Dayika êzidî ya berxwedêr: Dayê Gulê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Gulê Mişko ku di nava êzidiyan de bi navê Dayê Gulê tê nasîn, di komkujiya 3’ê Tebaxê ku DAIŞ’ê li dijî Şengalê pêk anî de, ji bo nekeve destê DAIŞ'ê bi qehremanî li ber xwe da û bi 30 guleyan hate qetilkirin. 
 
Di sala 2014'an de DAIŞ'ê piştî dagirkirina Mûsilê, di şeva 2’yê tebaxa 2014’an girêdayî 3’yê tebaxê dike de DAIŞ’ê Şengal dorpêç kir û êrişî êzidiyan kir. Êrişên DAIŞ'ê bi xwe re komkujiyeke mezin anîn. Li gel êrişên DAIŞ'ê hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê xwe ji Şengalê vekişandin û bûn sedema Fermana 74’emîn. Êzidîyên ku bê parastin man, mal û warê xwe li pişt xwe hiştin û ji bo ku canê xwe rizgar bikin berê xwe dan Çiyayê Şengalê. Jin, zarok û kal ên ji bo ku xwe rizgar bikin bi rojan tî û birçî man. Bi hezaran êzidî bi awayeke hov hatine qetilkirin. Gelek ji wan di gorên komî de hatin definkirin.Di êrîşên DAIŞ'ê de hedef jinên êzidî bûn. Gelek jinên êzidî di bazarên koleyan de hatine firotin û tecawîzkirin. Li gorî texmînan 2 hezar û 700 jinên êzidî di destê DAIŞ’ê de ne û aqûbeta wan nayê zanîn. Lê hêjayî gotinê ye ku gelek jinên êzidî jî li dijî vê zordestiyê serê xwe netewandin. 
 
DAYÊ GULÊ BI WÊREKTÎ FERMANDARÊ DAIŞ'Ê DIKUJE
 
Yek ji van jî Gulê Mişko ye ku ji bajarokê Sinûnê ya Şengalê ye û di nava êzidiyan de bi navê Dayê Gulê tê naskirin. Dayê Gulê, di komkujiya 3’yê Tebaxê de ji bo nekeve destê DAIŞ'ê, bi werektî li ber xwe da. Dayê Gulê ku 53 salî û dayika 14 zarokan bû, dixwest zarokên xwe rizgar bike û ber bi Çiyayê Şengalê ve bimeşe. Dayê Gulê ya beriya ku ji malê derkeve li gel 2 zarokên xwe demanceya xwe jî bi xwe re dibe û ji malê derdikeve. Lê belê di rêyê de rastî komeke çeteyan tê. Endamên DAIŞ'ê hewl didin ku wê û zarokên wî ji hev cuda bikin, lê ew li hemberî wan li ber xwe dide. Dema ku dizane ku nikare wan rawestîne, çeka ku di bin cilê xwe de veşartiye derdixe û yek ji fermandarê çeteyên DAIŞ'ê Selîm Cezrawî dikuje û endamekî din ê rêxistinê jî birîndar dike. Endamên din ên DAIŞ'ê guleyan li Dayê Gulê dibarînin û ew dikeve erdê. Laşê Dayê Gulê yê birîndar kaş dikin navenda bajêr û bi 30 guleyan qetil dikin. Kur û keça wê ku dîl tên girtin jî weke malbatên êzidiyên dîl hatine girtin, dibin şahidê qetilkirina dayika xwe. 
 
Keça Dayê Gulê û kurê wê ji aliyê DAIŞ'ê ve dîl tên girtin. Keça wê ya ku temenê wê hêj biçûk e dibin bajarê Idlib ê Sûriyeyê. Keça wê 21 caran ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tê tecawîzkirin. Keça wê piştî 4 salan di sala 2018'an de ji nav DAIŞ'ê tê rizgarkirin lê hêj aqûbeta lawikê wê nediyar e. Berxwedan û wêrektiya Dayê Gulê li Şengalê belav dibe. Piştî ku Şengal tê rizgarkirin malbata Dayê Gulê vedigere Şengalê û kelî bi kelî cenazeyê wê digerin. Cenazeyê dayê Gulê di bin kavilê malekî de tê dîtin. Di 3'yê tebaxa 2021'an de li navenda Sinûnê peykerê Dayê Gulê tê danîn. Der barê berxwedana Dayê Gulê de keça wê Şîrîhan Reşo ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
DAYÊ GULÊ BI 30 GULEYAN TÊ QETILKIRIN
 
