* Esnafên Bazara Rûs ji ber krîza aborî ditengijin. Di sala dawî de herî kêm 25 esnafên bazarê dikanên xwe girtin û yên mayî jî ji bo dikanên xwe negirin li ber xwe didin.
* Di ser gotina “Dê qedexekirina zozanan bi dawî bibe” a Serokomar Erdogan re 4 meh derbas bûn. Şêniyên Çelê yên du salin nikarin têkevin taxên xwe bertek nîşanî qedexeyan dan û gotin: “Bila demildest qedexeya li ser xaka me rabe.”
* Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, anî ziman ku ew ê bi ruhê Newrozê qadên 1’ê Gulanê tije bikin û got: “Qada herî girseyî ya ku îtirazî îktîdara qesrê bê kirin, qadên 1’ê Gulanê ne.”
* Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan, di civînekê de got: “Ez ê partiya ku têkiliya xwe ya bi terorê qut nake, di sindoqan de veşêrim.” Waniyan bersiva Erdogan dan û gotin: “Em ê di 24’ê Hezîranê de bibînin ka kî kê vedişêre.”
* Pirtûka Sîdar Jîr “Handa” ji Weşanên Lîsê derket. Jîr, diyar kir ku wî di Handayê de ruhê jinê nivîsandiye. Jîr anî ziman ku serlehenga pirtûkê Handa her çar dîwarên civakê dide der û got: “Lê belê Handa di fikr û ramanên xwe de azad e.”
* Hevberdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen hilbijartina zordest ku bi tevkariya AKP-MHP’ê hat îlankirin nirxand û got: “Divê li hemberî pergala çewisîner em bên gel hev.”
* Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin dê di hefteya 682'an de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)
* Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, dê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" di hefteya 480'an de çalakiya xwe li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam bikin. (12.00)
* Platfotma Çapemeniya Azad a Stenbolê, bi armanca zextên li ser çapemeniyê şermezar bikin dê li qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Rêxistina DBP'ê dê bi şîara "Em li dijî zilmê têkoşîna hevpar civakî bikin" li salona Dahweltê ya Star a Eyupê dê xwarina piştevaniyê bide. (13.00)
* Komîsyona girtiyan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" û “Girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 429'an de li pêş avahiya Serokweziriyê de daxuyaniyê bidin çapeemniyê. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo girtiyên nexweş bên berdan dê di hefteya 317'an de çalakiya 'Rûniştina F' li qada Galatasarayê pêk bîne. (13.30)
* Xebatkarên Rojnameya TV10 ya bi armanca televîzyona wan ji nûve vebe dê di hefteya 81'an de li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk bînin. (14.00)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û heyeta pêre dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Rexistina HDP'ê ya Navçeya Yildirim a Bûrsayê û saziyên civakî ziyaret bike. (10.00-18.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê Sezaî Temellî û heyeta pêre, dê li Hatayê gel û esnafan ziyaret bike. (10.00-20.00)