EDENE – Xebatkarên rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin Şirîn Çoban û Îlker Îlkan dê pişî 13 mehan derkevin pêşberî dozger.
Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat a Şirîn Çoban û Îlker Îlkan di Îlona 2016'an de li Mêrsînê hatibûn girtin. Rojnamegerên bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" û "Propagandaya rêxistinê kirine" tên darizandin, dê rûniştina yekemîn sibê li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê bê dîtin. Parêzerê Çoban Tugay Bek da zanîn ku her du rojnameger 13 meh in girtî ne û dê cara ewil sibê derkevin pêşberî dadgehê.
Bek destnîşan kir ku her du rojnamegeran dema belavkarî dikirin hatine binçavkirin, her çendî li holê delîlek jî tune be her du rojnameger bi sûcdariya "Endamên rêxistinê ne" tên girtin. Bek bal kişand ser sûcdariyên der barê rojnamegeran de jî û got ku "Rojamegerên ji derveyê belavkariya rojnameyê tiştek nekirine, bi endamtiya rêxistinê darizandin tiştekî hatiye dîtin nîne." Bek diyar kir ku demên borî de jî rojnameger bi heman hincetên bê bingeh hatine girtin û aşkera kir ku ew hêvî dikin ku di 12'ê Cotmehê de rojnameger serbest bên berdan.
ÎDDIANAME!
Îdianameya 11 rûpelî Serdozgerê Komarê yê Mêrsînê Mehmet Hîkmet Acar amade kiriye, di 7 rûpelên destpêkê de cih dane avabûna PKK'ê û xebatên wê. Di îdianameyê de der barê tenduristiya Çoban a di girtîgehê de tu tişt nehatiye gotin û Çoban ji xwe di warê tenduristiyê de pirsgirêkan dijî. Çoban dema di bin çavan de ye, tê îdiakirin ku 3 kovarên Ozgur Halkê di poşetekî de ye û ev kovar wekî "propagandaya rêxistinê" kiriye ditin nîşan, dîsa parvekirinên wê yên medyaya civakî wekî sûc tê dîtin. Name û lîsteya hefteyî sûc hatiye hesibandin, dîsa Îlker Îlkan jî bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" tê sûcdarkirin."