Reşo, diyar kir ku ew ê wan rojan tu carî ji bîr neke û wêrektiya dayika xwe wiha vegot: "Di sala 2014'an de ji ber êrîşên DAIŞ'ê hin ji me bi bavê min re derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û hin ji wan jî bi dayika min re man. Xwîşka min û birayê min bi dayika min re man. Em yên ditir jî siwarî wesayitê bûn û bi bavê xwe re çûn. Ji ber ku cih nebû diya min ji bavê min re  got, 'hûn herin em jî dê li vir benda te bimînin' beriya ku derneketin bavê min ji diya min re got, 'bila ev demançe li ba te bimîne, ez ê biçim zarokan danim ber avê û bêm we bibim' dayika min jî gotina bavê min erê kir. Seat 8 û nîv bû. Dayika min ew demançe li bin kincê xwe veşart. Dayika min nesekînî û ji malê derket, ber bi Çiyayê Şengalê ve meşiya. Lê pêşiya wan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate girtin. Dayika min ji wan re dibêje, 'em malbat in me berdin, zilaman bibin' çeteyê DAIŞ'ê dibêje, 'karê me ne bi wan bi we heye' dayika min jî ji wan re dibêje, 'ez şerefa xwe nadim tiştekî' dayika min ji bo ku xwe, zarokên xwe û ew malbatên ku bi wê re biparêze dixwaze ku wan bikuje. Dibîne ku çare tune ye demançeya xwe derdixîne û fermandarê DAIŞ'ê li wir dikuje û parazvanê wî jî li wir birîndar dike. Pişt re li wir dayika min birîndar dikin û piştre jî bi erdê re kaş dikin û di bin qada Sinûnê û bi 30 guleyan qetil dikin."
 
'DAYIKA MIN BÛ HÊZ Û QUWETA JINÊN ÊZIDÎ'
 
Reşo, anî ziman ku dayika wê sembola berxwedana êzîdxanê ye û wiha got: "Xwîşk û birayê min jî li wir hatine dîl girtin. Dema ku hatine dîl girtin jî 9 salî bûn. Xwîşka min hate rizgarkirin lê hê niha jî em aqûbeta birayê min nizanin. Zarokeke ku 9 salî be çi ji jiyanê fêm dike? Hê nedizanin ka çine û ji çi bawer dikin. Heke ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê xwestiba di van 9 salan de niha ew êzidîyên ku hatine dîl girtin rizgar kiriban. Piştî ku PKK bi êzidiyan ve hatî gelek ji wan hatin rizgarkirin. Ev 9 sal in destê DAIŞ'ê de ne. Ez dixwazim ku bên rizgarkirin. Dîroka êzidiyan qedîme. Her çend salan jineke êzidî bûye cangoriya êzîdxanê. Dîrok xwe dubare dike. Kesek nikare rastiya dîrokê biguherîne. Gelek jinên êzidî ji bo ku şerefa xwe û zarokên xwe biparêzin û nekevin destê çeteyên DAIŞ'ê bi awayeke bêhempa li ber xwe dan. Dayika min jî yek ji wan e. Dayika min li wir wêrektiya her jineke êzidî nişan da. Da nîşan dan ku jinên êzidî ji wan natirsin û li hemberî wan serê xwe natewînin. Dayika min bû hêz û qûweta jinên êzidî, bû sembola jinên berxweder a êzidî. Ji ber wê em ê wê tu carî ji bîr nekin. Ew hêz, wêrektî û quweta me ye."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

