheqê gardiyanên îşkencekar de serlêdana sûc hate kirin
16:20 HPG’ê di 25’ê tîrmehê de ragihandibû: Medyaya îktîdarê weke ‘deqeya dawî’ parve kir
16:19 Nobeta Aştiyê: Tehliyeya 271 girtiyan hatiye astengkirin
15:31 Hunermendan bertek nîşanî qedexeya Walîtiya Dêrsimê dan
15:11 Li Bazîdê cenazeyê ciwanekî hate dîtin
14:22 'Bila 3’yê Tebaxê weke Roja Qirkirina Ezidiyan a Navneteweyî bê qebûlkirin'
13:58 Li Rihayê jinekê jiyana xwe ji dest da
13:57 Rapora girtîgehan a Baroya Agiriyê: Tecrîd derxistine asta herî jor
13:22 DEDAŞ'ê trafoyên taxê rakirin
13:05 Tehliyeyên du girtiyên 30 sal in di girtîgehê de hatin taloqkirin
11:55 Dewleta tirk êriş dike, PDK li Zapê rêyên nû çêdike!
11:41 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:41 Yanardag: Ma sûc e ku mirov bixwaze hiqûq wekî hev nêzî her kesî bibe?
11:29 Ekolojîst dê li dijî talanê li Cizîrê bin
10:56 Xelkê Wanê: Em li qûşxaneya vala, qûşxaneya vala jî li me dinêre
10:26 7 cenaze anîn nexweşxaneyê
10:21 Li Cûdî daran talan dikin, li gundan jî qedexeyan pêş dixin
10:07 ‘Jinên êzidî yên tune dihatin hesibandin îro pêşengtiya berxwedanê dikin’
09:02 Calihan bi hinceta ‘xwendin û nivîsandina wê nîne’ nayê berdan!
09:02 ‘Divê karker zêdetir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan’
09:02 ‘Tîma A’ îşkence li girtî kir: Em ji bo vê hatin perwerdekirin
09:00 Sala duyemîn a Talîbanê: Em ê teslîmî dijminên azadiyê nebin
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2023'YAN
03/08/2023
23:00 Cenazeyê Sûltan Orûç li Êlihê hat veşartin
22:03 Ji bo sondajê dînamît hate teqandin: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:55 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de bi hezaran kes li konseran hatin bahev
21:27 Komxebata Şengalê: Divê Iraq Koordînasyona Şengalê esas bigire
21:20 Cenazeyê Agirman piştî 51 rojan hate definkirin
20:56 Dadgehê daxwaza gilîkirina derbarê Diyanetê de qebûl nekir
20:26 Li Dêrsimê panela erdhejê: Erdnîgariya wê ji erdhejê re ne amade ye
19:45 Li Qelqeliyê 2 ciwan di gole de xeniqîn
19:36 Di êrişa bayiya tekelê de 3 kesên din hatin girtin
19:24 Partiyên siyasî û saziyên sivîl qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
18:25 Noxteya hêzên Şamê hate bombekirin: Leşkerek birîndar bû
17:21 Ciwanan li PE, DMME û CPT’yê çalakî lidarxistin
17:13 Welatiyê li Elkê hatibû binçavkirin hate berdan
16:04 ‘Heke Tirkiye jidil be bila êrişên ser Şengalê bide sekinandin’
15:32 Mîhrîcana Munzurê dest pê kir
15:22 'Em bi israr in ku qirkirina êzidiyan bê qebûlkirin’
15:03 DFG: Binpêkirinên li dijî rojnamegeran zêde bûn
14:11 Ji bo Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê qebûlkirin pêşniyarqanûn da Meclisê
13:44 Doz li rojnamegerên girtina hempîşeyên me protesto kirin hate vekirin
13:39 Bi ser Fermana 74’an re 9 sal derbas bûn: Bila statûya Şengalê bê naskirin
13:14 Kirkazak: Desthilat, Diyanetê weke amûrekê bikar tîne
13:09 Eren: Diyanetê hewl da bibe berdevka DAIŞ’ê
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:31 Gef li girtiyê binpêkirin vegotibû hate xwarin