06/08/2023
15:42 Mîhrîcana Munzurê di roja 4’an de didome: Qadên madenan bigirin
13:36 Li Pakistanê trênê qeza kir: 15 kes mirin
13:20 Meclis dê bi rojeva Akbelenê bicive
12:38 Li dijî hêzên Şamê êriş hate kirin: 4 kes mirin
12:30 Li Sêweregê jinek hate qetilkirin
11:47 Kesên ji bo vemirandina şewata li Merîwanê çûn herêmê hatin binçavkirin
11:09 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî gundê Çemçemalê kir
10:59 Li Qersê ji bo heqê rê 6 lîre zem hate kirin
10:38 Metereolojiyê ji ber ‘germahiya zêde’ hişyarî kir
09:44 Kovara Jinê bi manşeta ‘Hem birîn hem jî şîn didome’ derket
09:23 Li ser sînorê Efrînê destdirêjî li 3 jinan hate kirin
09:07 Cotkarên ku trafoyên wan hatine jêkirin: Divê rayedar çareseriyekê bibînin
09:06 Ji Îkîzdereyê heta Îkîzkoyê jin li ber xwe didin
09:05 Rojnamevan Koyluoglû: PDK êdî bi awayekî çalak tev li nava şer bû
09:04 ‘Şerê taybet ê herî mezin li Îmraliyê tê meşandin’
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2023'YAN
05/08/2023
23:30 Li Mêrdînê şerê biçek: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
22:26 Di roja 3’yemîn a Mîhrîcana Mûnzûrê de stranên berxwedanê deng vedan
20:50 Balafirên şer ên Rûsyayê Idlib bombebaran kir: 7 kes mirin 6 kes birîndar bûn
20:40 Panela azadiya çapemeniyê û medyayê: Gok û hevalên wî 100 roj in girtî ne
20:10 18 kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:50 Şandeya ekolojîstan ku xwest biçe Cûdî hate astengkirin
18:59 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:08 Li gundê Bargînî qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn
16:44 ‘Em tayînkirina Asim Sûltanoglû ya li Rihayê qebûl nakin’
15:55 Xwestin girtiyê nexweş Guler ku ji sedî 94 astengdar e bê tehliyekirin
15:33 Di dema operasyona li Bagokê de şewat derket
15:13 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê emeliyatkirin
14:32 Êrişa li dijî Dayikên Şemiyê li gelek bajaran hate protestokirin
14:13 Kemal Kaplan piştî 30 salan hate berdan
13:42 Tevî êrişê jî Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li dar xistin
13:31 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abdulhakîm Kartal pirsîn
13:14 Serokwezîrê Pakistanê yê berê Han hate girtin
13:04 Qedexeya li Çiyayê Bagokê hate rakirin lê operasyon didome
11:35 Li Licê û Hênê operasyona leşkerî
11:03 Meclisa Ciwanan ‘Li dijî şerê taybet têkoşîneke biheybet’ da destpêkirin
10:39 Weqfa Diyanetê 4 milyar TL kom kir û dahata xwe ji sedî 93 zêde kir
10:26 Walîtiya Wanê hemû çalakî û xwepêşandan heta 2 rojan qedexe kir
10:10 Rojnamevanê girtî Karakaş: Ev bû 2 sal em nikarin mafê xwe yê tenduristiyê bi kar bînin
09:55 Parêzer Avci: Divê têkildarî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê guhertin bên kirin
09:39 Qeyûm proje paşguh kir, sîteya pîşesaziyê di nava taxê de ma
09:03 Ekolojîst: Herkes bêje ‘bisekine’ dê encam bê girtin
09:03 Halîse Aksoy bi ‘têkiliya’ keça xwe û kurê xwe yê mirî re hate sûcdarkirin!
09:02 Dîroknas Aydin: Çareseriya Lozanê Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:57 Li Dêrsimê konsera mîhrîcanê
04/08/2023
21:25 Li Mêrdînê operasyon hate destpêkirin
19:36 Li Wanê lehî rabû: Xanî hilweşiya, zeviyên çandiniyê zerar dîtin
19:17 Nobeta Aştiyê ya ÎHD’ê: Di bin çavdêriya dewletê de daristan tên birîn
18:52 Li Dêrsimê dengê stranên kirmançkî bilind dibin
18:38 Malbata Şenyaşar bi Serokê TBB’ê Sagkan re hevdîtin kir
18:30 Rojnamevan Yûrtsever li ser giliyê DEDAŞ’ê îfade da
18:12 Meclisa Gel û Baweriyan a HDK’ê: Divê diyanet dest ji hewldanên xwe yên ku bandorê li darazê bike berde
16:37 Derheqê gardiyanên îşkencekar de serlêdana sûc hate kirin
16:20 HPG’ê di 25’ê tîrmehê de ragihandibû: Medyaya îktîdarê weke ‘deqeya dawî’ parve kir
16:19 Nobeta Aştiyê: Tehliyeya 271 girtiyan hatiye astengkirin
15:31 Hunermendan bertek nîşanî qedexeya Walîtiya Dêrsimê dan
15:11 Li Bazîdê cenazeyê ciwanekî hate dîtin
14:22 'Bila 3’yê Tebaxê weke Roja Qirkirina Ezidiyan a Navneteweyî bê qebûlkirin'
13:58 Li Rihayê jinekê jiyana xwe ji dest da
13:57 Rapora girtîgehan a Baroya Agiriyê: Tecrîd derxistine asta herî jor
13:22 DEDAŞ'ê trafoyên taxê rakirin
13:05 Tehliyeyên du girtiyên 30 sal in di girtîgehê de hatin taloqkirin
11:55 Dewleta tirk êriş dike, PDK li Zapê rêyên nû çêdike!
11:41 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:41 Yanardag: Ma sûc e ku mirov bixwaze hiqûq wekî hev nêzî her kesî bibe?
11:29 Ekolojîst dê li dijî talanê li Cizîrê bin
10:56 Xelkê Wanê: Em li qûşxaneya vala, qûşxaneya vala jî li me dinêre
10:26 7 cenaze anîn nexweşxaneyê
10:21 Li Cûdî daran talan dikin, li gundan jî qedexeyan pêş dixin
10:07 ‘Jinên êzidî yên tune dihatin hesibandin îro pêşengtiya berxwedanê dikin’
09:02 Calihan bi hinceta ‘xwendin û nivîsandina wê nîne’ nayê berdan!
09:02 ‘Divê karker zêdetir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan’
09:02 ‘Tîma A’ îşkence li girtî kir: Em ji bo vê hatin perwerdekirin
09:00 Sala duyemîn a Talîbanê: Em ê teslîmî dijminên azadiyê nebin
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2023'YAN
03/08/2023
23:00 Cenazeyê Sûltan Orûç li Êlihê hat veşartin
22:03 Ji bo sondajê dînamît hate teqandin: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
21:55 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de bi hezaran kes li konseran hatin bahev
21:27 Komxebata Şengalê: Divê Iraq Koordînasyona Şengalê esas bigire
21:20 Cenazeyê Agirman piştî 51 rojan hate definkirin
20:56 Dadgehê daxwaza gilîkirina derbarê Diyanetê de qebûl nekir
20:26 Li Dêrsimê panela erdhejê: Erdnîgariya wê ji erdhejê re ne amade ye
19:45 Li Qelqeliyê 2 ciwan di gole de xeniqîn
19:36 Di êrişa bayiya tekelê de 3 kesên din hatin girtin
19:24 Partiyên siyasî û saziyên sivîl qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
18:25 Noxteya hêzên Şamê hate bombekirin: Leşkerek birîndar bû
17:21 Ciwanan li PE, DMME û CPT’yê çalakî lidarxistin
17:13 Welatiyê li Elkê hatibû binçavkirin hate berdan
16:04 ‘Heke Tirkiye jidil be bila êrişên ser Şengalê bide sekinandin’
15:32 Mîhrîcana Munzurê dest pê kir
15:22 'Em bi israr in ku qirkirina êzidiyan bê qebûlkirin’
15:03 DFG: Binpêkirinên li dijî rojnamegeran zêde bûn
14:11 Ji bo Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê qebûlkirin pêşniyarqanûn da Meclisê
13:44 Doz li rojnamegerên girtina hempîşeyên me protesto kirin hate vekirin
13:39 Bi ser Fermana 74’an re 9 sal derbas bûn: Bila statûya Şengalê bê naskirin
13:14 Kirkazak: Desthilat, Diyanetê weke amûrekê bikar tîne
13:09 Eren: Diyanetê hewl da bibe berdevka DAIŞ’ê
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:31 Gef li girtiyê binpêkirin vegotibû hate xwarin